Nezha EL-Seqlî: Ne tenê rojek divê hemû roj cejin û şahî be

Wezîra berê ya piştgiriya jin û malbatê ya Mexribê Nezha EL-Seqlî di derbarê rewşa civakî û asta hevsengiya zayendî li Mexribê de nirxandin kir û bi mijarê ve girêdayî li ser 8’ê Adarê jî peyamên giring da.

Wezîra berê ya piştgiriya jin û malbatê ya Mexribê Nezha EL-Seqlî di derbarê rewşa civakî û asta hevsengiya zayendî li Mexribê de nirxandin kir û bi mijarê  ve girêdayî li ser 8’ê Adarê jî peyamên giring da.
HENAN HARAT
Mexrib- Mexirb di warê mafên mirovan de pêşketineke mezin qezenc kir lê di warê pêkanîna hevsengiya di navbera her du zayendan de ew jî wekî dewletên din e nikaribûye hevsengiyekê çêbike. Bi wesîleya roja jinên cîhanê, pêşketinên civakan, di warê guhertina rewşa jinan de ajansa me, bi wezîra berê ya piştgiriya jin û malbatê Nezha EL-Seqlî re hevdîtin kir û li ser rewşa jinên Mexribê nêrînên wê pirsî.
Îro 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye, ev roj ji bo we tê çi wateyê? 
Bi rastî roja jinên cîhanê tê wateya ku mirov hêvî dike pêşketinên ku xizmetî jinan dikin di hemû waran de pêk werin.
Jixwe Mexrib li gorî tevahî civakên demokrat zayîna tevgerên jinan dizanibû loma hebûneke mezin di hemû meclisên civaka sivîl de tomar kir. Ew jî ji bo avakirina civakeke modern ku li ser hevsengiya di navbera jin û mêr de be.
Jinên Mexribê pevçûnek ji bo mafên sivîl û siyasî dijîn. Bi nêrîna we çi lazim e ji bo bilindiya asta jinan di civakê de?
Bersiva vê pirsê du vebijarkan digre nava xwe. Yek hevedudanî ye ya din jî hêsanî ye. Mexribê gavên mezin ji bo pêşketina jinan di riya biryardana destûra 2011’an de avêtin ku ew jî werza 19’an li ser hevsengiya mafên jinên Mexribê di aliyê siyasî, civakî, aborî û arkolojîk de pêk tîne. Bersiva giştî  ew disiblînên bi aktîvkirina destûr werdigire ku ew jî bi riya tevgera cîhanî û wesiyetên Kongreya Bêcîn e. Disîplîna civaka neteweyî bi pêkhatina hevsengiya di navbera her du zayenda de dirûv digre û derfetên kar ji bo jinan peyda dike her wiha teqez dike ku mafên jinan ji mafên mirov in û hevsengiya di navbera her du zayendan de dibe çavkaniya sûdê ji bo civakê.
Tecrubeya we ya wezaretê heye. Di warê beşdarbûna jinan a rêveberiya hukumetê ya sala 2017’an heta îro ger hûn muqayese bikin hûn ê çi bibêjin?
Ez vekirî bibêjim ku amadebûna jinan îro di hukumeta Mexribî de ji aliyê hejmarê ve lawaz e û bi nêrîna min kêmbûna beşdariya jinan, rewşeke li dijî destûr û qanûnên hevsengiyên diafirîne .
Ger ku em vegerin dîmena siyasî ya sala 2007’an ne ji ber ku ez di kabîneyê de bûm lê ez dikarim bibêjim ku ew cuda bû. Bi amadekariyeke baş çêbû, bi hebûna heft wezaretan di cihên payebilind de hatibûn tayînkirin.
Hûn heta çi astê razî yan nerazî ne li ser danûstandina hukmî ya jinên Mexribê?
Bi rastî em ne razî ne li ser danûstandina hukmî. Meseleya jinê li Mexribê, mînak qanûna têkoşîna li dijî şîdetê ku di sala 2018’an de biryara wê hat dayîn, weke gaveke lawaz e û nikare jinan ji tecawiz û diziya di navbera jin û mêran de biparêze.
Hûn prensîba wekheviya di navbera jin û mêr de di navendên biryaran de çawa dibînin?
Pêşketinek di mijara temsîlkirina jinan li navendên biryaran heye, tevî vê pêşketinê jî heta niha potansiyela berpirsyariya jinan li ber çavan nagirin.
Her wiha piraniya lêkolîneran destnîşan kirin ku kêmasiya perwerdeyê bûye sedem ku jin di navendên biryardayînê de tunebin. Bi nêrîna min asta daketina destûrê di riyeke lawaz de tê kirin. 
Li gorî we gihîştina hevsengiya tam û baş pêkan e gelo?
Teqez em ê rojekê bigihîjin hevsengiyê û ez texmîn dikim ku hevsengî ji pêkanînê re vekiriye. Em di axaftinên xwe de timî dibêjin ku armanca me gihîştina heyvê ye. Ji bo vê herî kêm tevî ku rê zehmet bû jî em ê xwe nêz bikin. Wisa ye hevsengî, hewldanên me dê bihêlin ku em nêzî wê bibin. Doza jinan stratejîk e û bandora wê li ser tevahî dozên stratejîk a dewletan heye. Ji ber vê hevsengiya di navbera her du zayendan de, dibe rêbaza avakirina civakeke hevseng.
Hûn rewşa jinên Mexribê bi çi awayî bi yên li herêmê re muqayese dikin?
Ji xwe tê zanîn ku li herêma Mîna yanî başûrê Efrîqayê û Rojhilata Navîn jin di qonaxeke lawaz de ne. Ji ber ku hê beşek ji mafên wan pêk nehatiye lê li Mexribê derfet hene di meseleya pêşketina jinan de. Em destkeftiyên heta niha ji bo sûda jinên Mexribê kêm dibînin. Temsîliyeta siyasî ya jinan lawaz e û tevî vê yekê jî enerjiya jinan hatiye qelskirin.
We komeleya Ewwal Huriyet saz kir, çima ev komele û sedema sazbûna wê çi ye?
Berî ku em li ser armancên komeleyê biaxivin dive em li ser navê Ewwal biaxivin. Jixwe ew nav Emezîxî ye û tê wateya axaftinê. Axaftin li ser şikandina azadiya ferdî, zewaca temenê zarok, wekheviya di ware mîras de û hwd. sedema sazkirina komeleyê ew e ku nîşan bide di civakê de cudahî heye û komele jî dê bersiva van hemû tiştan be.
Mînak, em nikarin bibêjin ku pêwendiyên zayendî ji derveyî çarçoveya zewacê tune ne, ger em wisa bibêjin wê demê diyar dibe ku em li ser realîzmeke din a ku em nikarin bijîn diaxivin
Nezha El-Seqlî tu dûrî siyasetê û nêzî mirovan î. Gelo li gorî te jin dikarin dev ji mêran berdin?
Jin û mêr her du jî hewceyî hev in, yek bi armanca anîna zarokan û parastina domandina mirovan e. Ev pêwendiyeke xwezayî ye, yek jî ji bo terbiyekirina zarokan e. Ji ber wê ne jin dikare dev ji mêr berde û ne jî mêr dikare bê jin bijî. 
Gelo pratîka siyasetê û karên komeleyê, li hesabê malbata we dihat. Ango hûn dikaribûn hevsengiyê çêbikin?
Berovajî wê, pratîka min ji siyasetê re yan jî karê komeleyê tu bandorê li ser jiyana min nake. Tevî ku hevserê min têkoşerekî siyasî bû jî dîsa têdigihîje. Wî hişt ku ez karê xwe yê siyasî li şûna wî berdewam bikim, wî ji min re derfeta têkoşînê da.
Bi nêrîna we Roja Jinên Cîhanê baldariyek baş û tam ji bo rewşa jinan bi civakê re ava dike?
Rojek tenê ji bo jinan di salê de kêm e. Ew hewceyî her rojî ye divê ji bo wê pîrozbahî werin lidarxistin ji ber ku ew bingeha malbatê ye û nîvê civakê ye.
Di dawiyê de peyama we ji jinên Mexribê re çi ye û hûn dixwazin di pêşerojê de jinan çawa bibînin ?
Ez hêvî dikim ku jin bigihîjin mafên xwe û dikarim bibêjim ku jinên Mexribê tevî hemû astengiyan jî dikarin biafirînin. Hêviya min ew e ku derfetên wan hebin da ku bikaribin armancên xwe pêk bînin.
Nezha Seqlî kî ye?
Nezha Seqlî wezîra berê ya hevgirtina malbatê û pêşketina civakê ye, di navbera salên 2012-2017’an de her wiha yek ji kesayetên siyasî yên jinên Mexribê ye di Partiya Pêşverû û Sosyalît de.
Navê wê bi parastina mafên jinan hatiye bihîstin. Ji ber ku ew yek ji sazkarên komeleya demokratîk a jinên Mexribê bû her wiha ew yek ji sazkara rojnameya Jinên Mexribê ye. Ew rojnameya duyemîn e di warê çapemeniya jinan de.
Di sala 2004’an de Nezha EL-Seqelî ji ber ku di warê mafên jinan de axiviye xelata herî baş a cîhanê wergirtiye.