Mêvanperweriya jinên gundê Avênhengê
Jinên gundê Avênhengê yên weke erdnîgariya xwe bedew û dilfireh nahêle kesên biçin wê deverê xwe mêvan bizanin her weke ku ji nava gunde nêzî mirovên ji derve diçin gund dibin û pêşwaziyek germ li wan dikin.
HÎMA RAD
Sîne - Di nava bedewiya xwezaya çiyayî ya bi xemil û xêz de em li Hewremana cihê xwe di nava mîrasên cîhanê de girtî rastî jinek mêvanperwer a ji nava baxê xwe gazî me dike û me gazî çayek germ a ser kozan hatî amade kirin hatin. Bi rukeniya wê re em hînbûn ku bi qasî bedewiya erdnîgariyê dilê jinên gundewarên wê jî fereye ji lewra ji dur ve gazî mêvanan dikin û bi dilgermî pêşwazî dikin.
Çaya li ser kozên nava baxê Mêhrîbanê
Em di ber çayê de hem navê wê hem jî navê gundê wê hînbûn. Mêhrîbana ji Avênhengê taybet wê germahiyê nîşanî me nedaye, ew tim di nava baxê xwe de dixebite. Dema dixebite jî li kêleka bax koz geşin û çayîdan di nava kozan de hêdî hêdî ji xwe re dikele. Her ku çavê Mêhrîbanê bi derdorê dikeve kî derbas dibe gazî çayê dike û pêre dirune çayekê vedixwe. Di navbera çayê de hev nas dikin, pirsa halê hev dikin û paşê mêvan ser rêya xwe diçin Mêhrîban jî dest bi xebata nava baxê xwe dike. Ji lewra bi heman şêweyî gazî me jî kir û em li nava baxê xwe kirin mêvan.
Sohbeta xweş a jinên gund
Em paşê ji gel Mêhrîbanê bi rêketin û ketin nava gund. Di gera nava gund de em rastî çend jinên dinê yên weke Mêhrîbanê bi rukenî mêvanan pêşwazî dikin hatin. Ji xwe êdî em hînbûn ku jinên gund dilgerm û sohbetxweşin ji ber wê jî êdî em weke keçên cîranên wan bin ewqas nêzî hevbûn û bi hev re diketin nava sohbetê û dikeniyan. Em ji sohbeta germ a jinên gund têrnedibûn. Her diçu pêre diketin nava bîranînên xwe yên berê û bi ken digotin. Her ku yekê bîranînek xwe digot nû sohbet germ dibû û bîranînên jinên dinê jî dihat bîra wan.
Jinên gundê Avênheng ku temenek yê jiyanê di nava gund de derbaz kirine behsa jiyana xwe kirin û gotin dema ew ciwan û ser xwe bûn hem sewalvanî hem jî çandinî, karê malê û xwedîkirina zarokan bi hev re kirine. Li gel van hemû zehmetiyan jî hevjînê wana rêz li westana wan ne digirtin û nirx ne didina wan.
“Ji bo debara zarokên xwe şev û roj dixebitîm”
Yek ji wan jinan got: “Herçendî rewşê wê demê nexweş bû ji bo jiyankirinê û dahata jiyanê peyda nedibû, min 9 zarok habû li gel vê jî min karê çandinî û sewalvaniyê dikir. Li gel van hemû soriyan jî mêran giringî nedida karê me û her nerazî bûn. Hinek caran êvaran dihatin mal, li gel mêvanan jî gotinên nexweş dikirin û li me didan. Ne rêz li me ne jî li mêvanê me nedigirtin.”
“Ez hem çandiniyê hem jî sewalvaniyê dikim”
Ji nanpêjên gund Sumeye jî wiha behsa karê xwe kir: “Ez li gel hevjînê xwe dijîm. Karê çandiniyê gelek zehemete, lê belê em li vêderê çandiniyê dikin. Ne tenê çandinî em li gel wê bi sewalvaniyê re jî milulin. Ji ber debara jiyanê gelek zor bûye, êdî em bi şev û roj dixebitin heya dikarin ji bin giraniya heyî derkevin.”
Mer roja xwe li nava gund bi dawî kir êdî em li dîmenên dawiya rojê dinêrin jin çawan ji nava kar vedigerin malê û pêre jî rengê daketina rojê dema ber bi ava dibe çawan hev temam dikin. Dema roj diçe ava jinên kedkar hêdî hêdî vedigerin malên xwe. Her ku em ji gund derbaz dibin ciwaniya dimenê xwezayê û bêhna gul û gulberojan di nava baxçeyan de bala me dikişîne ser xwe. Lê ji ber me karê xwe qedandiye êdî divê em ji gund derkevin û biçin her çiqasî destê me jê nabe jî.