Nexweşî li bedena wan vedide û bi zehmetiyên jiyanê re rewş xirabtir dibe

Du zarokên Efrînî di mêjiyê xwe de astengdarin bi nexweşiya (Epilepsy) ketine, ev nexweşî ji dayikbûnê bi wan re çêbûye. Malbata zarokan gelek zehmetiyan li Şehbayê piştî koçberiya ji Efrînê, dikêşin.

Şehba - Bi koçberiyê re mirov zehmetiyên pir bi êş dikşînin, barê wan girantir dibe û debara jiyanî jî êdî zehmet dibe. Malbateke ji Efrîna dagirkirî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kantona Şehbayê dijîn di nav şet û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Malbat ji 4 zarokan, dayik û bavê wan pêk tê, 2 zarokên wan di mêjiyê xwe de astengdarin bi nexweşiya (Epilepsy) ketine. Zaroka keç  Zeyneb Hiso ya 8 salî û birayê wê Mihemed Hiso yê 10 salî bi rewşa koçberiyê re dermanê nexweşiya wan peyda nabe, ev dibe astengî ji bo malbatê jî ku rewşeke jiyanî tijî zor û zehmetî bijî. 
Di 18’ê Adara 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê Herêma Efrînê dagirkirin. Bi dagirkeriyê re mirov li ser axa xwe koçber bûn û berê xwe dane herêmên bi ewle. Hêjmareke mezin ji koçberan li Kantona Şehbayê-Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dimînin û di kampan de dijîn. Li Şehbayê jî gelek rewşê mirovî pir zehmet hene, Rêveberiya Xweser li gor derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dike.  Lê ev yek têrê nakê dorpêça ji aliyê Rêjîma Baas ve her wiha paşguhkirina rêxistinên mirovî ji koçberan re dibe sedema derketina van aloziyên jiyanî. Taybet ji bo mirovên bi temen mezin, zarok, jin û mirovên nexweş.  Têkildarî mijarê dayika herdu zarokên astengdar Dunya Omer rewşa zarokên xwe ji me re parve kir. 
Ambargoyên ser Şehbayê 
Di nav rewşa koçberiyê de derûniya zarokan jî tê guhertin, ev yek jî pirsgirêkên bingihîn ji bo malbatê derdixe, têkildarî vê yekê Dünya wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di encama koçberiya ji Efrînê peydakirina dermanan ji bo zarokên min zehmet bû. Keça min Zeyneb astek bilind ji vê nexweşiyê dijî nikare bimeşe an biaxive û ev rewş bi koçberiyê re bêtir zêde bû. Rewşa koçberiyê jî roleke girîng dilîze û bandorê ser derûniya zarokan dike. Di Şehbayê de dorpêçeke dijwar heye, her demekê rêyên di navbera Şehba û Helebê de ji aliyê Rêjîma Sûriyayê ve tê girtin.  Em nikarin derbasî Helebê bibin û zarokên xwe tedawî bikin. Sedema esasî jî derman derbasî Şehbayê nabin, ev yek rewşên jiyanî pir xeter bi xwe re dide avakirin."
Buhabûna dermana
Di rewşên dijwar de gelek şert û merc ser mirovan tên ferzkirin, bi vê yekê hêzên serwer ji êşên mirov ji xwe re sûd werdigirin û didin bi kar anîn. Duniya wiha pêde çû: "Ger em bixwazin ji bo zarokên xwe dermana ji Helebê bînin, pêwîst e em di bendên kontrolê yên Rêjîma Sûriyê re derbas bibin. Rêjîma Sûriyayê rewşa koçberan ji xwe re sûd dibîne ku pereyan ji wan bigirin û bûha bavêjin ser kirîna dermana. Dermanfiroş jî dermanan bûha difroşin, em nikarin dermana bûha bikirin. Zarokên min ji dermana qut bûne û nexweşiya wan di benda wan de vedide."
Erka rêxistinên mirovî
Dunya di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erka xwe ve rabin, ji bo koçberên nexweş dermana peyda bikin û wiha bi dawî kir: "Gereke Rêxistinên Mafê Zarokan û Rêxistinên Mirovî ji bê dengiya xwe derkevin. Mafê zarokên astengdar heye bijîn û pêwîstiyên wan bên peydakirin. Hemû rêxistin ji rewşa heyî xwe paşguh dikin. Sûcê zarokan nîne ku di van rewşan de bijîn. "