Mona El-kabyly: Ajokariya texsiyê azmûneke dijwar e

Pîşeya ajokariya wesayîdan û hînkirina kesan ji bo ajokariyê li Lîbyayê demeke pir dirêj tenê aidî mêran bû lê di van salên dawî de di dema şer de li bajarê Bingaziyê ev herdu pîşe di nava jinan de jî belav bû, ji ber wê jinên ku wesayîdan diajon rastî nêrînên matmayî tên.

Pîşeya ajokariya wesayîdan û hînkirina kesan ji bo ajokariyê li Lîbyayê demeke pir dirêj  tenê aidî mêran bû lê di van salên dawî de di dema şer de li bajarê Bingaziyê ev herdu pîşe di nava jinan de jî belav bû, ji ber wê jinên ku wesayîdan diajon rastî nêrînên matmayî tên.
ÎBTÎSAM AXFÎR 
Bîngazî- di van salên dawî de di dema şer de li bajarê Bîngaziyê pêşeya ajokariyê û fêrkirina ajotinê di nava jinan de jî belav bûye, sedemên belavbûna pîşeya ajotina teksiyan di nav jinan de ji ber ku piraniya wan kesên ku kar dikin û  debara malê dikirin winda kirin. Ji ber vê yekê jin neçar mane bibin ajokarên texsiyê û gelek jinên din jî bi riya mamosteyên jin fêrî ajotinê bûne 
Ajansa me hewl da balê bikşîne ser van her du pîşeyên li Lîbyayê bi riya hevdîtina bi  mamosteya ajotinê û xwediya Dibistana Ajotinê  El-Cehm a bi navê Mona El-Kabyly.
Mona El-Kabyly der barê tecrubeya xwe ya di vî warî de dibêje: "Ez nêzî 14 salan e di warê perwerdeya ajotinê de dixebitim. Ji ber ku ev daxwaza min bû, her kes matmayê dima ji bo vê daxwaza min lê belê ez bi israr bûm û min biryar da ku ez daxwaza xwe bi cih bînim. Demek kurt piştî ku ez fêrî ajotinê bûm min cihê xwe di dibistana ajokariyê de girt ji bo ku ez jinên din jî fêrî ajotinê bikim, malbata min piştgiriya min dikir bi taybetî dayika min û xaltiya min a bi navê Xedîca El-Canî bûn ji ber ku xaltiya min di dibistanên ajotinê de yên li Bîngaziyê mamosteyek navdar bû ji ber vê yekê wê piştgiriya min kir û hêz da min. Her wiha min li gelek dibistanên Bîngaziyê kar da meşandin heya ku min dibistanek xwe ya taybet vekir ji bo perwerdekirina jinan ji bo ajotina wesayîdan." 
Der barê damezrandina dibistana xwe de wiha dibêje: "Bi alîkariya malbata xwe, di warê aborî û manewî de min dibistana xwe ya ajotinê vekir û min navê dibistana xwe kir Cihmî."
""Divê ew wêrek be û tirsa xwe nîşan nede
Mona El-Kabyly balê dikşîne ser zahmetiyên ku ew di vê pêşeyê de dikşîne û dibêje: "Em di civakek ku dema li jinên ajokar dinêrin wekî kêmaniyek dibînin de dijîn. didin dibînin. Em pir bi zehmetî û astengiyan re rû bi rû dimînin bi taybetî ji aliyê nifşên nû ve ji ber ku ew ajotina wesayîdan qebûl nake tevî ku ya wesayîd dajo dibe ku dayika wan be yan xwişka wan be lê tevî vê jî hin zilam hene vê yekê qebûl dikin û rêz digrin."
Der barê perwerdekirina kesan de Mona El-Kabyly wiha bilêv dike: "Perwerdekar pêwîst e xwedî sebir bin û bêhna wan pir fireh be û baweriya wan bi kesayeta wan hebe û bi kesên ku perwerdeyê dibînin re weke riya ku tê de derbas dibe baldar be wê demê ev taybetmendiyên xwe bawerbûnê û sebrê digihîje kêsên ku xwe fêr dikin jî."
Der barê perwerdekarên jin ên ku niha li dibistanê dixebitin û perwerdeya dibînin de dibêje: "Piraniya mamosteyên jin ên ku li dibistana min perwerde didin berê ji hêla min ve hatine perwerdekirin. Niha ew li dibistanên din perwerdevan in, bingeha perwerdeyê ew e ku baweriya bi perwerdekar û şagirtan hebe."
“Her mamosteyeke jin di awayê fêrbûna ajotinê de xwedî şêwaz û rêbazek e"
Di awayê fêrbûna ajotinê de Mona El-Kabyly dibêje: "Perwerdeya li dibistanê li ser bingeha pratîkî ya naskirina bikaranîna îşaretan û teknîkên tê de, kengê di dema zivirandinê de îşaretan bi kar bîne, kengê bisekine û bingehên din ên ajotinê her wiha em pirtûkek ku hemî rêbaz û nîşanên seyrûseferê tê de ne ji wan re peyda dikin yên ku divê dema ajotinê nas bikin."
Her wiha li ser bandora henek û heqareta ku jin rast tên de Mona El-Kabyly dibêje: "Em rastî gelek şîroveyên heqaretî tên lê belê ev bandorê li ajokarên jin nake ji ber ku her mamosteyeke jin di awayê fêrbûna ajotinê de şêwaz û rêbaza wê heye. Em ê tu carî nehêlin şîroveyên bi vî rengî yên neyinî bandorê li me bikin."
"Ajokara texsiyê karekî pir dijwar e"
Mona El-Kabyly li ser karê ajokariya texsiyê dibêje: "Ji ber şert û mercên aborî yên dijwar ku ez û malbata xwe tê re derbas bûn, ez mecbûr bûm karê ajokariyê bikim da ku debara xwe em pê bikin. Xelkên ku min nas dikirin bi riya telefonê gazî min dikin da ku wan bînim cihên ku dixwazin. Ez nêzî pênc meh in dixebitîm lê tercîh dikim ku jinan perwerde bikim da ku wekî ajokar bixebitin li ser karê ajokariyê ji ber ku ew pir dijwar e."  
Mona El-Kabyly di dawiya axaftina xwe de dibêje: "Belavbûna pîşeya ajokariyê li Bîngaziyê û ketina jinan a hemû pîşeyan, tiştekî erênî ye. Ez jinan teşwîq dikim ku bi vê pîşeyê re tevli hemû warên jiyanê bibin û xwe mejûl bikin."