Necah Cemul: Destê ku êşa hestiyan sivik dike

Li Suweydayê, Necah Cemul a ku pîşeya kevnar a rastkirina hestiyan ji bavê xwe mîras girtiye, tevî zehmetiyên fîzîkî bi salan e bi xwebaweriyeke mezin êşa nexweşan sivik dike û vê mîrateyê didomîne.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Li Suweydayê, pîşeya kevneşop a di civaka Ereb de, rastkirina hestiyan ku bingeha wê digihîje zanîna kevnar a gelan û nifş bi nifş didome, îro bi tunebûne re rûbirû ye. Ji ber ku ev pîşe, bi piranî ji aliyê mêran ve tê kirin, hejmara jinên vî karî dikin kêm e. Bi taybetî ev pîşe, dema ku bi birîn û şikestinên cuda ve girêdayî be, hêzeke fîzîkî û tecrubeyên mezintir pêwîst dike.

Ji bo Necah Cemul, tedawiya hestiyan ne tenê pîşeyek e, ji mîrateya malbatê ango ji bavê wê maye. Bavê wê, di vê qadê de çavkaniya wê ya ewil a zanînê bû. Xebatên wê yên salan, tecrubeya wê bi pêş xist û di vê yekê de rêbazeke taybet a aydê xwe bi pêş xist.

Her çendî ji ber guhertina şêwazên jiyanê û belavbûna rêbazên nûjen ên tibî de gelek pîşeyên kevneşopî winda dibin jî Necah Cemmul vê pîşeya ku ji bavê xwe mîras girtiye didomîne û hêvî dike ku nifşê din ê malbata xwe jî hînî vê pêşeyê bike.

Di zarokatiya xwe de fêr bû

Destpêka fêrbûna Necah Cemul a vê pîşeyê, vedigere dema zarokatiya wê ya rêfa 5’emîn. Bavê wê ew bi xwe re dibir û îsrar dikir li ba wî bimîne. Necah Cemmul, diyar dike ku bavê wê her dem wê teşwîq kiriye û ev yek bûye sedem ku şerm û tirsa xwe derbas bike. Her wiha diyar dike ku piştgiriyeke ku bi taybetî di danûstandina bi nexweşên ji temenên cuda re çêbûye girîng bû.

Necah Cemmul, dide zanîn ku bi demê re bûye xwedî hestên xwebaweriyê û tecrubeyên wê çêbûne, gihîştiye asteke ku dikaribû bi kesên dihatin malê re eleqedar bibe û xizmeta zarok, ciwan, jin û extiyaran bike.

‘Mudaxeleya min a ewil xwebaweriya min zêde kir’

Necah Cemul, bi van gotinan bûyereke ku hê di bîra wê de zindî maye, tîne ziman: “Rojek zarokek kur ê ku temenê wê nêzî min bû qezeyek derbas kiribû, hat mala me. Bûyer li bajarokê Anazê yê nêzî deh kîlometreyan dûrî Salkhadê, qewimîbû. Zarok bi giranî birîndar bûbû, gelek hestiyên wî şikestibûn. Di vê pêvajoyê de derfetên tibî sînordar bûn û li Salkhadê nexweşxane tunebû lewma nexweş neçar mabûn ji bo girtina rontgenan biçin Suwaydayê. Dayîka min, min teşwîq kir ez bi vê rewşê re rûbirû bimînim. Piştre min berpirsiyariyê girt ser xwe û ev yek bû yek ji xalên werçerxê, xwebaweriya min zêde kir û girêdana min a pîşeyî xurt kir.”

‘Bi saya serkeftinê baweriya mirovan bi min zêde bû’

Necah Cemul a di dermankirina hestiyan de perwerdeya akademîk a fermî negirt, destnîşan dike ku zanîna teorîk bi tena serê xwe ji pêkanîna pratîkî cuda ye û da zanîn ku her bûyera pê re rûbirû maye ezmûneke nû bû, her tecrubeyek tevkarî ji bo pisporiya wê ya pîşeyî kiriye.

Her ku bi demê re tecrubeyên wê zêde bûn, tedawiyên zehmet ji bo wê bûn, sedema pêşketinê. Necah Cemul, diyar kir ku serkeftina a wê ya dermankirinê, bûye sedema zêdebûna baweriya mirovan. Necah Cemmul, da zanîn ku ev bawerî bi hêsanî nehatiye qezenckirin, bi saya xebatên bi salan û encamên serkeftî ava bûye.

Ji bo Necah Cemmul, domandina pîşeyê ne hêsan bû bi taybetî piştî zewicî, karê wê êdî bi demên diyarkirî re sînordar nebû. Necah Cemmul, dest bi dîtina tedawiya nexweşan a di demên cuda de kir û heta derengê şevê yan jî di saetên zû yên sibehê de kar kir.

Necah Cemmul, da zanîn ku ew nexweşên ji deverên cuda yên weke Al-Sahwa, Miyamas û Arman tên jî tedawî dike û diyar kir hatina nexweşan a ji derveyî herêma wê, nîşan dide ku gelek kes baweriya xwe pê tînin.

Qezenca madî ne motîvasyona sereke bû’

Necah Cemul, tekez dike ku qezenca madî ne hêza sereke ya teşwîqker a domandina karê wê ye û diyar dike ku armanca wê ji destpêkê ve alîkariya mirovan û sivikkirina êşa nexweşan bûye. Necah Cemmul, diyar kir ji ber ew bawer dike nirxa rastîn a karê wê alîkarîdayîna nexweş û sivikkirina êşa wan e, di gelek rewşan de bêyî girtina heqdestek bilind alîkariya nexweşan kiriye.

‘Ez dixwazim vê mîrateyê bidomînim’

Necah Cemul, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê pîşeya tedawîkirina hestiyan a bi rêbaza Ereban, nifş bi nifş bimîne. Necah Cemmul, axaftina xwe wiha domand: “Zaroken min jî hinek fêrî vê pîşeyê bûn lê bi awayekî çalak vê pîşeyê nakin. Ez hêvî dikim ku di pêşerojê de endamekî malbata min vê mîrateyê bidomîne. Gihîştandina vê pîşeyê ji bo nifşên pêşerojê, yekane riya parastina vê ye. Dibe ku mirov jiyana kurt an dirêj bijî lê ya ji bo min girîng e ew e ku ev pîşe piştî min jî bidome.”

‘Di eleqedarbûna hinek nexweşan de pêdivî bi hêzeke mezin heye’

Necah Cemul, destnîşan dike ku tedawiya hestiyan ne pîşeyeke hêsan e û ji ber xwezaya xwe, hewcedarê hewldaneke fizîkî ya mezin e û wiha dibêje: “Ev yek ketina jinan a nava vê karê dijwartir dike. Di eleqederbûna hinek bûyeran de pêdivî bi hêzeke mezin heye û karkirina bi salan bandorê li beden û masûlkeyên mirovan dike. Ez ji bilî tedawiya hestiyan, fêrî hinek rêbazên hekîmtiya gelerî bûm. Ez êşa stû û piştê jî tedawî dikin.”

Rêbazên ku dikartîne êşa nexweşan sivik dike

Tecrubeya Necah Cemul, li hemberî pêşketina dermanên nûjen û berfirehkirina karûbarên tenduristiyê, der barê pêşeroja pîşeyên kevneşopî yên li ser bingeha veguhestina tecrubeyê ya ji bo nişfên din de pirsek mezin derdikeve holê.

Ji bo Necah Cemmul, parastina vê pîşeyê nayê wateya redkirina tiba nûjen. Berevajî vê, tê wateya parastina mîrateyek li ser zanîna gelêrî ye ku ew bawer dike di hinek rewşan de dibe alîkar sêşa nexweşan sivik bike.