Navenda çareseriya pirsgirêkên jinan Navenda Weşim

Di sala 2019'an de Navenda Weşim ji bo Lêkolînên Jinan li bajarê Bengazî hate vekirin û di vê salê de hate ragihandin ku hewiceye bibe yekemîn navenda bi jin û pirsgirêkên zayendî re eleqedar dibe. Ew tenê devera pispor e di warê lêkolînên têkildarî jinan de.

 
İBTÎSAM EXFÊR
Bengazî - Ji bo ku em ji nêz ve li xebata navendê binerin û sedema hilbijartina navê Weşim nasbikin, me bi serokê Navenda Weşim ya Lêkolînên Jinan û endama hînkirinê di Fakulteya Aborî li zanîngeha Bengazî Dr. Ebîr Emnîna re, hevdîtin çêkir.
Ebîr Emnîna dibêje:" Bi girtina ramanên ciwanan ji derveyî navendê, ev nav hate hilbijartin. Gelek wateyên vî navî hene ji ber ku ew nasnameyek bi jin û dîroka wan ve girêdayî ye û tiştekî şînber diyar dike. Weşim celebek ji celebên çîrokên ku bi riya xêzkirinê tê vegotin û ew rengek ji rengê bedewiyê ye û hin dibêjin ku berê ew bi jinan re têkildar bû û neha êdî ne weke berê ye, lê ev ne raste ji ber ku tenê jin diwêrin rûyê xwe bideqînin." 
“Me astengî li pêşiya xwe nehêlan” 
Ebîr lê zêde dike ku û wiha dirêdjî dide axaftina xwe: " Di demên kevnar de heya neha, civka sivîl ji bo damezrandina rêxistin, sazî û sendîkayên têkildarî avakirina kapasîte û jêhatîbûnan dixebitin, lê em her dem bi astengiya tunebûna navendek an saziyek ku bi pirsgirêkên re mijûl dibe rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê, min bi komek jinên akademîsyen re xwest navendeke ku bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibe ava bikim. Em rastî gelek zehmetiyan hatin lê li pêşya ma nebû asteng."
“Hewcedarî bi lêkolînên piştrastkirinê hene”
Derbarê despêkirina damezrandina navendê de, Ebîr Emnîna agahiyên giring da û wiha pêde çu: "Me bi sê rêgezan xebata xwe despêkir, ew jî lêkolînên zanistî ne ku gelek ked û kadroyeke lêkolînê ya pispor hewce dike û em hîn jî pê re dixebitin. Ya duyemîn alîyê haydarbûnê ye. Alîyê sêyemîn jî çalakiyên ku hevsengîyan zêde dikin, wan dest nîşan dikin û çareseriyan ji wan re dibînin, vedhewîne. Me hewil da ku em piroje ji Mecils Nûab re bişînin da ku gelek qanûnan biguhezîne, lê ji ber sedema xwezaya xebata Meclisê ev yek pêk nehat, lewma ev mijar hate taloq kirin." 
“Di derbarê hilbijartinan de em agahî didin jinan”
Derbarê xebata navendê ya niha de, Ebîr dibêje:" Em di derbarê hilbijartinên şaredarîyê de perwerde û haydar dikin. Di heman demê me perwerdeya danûstendina bi rêxistinan re da, da ku namezetên jin bi karê wan bidin nas kirin û wan di rêveberiya demê de perwerde bikin ji bo pêşkeftina karînên îdarî û pîşeyî, da ku jin bikaribe di civakên şaredariyan de, bi bandor pêşengiya hilbijartinan bike." 
Derbarê hevkariya navendê bi Saziya Friedrich Ebert a Elmanî re Dr. Ebîr Emnîna dibêje:"Me bi perspektîfa zayendî lêkolînek li ser ewlehiya civakî kir. Ew bi Erebî û Engilîzî hate weşandin û gelek hat belav kirin. Her wiha me di heman demê de çalakiyek li ser rola mufredata dibistanê di têkiliya bi jinan re û çawaniya vesazkirina wêneyê wan di van mufredata de, çêkir. Dê xebatek li ser lêkolînek sîstematîkî bête kirin, da ku em xeletiyên wêneya ku ji hêla van mufredatan ve hatî pêşkêş kirin û rola jinan di malbat  û civakê de, bizanibin. Neha jî em li ser çend projeyan dixebitin, di nav wan de karê yekîtiyê û jinên di sektora îdarî û biryargirtinê de, lê em hîn jî li benda piştgiriyê ne ku projeya xwe temam bikin."