Navenda Parastina Jinên Xezayê ji bo jinan xizmetê dike
Navenda Parastina Jinên Xezayê ji bo parastin û piştgirîkirina jinên Filistînî xizmetê pêşkêş dike
REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Jinên Xezayê di seferên çun û hatinê yên derveyî welat de zoriyê dibînin. Rêvebira Navenda Lêkolînan a Şêwirmendiya Yasayî û Parastina Jinên Xezayê Zeyneb El-Gunemi têkildarî mijarê nirxandin kir. Zeyneb El-Gunemi got ku gelek destkeftî yên ku xizmet ji jinan re kirine dê were bicihanîn, di nav de kampanyayên parêzvaniyê yên ku ji bo betalkirina qanûna qedexekirina geştyariya jinan a bêyî destûra welî ya ku ji aliyê Konseya Bilind a Dadweriyê ya Xezaê ve hatiye derxistin.
Zeyneb El-Gunemi da zanîn ku kar li ser mijarên tundutujiya li dijî jinan hat kirin, çi di dema kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiyê, çi bi rêya pejirandina yasaya parastina malbatê ji tundutujiyê, ew jî bi riya lidarxistina çend danişînên diyalogê ligel çend aliyan çêbûye û bal kişand ser wê yekê ku di destpêka sala 2022'an de bi Desteya Bilind a Dadweriyê re hevkarî hate kirin da ku rêzenivîsek ji bo hêsankirina rêgezên jinan li dadgehan bên derxistin û hîn jî xebat li ser nameyên din ên di bin lêkolînê de ne, didome.
“Xezmeta madî û piştevaniya derunî ji bo jinên mexdur tên kirin”
Zeyneb El-Gunemi amaje bi wê yekê kir ku navendê nêzî 350 jinan di heyama salekê de pêşwazî kir ku xizmetguzariyên yasayî ji wan re hatine pêşkêş kirin, 100 ji wan xizmetguzarî girêdayî dosyayên hevberdanê wergirtin û 250 jinan jî xizmetguzariyên girêdayî mijarên curbicur ên weke neqfa, parêzvanî û pirsgirêkên din wergirtine. Zeyneb wiha dom kir: “Di heman demê de xizmeta sitargehê ji hejmarek jinên tevî zarokên xwe hat pêşkêş kirin û xizmetên dijî tundutujiyê ji bo 6793 jinên ku serî li navendê dabûn jî hatin pêşkêş kirin. 45 jin di beşa parastinê de hatine pêşwazîkirin û beşa sitargeha navendê jî 33 jin pêşwazî kirine tevî zarokên wan. Xizmetên piştevaniya derûnî ji wan re hatin pêşkêşkirin û ji bo kontrolkirina rewşa wan a di nava malan de, serdanên şopandina malbatên wan hatin kirin. Di nava xizmetên ku tên pêşkêşkirin de çenteyên tenduristiyê ji bo jinan, dayîna xercên zanîngehê ji bo xwendekarên zanîngehê, li gel dabînkirina kincên dibistanê ji bo zarokan jî hene. Di rewşên alozî di navbera hevjînan de hebe û jin mexdur be kirêya xanî ji bo sê mehan ji jinan re tê dayîn da ku alîkariya wan bike. Ji bilî xizmetên tenduristiyê yên cihêreng û xizmeyên birêvebirina dozê.
“Perwerdeya parastinê ji bo jinan hat dayîn”
Zeyneb El-Gunemi anî ziman ku di nava dozên jinên ku rastî destdirêjiyê hatine ku serî li navendê dane de, ji sedî 100 rastî şîdeta derûnî heye û wiha berdewam kir: “li gorî lêkolînên navendê hat dîtin ku ji jinên rastî destirêjiyê hatine ji sedî sed şideta derunî dîtine, sedî 94 jî rastî şîdeta civakî, ji sedî 77 tundiya bedenî, ji sedî 14 şîdeta zayendî û ji sedî 94 jî rastî şîdeta malbatê hatine. Tevî şert û mercên dijwar ên navendê ji ber pandemiya koronayê û êrîşa Gulana 2021'an a li ser Xezayê, kariye xizmetên dîtina zarokan ji 118 malbatan re peyda bike. Cardin karibû rahênanek ji bo beşa hikûmetê ku tê de 80 lêkolîner, 40 leşkerên nû û 56 polîsên jin hebûn pêk bîne. Her wiha bi armanca afirandina jîngeheke dîjîtal a ewle ji jinan re perwerdeyên xweparastinê, perwerdeya şarezayên dîjîtal û ewlekariya dîjîtal hatin dayîn. Ji 70 zarokan re xizmetên birêvebirina dozê hatin pêşkêşkirin.”