Mêreke endamê DAIŞ’ê îşkence li zarok û dayika wî kir

Bûyereke tundûtûjî û îşkenceya hovane ya din jî li herêma Hejîn a bajarê Dêra Zorê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû. Jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi zarokê xwe re bi şîdetê re rûbirû ma.

Dêr El-Zor- li herêma Hejîn a bajarê Dêra Zorê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê mêrek îşkence li hevjîn û zarokê wê kir. Zarokê 3 salî Yusif ji aliyê hevjînê dayika xwe ve rastî îşkence û lêdanê hat, hevjînê dayika wî bi amûrên tûj neynûkên Yossef rakirin û nehişt ku dayika wî nêzî wî bibe yan jî wî biparêze û heqaret li dayikê kir. 
Fatima Hisên El-Dexîl a 30 salî, ji ajansa me re got ku ew niştecihê bajarokê Baxozê ye û qebûl kir ku bi kesê bi navê Abde llah Awad El-Şihab re bizewice ji ber ku wî berpirsyariya mezinkirin û piştgirîdayîna kurê wê Yossef girtibû ser milnê xwe. 
Nizanibû ku ew kes berê çeteyê DAIŞ’ê bûye
Fatima El-Dexîl nizanibû ku kesê wê pê re bizewice yê bi navê Abde llah awad El-Şihab berê endamê DAIŞ'ê bûye. Li ser bûyerê wiha axivî: "Hêzên DAIŞ'ê hevjînê min kuştin, ez li cem zarokê xwe mam. Ji ber vê yekê min qebûl kir ez pêre bizewicim min nedizanî ku beriya niha endamê DAIŞ'ê bûye û ji ber ku wî digot ew ê bibe wekî bav ji bo kurê min Yossef min bawerî pê anî. Piştre min ferq kir ku ew madeyên hişbir bi kar tîne, her dem aciz e û ji nişka ve diqîre û dest bi lêdanê dike."
Li gel hevjînê Fatima El-Dexîl taybetmendiyên sadîst hene, fatima dibêje ku hevjînê wê ji îşkencekirina zarok hez dike ji ber vê yekê wî dermanê xewê dida wê û wiha gotinên xwe didomîne: "Hevjînê min bi zorê hin cureyên derman didan min û digot ku dermanê êşa piştê ye lê ez di xew re diçûm û di wê demê de wî kurê min îşkence dikir, her wiha dermanê ku wî dida min bandorek neyînî li ser min dikir ji ber vê min veşart û nema xwar lê min ji wî re digot ez dixwim."
“Îşkenceyên hovane li zarokê min kir”
Fatima El-Dexîl neçar ma ku zarokê xwe xwedî bike û wiha dibêje: "Hevjînê min ji min re digot tiştekî bi pereyê min ji kurê xwe re nekire. Min pir sebir kir ji ber tirsê lê hovîtiya wî roj bi roj zêde dibû. Wî lingên min bi zincîran girê dida û li pêş çavên min li kurê min dida, neynûkê wî radikirin û cihên wî yên genîtal bi çixaran dişewitand û bi amûrên hesin li canê wî dixist û canî wî dişewitand û paç dixist devê wî ji bo ku dengê girîna wî nebihîze." 
Her wiha fatima li gotinê xwe zêdekir û got: "Hevjînê min endamekî çeteyên DAIŞ’ê bû û wî nedikarî rojek bê nedîtina xwînê bijî. Ji ber êşa ku kurê min dîtiye ez pir êşiyam."
Fatima Hisên El-Dexîl wiha gotinên xwe wiha domandin: "Dema ku wî ji bîr kir deriyê malê li me kilît bike min kurê xwe hilgirt û ez ji malê reviyam û çûm mala malbata xwe."
Di dawiya axaftina xwe de, wê ji saziyên pêwendîdar xwest ku mafê wê biparêzin û got: "Ez daxwaz dikim ku cezayê herî giran li vî sûcdarê ku dilovanî û mirovahiya wî nîn e bê birîn." 
Komîteya Jinan rewşê dişopîne 
Ji Komîteya Jinên Zenobiyar ya Hecînê Fatima EL-Salim ji ajansa me re wiha got; "Gelek herêman sûcê ku li dijî zarokê bi navê Yûsiv û diya wî fatima El-Dexîl qewimîne bihîstine û wiha domand: "Wekî meclisa jinan dema ku me doz bihîst me dest bi şopandina doza zarok û diya wî kir, me wan bir meclisê û rewşa ku pê re rû bi rû mane pirsî û em bi tedbîr tevdigerin.
 Em ê bixebitin da ku mafên wan bistînin û piştgiriya wan bikin, em ê her wiha bixebitin ku civakê perwerde bikin bi xurtkirina ders û sempozyûmên hişyarkirinê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokan."
Fatima EL-Salim bang li rêxistinên navneteweyî, mafên zarokan û rêxistinên jinan kir ku alîkariya wan bikin da ku bi vê kampanyayê şîdeta li ser jin û zarokan ji holê rakin û li Fatima El-Dexîl û kurê wê Yûsiv xwedî derbikevin.
Hat zanîn ku piştî giliya Fatima El-Dexîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesê bi navê Abdullah El-Şîhab girtine. Li gorî qanûnên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî ku tedbîrên pêwîst li dijî wî stendin, ew ê 15 salan di zindanê de bimîne.