Nîzam Xelîl: Li Sûriyeyê bêkarî û xizanî digihîje asta xwekuştinê

Endama Mala Jin a Qamişloyê Nîzam Xelîl destnîşan kir ku qeyranên aborî li Sûriyeyê bandorê li ser jinan dikin û got ku bêkariya jinan qat bi qat ji ya mêran zêdetir e ger tedbîr neyên girtin wê tundî, xizanî û bûyerên xwekuştinê zêdetir bibin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Sûriye îro ji berê zêdetir bi qeyranên aborî re rûbirû ye. Çavê gel li hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bû ku diviyabû binesaziya herêmê bihêz bikira, pirsgirêkên civakê yên wekî sotemenî, çêkirina riyan, peydakirina nan û avê her wiha dirêjkirina demjimêrên ceyranê bi nirxekî erzan ku hêza aborî ya civakê derbas neke, çareser bikira. Lê belê ya ku li Sûriyeyê û hemû parêzgehên wê tê jiyîn, rojane mezinbûna qeyranên aborî ye.

Endama Mala Jin a Rojavayê Kurdistanê ya bajarê Qamişloyê Nîzam Xelîl, têkildarî bandorên qeyranên aborî yên li ser jinan û daxwazên xwe ji ajansa me re axivî.

‘Qeyranên aborî rê li ber zêdebûna bindestkirina jinan vedike’

Nîzam Xelîl di destpêkê de bal kişand ser qeyrana aborî ya ku li tevahî cîhanê belav bûye û diyar kir ku ev yek ne tenê li Sûriyeyê, li hemû cîhanê tê jiyîn. Nîzam Xelîl wiha domand: “Bi riya qeyranên aborî hewl tê dayîn îrade, hêz û hebûna jinan bêhtir were kontrolkirin. Ev yek dibe sedem ku pirsgirêkên malbatî zêde bibin û carna digihîje wê astê ku dayîk ji ber bêçaretiyê zarokê xwe berdide, ji ber ku nikare şîr û xwarinê peyda bike.”

Nebûna çavkaniya darayî û krîza bêkariyê

Nîzam Xelîl da zanîn ku di vê dema dawî de piştî dozên hevberdanê, hinek dayîk neçar dimînin zarokên xwe demek radestî bavên wan bikin û sedema vê yekê wiha anî ziman: “Ji ber ku çavkaniyên darayî yên jinan nîn in xwe û zarokên xwe pê bidin jiyîn, xwe dispêrin vê gavê. Hema bibêje hefteyê 3-4 dozên pirsgirêkên malbatî, pirsgirêkên hevjîniyê, zextên derûnî û aborî tevî zehmetiyên jiyanê tên ber destên me. Kar nîn e û jin û mêr herdu jî ji qeyrana aborî bi bandor dibin. Lêbelê qeyrana bêkariyê li Sûriyeyê di astên xwe yên herî jor de ye.”

‘Nebûna jinan di qada bazar de zextên aborî zêde dike’

Nîzam Xelîl da zanîn ku tevahiya Rojhilata Navîn di nava qeyranên aborî de ye lê zextên li ser gelê Sûriyeyê girantir in, bandorên neyênî yên vê rewşê li ser jiyana jinan wiha vegot: “Gelek dozên hevberdanê çêdibin û sedema bingehîn a vê yekê jî zêdebûna tundiya li ser jinan e. Piraniya jinan di nava qeyranên aborî de hewl didin alternatîfan bibînin; ji ber lawaziyê berê xwe didin karên malan, ji paqijkirina malan bigre heta şûştina kolanan. Nebûna jinan di qada bazar û bazirganiyê de her wiha nebûna kargeh, pargîdanî û firoşgehên taybet ji bo jinan bûye pirsgirêkek cidî. Ger jin xwedî aboriyeke xweser bûna û di qada aborî de bihêz bûna, qeyranên aborî nikaribûn ewqas bandorê li ser jiyana wan bikin.”

‘Bêkariya jinan qat bi qat ji ya mêran zêdetir e’

Nîzam Xelîl bal kişand ser diyardeyeke ku di dema dawî de li gelek parêzgehên Sûriyeyê zêde bûye û wiha got: “Bêkariya jinan qat bi qat ji ya mêran zêdetir e. Îro jin bi poşetên vala li ser çopan digerin da ku tiştekî bibînin bixin poşetê û bibin bifroşin, pê debara zarokên xwe bikin. Ev yek bi xwe cureyek tundiyê ye. Di heman demê de tu zagon û hiqûq nîn e ku mafên wan ên zagonî, tenduristî û civakî biparêze. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan ji bo van jinan zagonan derxin da ku mafê jiyanê yê van jinan were parastin û ji bo wan qadên jiyanê û aboriyê bên pêşxistin.”

Bûyerên trajîk ên li Sûriyeyê

Nîzam Xelîl bal kişand ser bûyera jina ku li Helebê ji qata sêyem ve xwe avêtibû, xetera li pêşberî jinan wiha nirxand: “Cihê êş û xemgîniyê ye ku gava jin ji ber birçîbûn, tundî û xizaniyê xwe ji avahiyên bilind davêjin û dawî li jiyana xwe tînin. Bêparbûna ji maf, jiyan û îradeyê bêmafiyeke mezin e ku li hemberî jinan tê kirin. Ne tenê ev bûyer, gelek bûyerên xwekuştinê, kuştin, îşkence û tundiyê rû didin. Jin bingeha jiyana malbat û civakê ne lewma yên herî zêde ji vê rewşê bi bandor dibin jî jin in.”

‘Divê çareseriyên demildest werin dîtin’

Nîzam Xelîl anî ziman ku hikûmeta demkî divê xwe berpirsiyarê gel bibîne û erkên xwe yên li hemberî wan pêk bîne û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîst e hikûmeta heyî qeyranên aborî bi dawî bike. Ji ber sedema vê qeyranê, mêrekî ku zarok di destê wî de bû benzîn bi ser xwe de rijand da ku xwe bişewitîne. Heke hikûmeta demkî demildest qeyrana aborî çareser neke wê gelek sûcên wekî kuştin, xwekuştin, şewitandin û fuhûşê zêdetir bibin. Pir girîng e ku ev qeyran zû werin çareserkirin û êşên gel neyên paşxistin. Riya gihîştina wekhevî û dadweriyê di çareserkirina van pirsgirêkan re derbas dibe.”