Newroz ji bo Kurdan nasname û berxwedan e

Ji agirê Kawayê Hesinkar bigre heta têkoşîna Kurdan û Kawayê Hemdem, Newroz bi salan e sembola azadî û aîdiyetê ye û tevî hemû êrîşan jî hebûna xwe berdewam dike.

SÎLVA ÎBRAHÎM

Kobanê – Di van deh salên qedexe û tepeserkirinê de, Newroz ji cejnekê bêhtir bûye berxwedan û nasname. Her çendî bîra Kurdan bi çîrokên berxwedêr dagirtî be jî qonaxa siyasî ya heyî li Sûriyeyê pirsên nû der barê pêşeroja vê nasnameyê û rêbazên ji bo damezrandina wê ya qanûnî de derdixe holê.

Newroz kevirê bingehîn ê nasnameya Kurdî ye, dîrok, û têkoşînê tevlihev dike. Çîroka sembolîk a Kawayê Hesinkar ku agir pêxist, dawiya zilmê nîşan bide, bûye semboleke kûr a azadî û nûkirina nasnameyê. Rêûresmên Newrozê îradeya gelekî diyar dikin.

Newroz bîranîneke berxwedanê û nasnameyeke ku nayê vemirandin

Hunermend û endama Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xudo li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, Mahbûba Botan di nav hezaran jin û mêrên Kurd de ku tevî salên tepeserkirina rejîma Baasê de, li ser vejandina cejna Newrozê sekinîn, modelek temsîl dike. Mahbûba di wê serdemê de xebata xwe ya hunerî û beşdarbûna xwe di organîzekirina pîrozbahiyên Newrozê de domand, da ku bi riya ezmûna xwe îradeya parastina çand û nasnameyê li hemberî hewldanên dûrxistin û paşguhkirinê nîşan bide.

‘Newroz semboleke çandî û têkoşînê ye’

Mahbûba Botan dibêje ku Newroz semboleke çandî û têkoşînê ji bo gelê Kurd e û pîrozkirina wê di dema rejîma Baasê de qedexe bû ji ber ku ew nasnameya vî gelî nîşan dide û balê dikşîne ser rêbazên tundiyê yên ku ji hêla rejîmê ve têne bikaranîn da ku pêşî li her xuyangkirina pîrozbahiyê bigrin û got: "Em nikarin bi eşkereyî ji bo Newrozê amade bibin, ji ber ku ev tê wateya girtin û rûbirûbûna tundiyê. Me berê bi dizî li malên endamên komên hunerî prova dikir."

Mahbûba Botan bûyerek ku di bîra wê de maye dema ku endamên rejîma berê di şeva cejnê de cilê xwe yê folklorî şewitandin lê wê dev jê berneda. Di şûna wê de, heman şevê cilê nû dirût da ku roja din beşdarî pîrozbahiyê bibe û diyar kir ku îradeya pîrozbahiyê ji hemû hewldanên pêşîgirtina wê xurtir bû.

Li dijî hemû rêbazên tundiyê agirê Newrozê gur dibe

Carekê, piraniya endamên koma hunerî hatin girtin lê ev yek wan ji berdewamkirina provayan û beşdarbûna di pîrozbahiyên Newrozê de nehişt. Mahbûba Botan wiha zêde kir: "Di yek ji pîrozbahiyên Newrozê de, hevjînê min performanseke şanoyî pêşkêş kir ku tê de rexne li siyaseta dûrxistinê ya ji hêla hikûmeta Baasê ve dihat şopandin kir û çend roj şûnda ew hat girtin û salek û du mehan di girtîgehê de ma. Hevjînê min her sal ji ber beşdarbûna xwe di pîrozbahiyên Newrozê de dihat girtin lê hemû rêbazên tundiyê yên ku li dijî me hatin bikaranîn qet nehiştin ku em vê rojê pîroz nekin."

Bi ruhê Mazlûm Doxan agirê Newrozê geş dikin

Mahbûba Botan bîranîna şervanê Kurd Mazlûm Dogan ku di zindanên Tirkiyeyê de agirê Newrozê pêxist û di 21’ê Adara 1982’yan de şehîd bû, bi bîr anî û got: “Em biryardariya xwe ya pîrozkirina vê roja pîroz ji şehîd Mazlûm Dogan digrin. Wî Newroz bi agirê bedena xwe pîroz kir ji ber vê em çawa dikarin ji riyeke ku bi xwîna şehîdan ronî bûye paşve vekişin? Tevî ku rejîma Baasê hewl dida çanda gelê Kurd biçewisîne jî bi ser neket. Piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir, me dest bi pîrozkirina Newrozê bi awayekî azad kir û em niha ji bo pîrozbahiyên Newroza 2026’an amadekariyan dikin. Em hêvî dikin ku girtiyên me jî azad bibin da ku bi hev re cejna xwe pîroz bikin.”

Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a Kobanê, parêzer Rozîv Keno bawer dike ku Fermana Hejmar 13 gaveke erênî hesibandine lê diyar kir ku tenê ev ferman têrê nake mafên gelê Kurd misoger bike û wiha axivî: “Bicihkirina van bendan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de tenê rê ye ku ew bibin mafên daîmî, bi taybetî ji ber ku qonaxa veguhêz demkî ye û bi dawiya dema serokê niha re diqede. Piştî 4 salan dibe ku kesek din were ser desthilatdariyê, biryar û fermanên ku di qonaxa veguhêz de hatine dayîn betal bike. Ev jî fikarên gelê Kurd li ser xwespartina biryarên devkî yan ne destûrî zêde dike."

‘Divê zimanê Kurdî bi fermî bê naskirin’

Rozîv Keno bal kişand ser nakokiya di navbera peymana 10’ê Adarê de ku li ser parastina mafên çandî û zimanî yên Kurdan disekine û daxuyaniya destûrî ku behsa van mafan nekiriye. Ji ber ku her biryarek di destûrê de cih negire ne mayînde ye û ne xwedî hêza qanûnî ye.

Rozîv Keno tekez kir ku tevlîkirina zimanê Kurdî di bernameya xwendinê de wekî derseke bijarte, nîşan dide ku ew wekî zimanekî biyanî tê dîtin, ne wekî zimanekî sereke ji bo gelekî ku beşek yekgirtî ya tevna Sûriyeyê pêk tîne. Pêkanîna her biryareke destûrî ya pêşerojê dê berpirsyariya parlamentoya bi awayekî demokratîk hatî hilbijartin be.

‘Beşek ji berpirsyariya nivîsandina destûrê dikeve ser milên siyasetmedaran’

Rozîv Keno girîngiya xebata yasayî di vê qonaxê de tekez kir û diyar kir ku beşek ji berpirsyariya nivîsandina destûrê dikeve ser milên siyasetmedaran lê pisporên yasayî beşa têkildarî parastina mafan û misogerkirina sazkirina wan a yasayî hildigrin da ku ew tenê wekî slogan nemînin û destnîşan kir ku îlankirina Newrozê wekî cejneke fermî û girêdana wê bi Roja Dayikan re zîhniyetek ji rejîma Baasê mîras girtiye nîşan dide ku hewl da sembolên Kurdî ji wateya wan a resen vala bike.

‘Pêwist e mafên Kurdan bi riya nivîsên zagonî bên parastin’

Di dawiyê de, parêzer Rozîv Keno tekez kir ku pêwist e mafên gelê Kurd bi riya nivîsên qanûnî yên zelal werin parastin ne ku xwe bispêrin biryarên devkî yan fermanên nedestûrî da ku paşê li parlamento û dadgeha destûrî li ser wan nîqaş bikin.