Navê keda jinê li ser sifrê: Penêrê bi sîrik
Bi hatina demsala havînê re, jinan ji bo çêkirina penêrê bi sîrik dest û zendên xwe badane, bi baldarî û kedek mezin tamê didin sifreyan. Raîfe Ceylan ku li bajaroka Xirwate dijî, hem ji bo xwarinê û hem jî ji bo debara xwe pêk bîne penêrê bi sîrik çêdike
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Colemêrg – Bi hatina demsala havînê re, li gund û zozanan amadekariyên çêkirina penêrê bi sirîk destpê kir. Keda jinan di her qonaxa pêvajoya çêkirina penêrê bi sîrik ku di taştê de girîngiyek mezin tê dayîn de, heye. Raîfe Ceylan a 58 salî ku li navçeya Xirwatê ya girêdayî Geverê dijî, mîna jinên din ên gund her sal penêrê bi sîrik çêdike. Raîfe Ceylan, giyayên di demsala biharê de li zozonan şîn dibe kom dike, bi hatina havînê re dest bi qonaxa çêkirina penêr dike. Raîfe Ceylan ku dayîka 8 zarokan e, diyar kir ku ew penêrê bi sîrik hem ji bo xwarinê û hem jî ji bo debara malbata xwe amade dike. Raîfe Ceylan da zanîn ku pêvajoya çêkirina penêrê bi sîrik bi berhevkirina giyayên di demsala wê de dest pê dike û piştre derbasî qonaxa dotina şîr dibe.
Piştî haveynkirinê gîha dikin nav
Raîfe Ceylan qonaxa çêkirina penêrê bi sirîk bi van gotinan anî ziman: “Serê sibê, diçim cihê ku pez lê kom dibe û wan didoşim. Piştî şîrê ku min dotî çend caran li parzûnê dixim, haveyn dikim. Piştî haveyna nîv saet, şîr hêvênê xwe digre û tê asta pêwîst. Piştî pêvajoya haveynkirinê em giyayên wek sîrik, mendik, siyabo û hêliz dikin nav. Piştre ji bo were parzûnkirin em dikin torbeyên xezne. Şîrê ku ji penêr tê, di beroşek de kom dibe.”
Tama di bin axê de tê hiştin
Raîfe Ceylan da zanîn ku torbeyên xezne yên tije penêr, şevek tê hiştin û wiha domand: “Dema tê asta ku dibe penêr, em xwê dikin û datînin bîdonên 5 kîloyî û dikin binê axê. Penêrê ku tê binaxkirin herî kêm mehekê dimîne. Piştre ji bin axê tê derxistin û êdî ji bo xwarinê amade dibe.”
Raîfe Ceylan anî ziman ku bin axê di heman demê de ji bo penêr qadek depoyê ye û wiha pê de çû: “Penêrê di bin axê de ne tenê ji bo amade bibe ye, di heman demê de li wê derê tê depokirin. Pêvajoya 6 mehan a hatina ser sifreyê, hinek caran salekê û heta hê zêdetir di bin axê de tê hiştin. Penêr piştî demeke ji bin axê tê derxistin. Tenê yê ku bê karanîn tê derxistin, yên dimînin, di bin axê de tên hiştin.”
‘Em ava penêr dikin lorik’
Raîfe Ceylan destnîşan kir ku ava ji penêr derdikeve jî di nirxînin û wiha got: “Ava ji penêr tê, em di beroşên mezin de li ser agir dikelînin û lorik bi dest dixin. Di şertên zivistanê yên giran de ev berhem sifreyan dewlemend dike û bi firotina wan jî em debara xwe dikin.”
Raîfe Ceylan par, kîloyek penêrê bi sîrik bi 360 TL’yî firotiye. Lê belê îsal hê biha nehatiye diyarkirin. Raîfe Ceylan diyar kir ku penêrên xwe gelek deman di nava navçeyê de difroşe û gelek deman jî dişîne derveyî bajêr.