Nedîtin li pêşiya serkeftina wê nebû asteng
Şeyma Enwer, destûr neda astengdarî li pêşiya hedefên wê yên akademîk û pîşeyî bibe asteng, berevajî bi zoriyan re hevrû bû, bû xwedî serkeftinek mezin û jiyana xwe bi kesên dibînin û nabînin re ji bo perwerdekirina têkiliyê derbas dike.
ÎMAN SEMÎR ELÎ
Misir – Şeyma Enwer, jinek ciwan a Misira Jorîn e, tevî ku ji dema jidayîk bûye ve lavên wê nabînin, nîşan da ku bi ezim û biryardarî mirov nebîne jî dikare gelek tiştan bike. Tenê bi serkeftina akademîk têr nebû, meydanxwendinê derbas kir û bû yekem astengdara ku li herêmê kesên çavên wan dibînin perwerde dike.
Şeyma Ehmed Enwer a 33 salî, ji dema jidayîkbûn ve çavên wê nabînin lê belê nedîtin li pêşiya ezim û biryardariya serkeftinê nebûye asteng. Ji beşa Dîrokê ya Fakulteya Wêjeyê mezûn bû, piştre belgeyên pedagojîk û pîşeyî girt.
Şeyma Ehmed Enwer diyar kir ku ji pola yekem a dibistana seretayî, heta amadeyî di dibistana astengdarên dîtinê de xwendiye, ji ber ku ji bo astengdarên çav fakulteyên taybet tunebûn, çûye beşa dîrokê ya ji bo yên dibînin.
Di dema dibistana amadeyî de dawiya hefteyê dersên xwe di ber çavan de derbas dikir û dersên taybet digirt. Bi vî awayî hemû perwerdeyan bi serkeftin temam kir û bû yek ji xwendekarên polê.

Şeyma Enwer, rewşek ku ji bîr nekir anî ziman û da zanîn ku bavê wê mamoste anîbû malê di nav de mamosteyê bîrkarî hebûye. Her wiha dibêje ku destpêkê nexwestiye dersa bîrkarî bibîne, ji ber ji bîrkarî re vegotinek nivîskî lazim bû û Şeyma tenê bi gotinî fêr dibû, bi demê re mijar bi lez fêm kir û sekeftî bû da zanîn ku di destpêkê de ditirsiya.
Rêwîtiyek bi zoriyên jiyanê û tije hêvî
Fakulte ji mala wê 70 kîlometreyan dûr bû, dayîka wê ew her sibeh saet di 5’an de dibir fakulteyê, piştre vedigeriya kar. Şeyma dema westana dayîka xwe dît, biryar da keçên gund bibe fakulteyê û bîne. Wan jî destek da.
Bi xwedenkarên ku pergala ezmûna didît re heman bû, li fakulteyê bi pergala Braille ezmûn nedihat kirin, di ezmûnan de bi riya alîkarên ku didan gel wê bersivên wê di nivîsandin lê belê asta wan a akademîk ji ya wê kêmtir bû, da ku kopya nekşîne. Ji ber vê pergalê notên wê bi bandor dibûn, ji ber nivîsa dihat nivîsîn ne ya wê bû. Lê dîsa jî li gorî nivîsa dest pile dida.
Piştî xwendina bilind temam kir, biryar da bikeve jiyana kar û di navendên cuda de dest bi xebatê kir, li gel astengdarên dîtinê û yên dibînin li Braille perwerde da, di qesrên çandê de û navendên taybet de xebitî, di dibistanên têkiliyan de li ser bikaranîna kompîtorê perwerde da, di heman demê de di jiyana rojane ya astengdarên dîtinê de di mijara pêkanîna serxwebûna şexsî de perwerde kir.
Şeyma Enwer dixwaze biçe derveyî welat, ji bo bizanibe yên çavên wan nabînin çawa dijîn û bibe xwediyê berçavka ku navê ‘berçavka jiyanê’ lê kiriye ku xwedî taybetmendiyên taybet e, derdora xwe bibîne.