Nişteciha Jinwarê Zeyneb Sirî: Mafê jinan heye azad û bextewer bijîn

Jina bi navê Zeyneb Sirî ya 29 salî ji Bakurê Kurdistanê ye û ev nêzî 4 sal in li Gundê Jinwar bi cih bûye, çîroka xwe parve dike ka çawa tundî û şîdet li ser xwe qebûl nekir û ber bi azadiya xwe ve meşiya. Her wiha hêvî kir ku jin bi pêş bikevin û hêz bigrin da ku tu kes nikaribe tundiyê li wan bike û ji xwe re bike kole.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Tunditûjiya li ser jinan, cureyek reftara tund e li dijî jinan tê kirin û dibe sedema zirarên bedenî, derûnî, zayendî û azadiya wan sînordar dike. Tundîtujiya li ser jinan, binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e. Encamên bandora tundiyê ne tenê li ser jinan, li ser malbat û civakê bi giştî bandora xwe çêdibe ji ber ku bandorên wê yên neyînî yên civakî, aborî, tenduristî û her wekî din jî bi xwe re tîne. Tundiya li ser jinan ne  girêdayî çand, adet û çîneke civakî ye, diyardeyek giştî ye. Bi taybetî li Rojhilata Navîn gelek bandora vê diyardeyê heye ku êdî bûye wekî navendek heta gihîştiye asta fetisandin û helandinê. Li Rojavayê Kurdistanê jî ev diyarde heye lê belê wekî ku tê zanîn jin çiqas rastî tundiyê werin, di dawiyê de hêz û îradeya wan ji tundiya mêr mezintir e û hêzê didin yên ku ditirsin da ku ew jî xwe azad bikin. Yek ji wan jinên ku xwe ji tundiyê rizgar kiriye û bi hêza xwe bawer e jina bi navê Zeyneb Sirî ya 29 salî ji gundê Gevera Colemêrgê ji Bakurê Kurdistanê ye û ev nêzî 4 salan e li Gundê Jinwar bi cih bûye û sînorên li ber azadiya xwe bi hêza xwe şikand û jiyana xwe bi azadî dimeşîne. Zeyneb der barê jiyana xwe de ji çîroka xwe bi ajansa me re parve kir.
“Ez li jiyana xweş digeriyam, Jinwar xewna min pêk anî” 
Zeyneb diyar kir ku ew li jiyana xweş digeriya û gundê Jinwar xewna wê pêk anî û wiha dest bi axaftina kir: “Ev nêzî 4 salan e ez li Gundê Jinwar dijîm, li vî gundê xwezayî ez û kurê xwe em jiyana xweş dijîn. Ez pir ji vî gundî hez dikim, li vir em xwe jiyana xwe bi rê ve dibin, wekî çandinî û debarkirina pêdiviyên jiyanê hemû em peyda dikin, aboriya gund ji gund bi xwe ye her wiha nexweşxaneya me ya bi navê Şîfa Jin jî heye dikan û firina me jî heye. Ez parastina xwe û gundê xwe dikim. Di nav malbatê de ji aliyê bav û birayên xwe ve ez rastî tundiyê dihatim. Dema temenê min 15 salî bû ez zarok bûm bavê min ez bi zorê bi mêrek bi temen mezib re zewicandim û min jiyana pir nexweş û bi zilm derbas dikir. Min gelek êş û zilm kişandiye, ji bo wê jî min xwest li jiyana xweş û bi aram bigerim. Ez 10 salan li Mexmûrê mam û paşê jî min got êdî bes e min biryara xwe da ku werim Rojavayê Kurdistanê da ku li Gundê Jinwar bi cih bibim.”
“Tişta ku berê min nikaribû ez pêk bînim niha pêk tînim”
Zeyneb da zanîn ku tişta berê nikaribû pêk bîne, niha pêk tîne wekî xwendina ku jê mehrûm mabû û wiha berdewam kir: “Min çiqas zehmetî derbas kir jî ji bo min nebû asteng ji bo xwe, ez hem dayik û hem jî bav bûm ji kurê xwe re, ez bi xwe jiyana xwe bi rê ve dibim û çi pêdivî û pêwîstiyên mala min hebe ez pêk tînim li vî gundî û li vir zilm û tundiya mêr tune ye û gelek jinên wek min rastî tundiyê hatine li vî gundî ne em bi kêfxweşî bi hev re dijîn. Bavê min rê neda ez biçim dibistanê û fêr bibim, tenê ji bo birayên min xwendin girîng didît û armanca wî ya sereke ew bû ku me bizewicîne û barê me li ser pişta xwe rake, ev gund mafê me diparêze û di vî gundî de em perwerdeya ziman dibînin wekî pêkhateyên Ereb û Kurd, em bi herdu zimanan perwerde dibînin û fêr dibin û armanca min a sereke ji hatina vî gundî ew e ku ez xwe bi pêş bixim û jiyana azad bijîm.”
“Dema jin bi hêz bin dê tu kes nikaribe tundiyê li wan bike”
Zeyneb destnîşan kir ku dema jin bi hêz bin, wê tu kes nikaribe tundiyê li wan bike û wiha pêde çû: “Divê jin tundî û koletiyê li ser xwe qebûl neke, dema ku jin xwe bi hêz bike û xwe bi pêş bixe, wê demê mêr wê nikaribe tundiyê lê bike. Jina ku koletiyê qebûl bike dê ew jî koletiyê lê bike, ji bo wê divê ev yek ji kokê rabe. Ne şert e ku mêr di jiyana min de hebe ger ku ez bikaribim xwe biparêzim hewcehiya min bi tu kesê tune ye ku min biparêze û ez ê bikaribim derdora xwe jî biparêzim. Jinên ku li gund dijîn her dem pirs dikin ka jiyan bi zilaman re xweşe yan jî jiyana cuda û azad, ev yek tê wateya ku çiqas zirar û şîdet ji destên mêr dîtine. Em hemû bi hev re çandiniya xwe dikin û li hev miqate ne, tenê mêr nêçîriya jinan dike û wan ji xwe re dike hedef û li gorî wan jin tenê ji bo karên malê ye wekî kole dibîne. Ez kurê xwe bi fikrek azad û mafên jinan diparêze mezin dikim heta kurê min ê biçûk jî xwe bi xwe jiyana xwe bi rê ve dibe, ez hatime vî gundî da ku jiyana xweş û azad bijîm û ji kesê re nebim kole.”
“Min şîdet û tundî  li ser xwe qebûl nekir, ez ber bi azadiya xwe ve çûm” 
Zeyneb got ku wê şîdet û tundî li ser xwe qebûl nekir û ber bi azadiya xwe ve çû û di dawiyê de wiha got: “Ez zilm, şidet û tundiyê yek carî li ser xwe qebûl nakim, min zilm ji hemû aliyan ve xwar, hemûyan dixwest desthilatdariyê li ser min bidin meşandin û min ev yek qebûl nekir. Ez  qebûl nakim ku kesek desthilatdariyê li min bike û ji bo vê jî ez ji wan dûr ketim û min berê xwe da azadiya xwe. Min ji vî gundî hez kir ji ber ku mêr tê de tune ne. Ez dixwazim jin xwe bi pêş bixin, mafên xwe biparêzin û ez naxwazim êdî jin werin kuştin ji ber ku gelek jin bi destên mêr hatine kuştin. Em dixwazin her dem jin çalakiyan bikin û daxwaza mafên xwe bikin ji ber ku gelek jin di mal de fetisîne û ji bo wê em dixwazin pêşketinek çêbibe. Bila jin xwe nas bikin û derdora xwe jî baş nas bikin. Ez şîdeta li ser jinan şermezar dikim, mêr dişibin dijmin bi tundiya xwe ya li ser jinan û xeyalên dijmin ên qirêj pêk tînin. Pêwîst e jin bedena xwe û fikrên xwe azad bikin û ji kesê re nebin kole.”