“Min wateya nirx û israrê fam kir”

Hind EL-Ayidî ji bo ku xizmetî koçber û bêmalan bike, dev ji cîhana made û tiştên ji bo xwe (biznis) berda peyî xebatên ji bo koçberan ket. Ji ber ku gelek caran serkêşiyên ku komele pê radibe bi şev in Hind EL-Ayidî û tevahî endamên dilxwaz tevî serma û seqema êvarê karê xwe bi şev berdewam dikin. Ligel hemû rewşên zehmet jî ew bi dilxweşiyeke mezin xizmetî koçber û bêmalan dikin.

HENAN HARIT
Mexrib- Seroka Komeleya Cûd, Hind EL-Ayidî yek ji jinên Mexribê yên ku tevli karên komeleyê bûne ye. Wê di demeke nêz de karibû di vî warî de navdar bibe. Ew di zarokatiya xwe de fêrî parastina kesên koçber bûye, bi kar û tevgera xwe karibû xwe di wî warî de di civakê de bi pêş bixe û rola xwe bilîze.
Hind EL-Ayidî ji cîhana moda (biznis) ê hat, kampanyayek wê ya ji bo hilberîna nîşaneyên reklamê hebû lê di kêliyekê de tevî ew serkeftinên ku bi dest xistine jî; wê dev ji wê cîhana xwe berda û tevli karên komeleyê bû da ku alîkariya kesên koçber û bêmal bike. Gelo çi bû sedem ku ew dev ji cîhana modayê berde û tevli karên komeleyê bibe?
Pêwendiya Hind EL-Ayidî bi koçberan re di sala 2009’an de dest pê kiriye. Di axaftina ji ajansa me re diyar kir ku beriya çend salan emeliyatek derbas kiriye, piştî ku baş bûye dayika wê biryar daye ku xwarinê bide wan kesên li kolanan dimînin.
Wêneyê yek ji kesên koçber di serê min de ma û dê heta dawiyê bimîne 
Hind EL-Ayidî wiha dibêje: “Dayika min ez erkdar kirim ku xwarinê ji wan kesên koçber û bêmal re îkram bikim. Dema ku ez çûm xwesteka dayika xwe bi cih bînim ji wan kesan wêneyê yekî di serê min de ma û her jî bi min re dimîne. Ji wê demê ve ez li riyekê digeriyam da ku bi wan re alîkar bim. Di  sala 2015’an de ez ji bo Serokatiya Komeleya Çerxa Jinan hatim hilbijartin. Di wir de diviyabû ku her endamek çalakiyeke xêrxwaziyê pêşniyar bike. Li ser wî esasî min pêşniyar kir ku em xwarinê bidin 100 koçberan. Ev ramana min gelekî kêfa endaman anî û hêdî hêdî min di karên komeleyî û dilxwaziyê de tecrube girt û wateya nirx û israrê fam kir.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Hind wiha got; “Ev mijar ji min re ne têrker bû, li cem min gelek raman hebûn da ku ji bo koçberan pêşkêş bikim. Tu rê li pêş min tunebû ji bilî ku komeleyeke bi navê “Cûd” di sala 2016 an de saz bikim.”
Ev komele parastina rûmeta koçberan dike aramanca wê ew e ku bi wan re bibe alîkar heta ku bi civakê re wekhev bin.
Gelek caran serkêşiyên ku komele pê radibe bi şev in. Hind EL-Ayidî û tevahî endamên dilxwaz tevî serma û seqema êvarê, karê xwe bi şev berdewam dikin. Tevî hemû rewşên zehmet jî ew bi dilxweşiyeke mezin xizmetî koçber û bêmalan dikin. Çi di aliyê pêşkêşkirina xwarinê de çi jî di aliyê tenduristiyê de.
Serkêşiyên Hind EL-Ayidî ji kategoriya berbelav ên li kolanê, tenê di pêşkêşkirina xwarin û derman de sînordar namîne her wiha ew xizmeta serşûştinê jî ji bo wan dike ji ber ku komeleyê fikra cihê serşûştinê yê veguhêzbar jî pêşniyar kiribû.
Min êşa mezin a ku ev kategorî dijî fam kir
Hind EL-Ayidî dibêje ku ev serkêşî xizmeteke baş e ji bo kesên bêmal. Hêjayî gotinê ye ku komeleyê di navbera pênc salan de karibû li pênc bajarên Mexribê şaxan veke ku ew jî Dar EL-Beyda- Marakiş- EL-Cedîde- Rîbad û Tanca.
Hind EL-Ayidî dide xuyakirin ku komeleyê ji 401 kesên li kolanan diman re cih peyda kiriye, ew bi civakê re kirine yek û ew kes îro jiyana normal dijîn.
Hind dibêje; “Karê komeleyê ne karekî hêsan e, bi rastî hişt ku ez komek ji jin û zarokan ên bi hewceyî alîkariyê ne nas bikim her wiha min êşa mezin a ku ev kategorî dijî fam kir.”
Aktivîsta komeleyê û Seroka Komeleya Cûd, Hind EL-Ayidî karibû di navbera karê xwe û xwedîkirina zarokên xwe de hevsengiyekê çêbike, di dawiya axaftina xwe de wê bang li hemû jinan kir ku tevli karên komeleyî ku xizmeta civakê dike bibin da ku civaka wan ber bi başiyê ve biçe.