“Nêrîna civakê ya serdest, jinên astengdar dixe nava çerxa şîdet û îstîsmara zayendî'

Kesên astengdar ên xwedî pêdiviyên taybet in rastî gelek astengiyan tên ku ev yek rê li ber beşdarbûna wan a aktîf di jiyana giştî de digire û di aliyê jiyanî de rastî pirsgirêk û binpêkirina mafên xwe tên.

NEXEM KARACA

Xeza- Zarokên keç û jinên ciwan ên xwedî pêwîstiyên taybet hê jî di aliyê bidestxistina mafên xwe de, ji ber tunebûna parastin û îhmalkariyê ji gelek tiştan bêpar in. Di civakê de piraniya malbatan zarokên xwe yên keç ên xwedî pêwîstiyên taybet weke barek giran li ser milê xwe dibînin. Li aliyê din jî ji ber ku rolek ji bo wan tune ye, moralê wan xirab dibe. Ev jî dibe sedem ku xwe bi tenê bihêlin û ji civakê dûr bikevin. Li aliyê din malbatên ku li zarok û jinên astengdar xwedî derdikevin, şiyana wan zêde dikin û enerjiya wan geş dikin hene.

“Gelek cureyên astengdariyê hene”

Derûnînas Sûad Ebû Zelfa der barê rewşa kesên astengdar de axivî û got: “Kesên astengdar, tenê bi alîkariya kesên din dikarin kar bikin ji bo ku şert û mercên jiyana xwe hêsan bikin, fonksiyonên xwe serbixwe pêk bînin. Gelek cureyên astengdariyê hene, wekî astengdariya tevgerî, bihîstin, derûnî û dîtbarî û kesên din jî hene ku di warê tenduristî û xwendinê de kêmtir bextewar in û ji piraniya mafan bêpar dimînin. Bi taybetî keç û jinên ciwan hîn zêdetir rastî tundutujiyê tên. Xirabtirîn tiştên ku jinên ciwan ên astengdar pê re rû bi rû dimînin, îstîsmara zayendî ye ku di nava malê de lê rast tê. Ew kesên ku vê cure îstîsmarê dikin, di exlaq û kesayetiya wan de kêmasiyek heye. Gelek caran tundiya zayendî ji aliyê kesên ji malbata wan li wan tê kirin. Ji ber ku ew lawaz in, nikarin biaxivin û eşkere bikin. Ji ber vê yekê dikeve vê xefikê jixwe bibêje jî kes jê bawer nake. Gelek doz hatin ber destên me, di nav wan de bûyera ciwaneke 18 salî hebû. Ew ciwan ji aliyê bavê xwe ve hatibû tacîzkirin. Dengê qîrîna wê ji aliyê cîranan ve hatibû bihîstin. Dema ku aliyên pêwendîdar hatin agahdarkirin jî tu refleks têkildarî mijarê çênebû. Ji ber ku weke pirsgirêkên malbatî hat dîtin hat gotin ku eleqeya tu kesê pê nîn e.”

“Divê kampanyayên parêzvaniyê bi armanca perwerdekirina civakê werin organîzekirin”

Sûad Ebû Zelfa teqez kir ku divê kampanyayên haydarkirin û çaksaziyê ji bo jinên keçên ciwan ên astengdar û her wiha ji bo malbatên wan, li ser çawaniya rûbirûbûn û xwedîderketina li wan werin lidarxistin û wiha domand: “Divê kampanyayên parêzvaniyê bi armanca perwerdekirina civakê bên organîzekirin. Ev yek jî di çarçoveya aktîfkirina rola saziyên ragihandinê de, amadekirina kampanyayên danasînê yên ku edaletê ji mafên wan re pêk tînin e dikare pêk were. Guhertina nêrîna civakê û pêşxistina şarezahiyên wan, bi karkirina li ser perwerdeyê û pêşxistina şiyanên wan ji bo zêdekirina baweriya bi xwe pêkan e.”

Ebîr El-Herkalî jina ciwan a ku ji lingên xwe astengdar e wih got: “Tevî ku ez astengdar im jî vê yekê ez lawaz nekirim. Di destpêkê de bi gelek zehmetiyan re têkoşiyam û min piştgirî û dewreyên perwerdeyê li Navenda Karûbarên Jinan girt heta ku ez bûm sekretera wê derê. Min wek hinek zarokên keç û jinên ciwan astengdarî di jiyana xwe de nekir asteng û piraniya mafên xwe jî di nav de mafê xwe yê xebatê jî min bi dest xistiye.”

“Dengê girîna min gihîşt guhên cîranan”

Jina ciwan M. S ya 22 salî ku di warê derengmayîna mezinbûnê de astengdar e wiha behsa xwe kir: “Ji ber astengdariya xwe, malbata min ez wek barekî giran didîtim, vê yekê min gelek diêşand. Ez bi saetan li odeya xwe rûdiniştim, tu kesek ji malbata min bi min re nediaxivî. Min ji îhmalkirinê pê ve tiştek nedît. Heya ku ez gihîştim rewşeke wisa min nikaribû red bikim an eşkere bikim. Bavê min ez di odeyeke veqetandî de digirtim. Ji ber ku vê yekê tekane çareya rizgarbûna ji şerma li pêşberî civakê , didît lê min nikaribû tehemula rewşê bikira. Ez bi denge bilind giriyam, dengê min gihîşt guhên cîranan û wan rayedarên pêwendîdar agahdar kirin ku min rizgar bikin. Ger wisa nebûya ez ê ji ber dijwariya li ser xwe û neheqiya ku min dîtibû bimiriyama.

“Divê dewlet rêzikname û kontrola ji bo kesên astengdar bixe bin temînatê”

Li gorî rapora destpêkê ya dewleta Filistînê ya li ser peymana Mafên Astengdaran a di sala 2019'an de hatiye diyarkirin di Qanûna Mafên Astengdaran de parastina kesên astengdar ji şêwazên şîdet û îstîsmarê heye. Li gorî vê: “Divê dewlet bi rêzikname û kontrolê kesên astengdar ji her cure şîdet, îstîsmar û cudakariyê diparêze bixe bin temînatê. Pêwîst e kesên astengdar cudakariya ji ber astengdariyê li dijî wan tê kirin qebûl nekin.”

Di xala 9’an a Qanûna Mafên Astengdaran de wiha tê gotin: “Divê dewlet rêgez û kontrolên ku kesên astengdar ji her cure tundî, îstîsmar û cudakariyê diparêze têkûz bike.”

Di xala jimare 10 de jî wiha tê gotin: “Berpirsyariya Wezareta Geşedana Civakî ew e ku bi rayedarên jêhatî re hemahengî bike da ku rêziknameyên ku kesên astengdar ji her cure şîdet, îstîsmar û cudakariyê diparêzin bixe bin temînatê.”

Li gorî daneyan, hejmara jinên astengdar li Xezayê li Wezareta Pêşketina Civakî hatine tomarkirin, nêzî 24 hezarî ye û zarokên keç jî hejmara giştî ya hatiye tomarkirin zêdetirî 35 hezaran e.