Mûma ji kartolê bo waneyên dibistanê

Saya Ehmed Mardilî ya 10 salî ji bajarê Qamişloyê ye, li ber mûmek balkêş û cuda ku fikra wê ji dayîka xwe girtiye, dixwîne û dibêje: “Bila elektrîk were da ku em di tarîtiyê de nemînin.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Krîza qutbûna elektrîkê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji astengkirina karê rojane û karsaziyên ku xwe dispêrin enerjiyê zêdetir, barên darayî yên zêde li ser malbatan çêkiriye û bûye sedema nerazîbûnek zêde ya raya giştî.

Ev zêdetirî mehek e qutbûna elektrîkê ya demdirêj û berdewam, bi rawestandina berfireh a jeneratorên taybet ên li taxan û kêmhatina demijmêrên elektrîka sereke jî barê civakê û zarokan girantir kiriye.

Enerjiya Sûriyeyê sotemeniyê pêşkêş nake

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê ji ber ku sotemeniya xizmetê bo xwediyên jenetoran pêşkêş nake, ev yek bûye sedem ku bi sedan jenerator rawestin, piştî ku desthilatdariya Sûriyeyê û hemû stasyon û bîrên petrolê ketin bin kontrola HTŞ’ê.

Şargird di tarîtiyê de ne

Du meh in dibistan vebûne û sala xwendinê ya 2026-2027 destpê kiriye. Ji bilî çûyîna dibistanê û westandinê şagird, bi karên ku divê li malê werin çareserkirin re jî re mijûl dibin. Ji lewre qutbûna elektrîkê bandorek zêde li derûnî û karê şagirdan ên li malê kirine.

Qamişlo wekî bajarên din ên Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi nebûna elektrîkê ya sereke û demjimêrên dabînkirinê yên sînorkirî re rûbirû ye. Ev bêçaretî niştecihan bê alternatîfên rastîn dihêle.

Alternatîfek biçûk ji zarokek 10 salî

Saya Ehmed Mardilî ji bajarê Qamişlo ye, ew jî di nava tarîtî û bêdengiya şevê de dijiya. Lê piştî ku carek dayîka wê li ber wê behsa bîranîneke xwe ya salên berê dike, bala wê dikşîne û di hişê wê de dimîne.

Êdî dem hat ku Saya bîranîna di bîra xwe de parastibû wekî alternatîfeke biçûk be jî pêşkêş bike.

Her şev, Saya berê xwe dide kartolekê, diqeşêre û piştre bi alîkariya dayîka xwe, hundirê wê dikole, kopeke zeyta xwarinê berdide hundirê wê, destmaleke Kleenex li hev hûr digerînin û dixin nava zeytê. Mûma Saya amade kiriye êdî amade ye dikarve vêxe û li ber bixwîne.

‘Roj diçe ava û cîhan tarî dibe’

Saya got ku ew îsal refa sêyem a seretayî dixwîne û wiha behsa zehmetiyên xwendinê dike: “Elektrîka me carna tê û carna jî nayê. Zehmetiyên dikşînim gelek in, serê sibehê diçim dibistanê dixwînim, paşê vedigerim malê firavîna xwe dixwim û hinekî bêhna xwe didim. Paşê roj diçe ava, cîhan tarî dibe û êdî nikarim waneyên xwe bixwînim. Ji ber sotemenî nemaye û jenerator jî sekinîne, kehrebeya sereke jî nayê.”

Mûmek balkêş ku kesê heta niha çênekiriye

Saya diyar kir ku dayîka wê carekê li ber wê behsa bîranîneke xwe kiriye û wiha qala çawaniya çêkirina mûmeke balkêş kir: “Min kartolek qeşart, koland û paşê zeyt berda hundirê wê, kilênêksek xist nav û vêxist. Ev bû weke mûmek. Ji bo ku kes di tarîtiyê de nemîne, dikarin weke vê mûmê li malên xwe çêbikin.”