“Me zehmetiyên xwe vegerandin hêzê”

Nesrîn Cimo ya ku hevjînê xwe di berxwedana Kobanê de windakirî di pêvajoya êrîşên dewleta Tirk ser Efrînê de xebatê morgê dike û ciwanên Berxwedana Serdemê oxir dike, zehmetiyên wê pêvajoyê nirxand.

RAPERÎN BEKIR 
Heleb- Di dîroka 20'î Çileya 2018'an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî êrîşek hewayî li ser Efrînê dest pê kirin. Piştî berxwedaneke bêhempa ji aliyê şêniyên Efrînê, di dîroka 18'ê Adara 2018'an Efrîn dagir bû. Di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de gel xwe xistin beş ji bo piştgiriyê bidin şervanên xwe û nehêlin dagirker derbas bin. Beşek jê jî hevjînên şehîdan bûn di morgên oxirkirina şehîdan de cihê xwe girtin û şervan ji bo koça dawiyê amade dikirin.
Di şerê li dijî civakan de ew rihê kombûn û hevpariyê derdikeve pêş. Civaka ku rastî êrîşîn qirkirinê tê, hemû mirovên wê civakê weke tehdîd li ser hebûna xwe pênase dikin. Ji bo wê ya girîng yekbûna xebat û rihê mirovan di van rewşên wiha de ye. Ev rihê kombûnê li Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş hat dîtin, bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re Efrîniyan xwe kirin mertalên berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriyê. Hevjîna şehîd Şahîn, Nesrin Cimo ji me re qala çîroka xwe ya di Berxwedana Serdemê kir.
Oxirkirina şehîdan
Li Efrînê şerekî giran hat kirin, mirovên ku ew kêlî jiyane her wekî çîrok ji dîrokê re hiştine. Têkildarî vê yekê Nesrîn wiha dest bi gotina xwe kir: "Şerê li ser Efrînê bi rengekî pir dijwar bû, bi êrîşan re min û çend hevjînên şehîdan cihê xwe di morga şehîdan de girt. Di rewşa ku dihat jiyîn de kombûn û yekbûn dihat xwestin. Dibe ku ji bo gelek kesan oxirkirina şehîdan û amadekirina wan zehmet be lê ji bo her hevjînek û dayikeke şehîdan cihê domandina têkoşîna wan bû. Rojane zêdetirî 10 şehîda dihatin oxirkirin, ji wan şehîdan gelek jê zarokên şehîd hebûn. Dewleta Tirk der heqê sivîlan de gelek komkujî pêk anîn ji wan komkujiya gundê Gûbelê girêdayî navçeya Şêrewa, di encamê de 28 kes jiyana xwe ji dest dan. Heyva Sor a Kurd karîbûn cenazeyê 14 kesan bînin morga şehîdan. Me pir dîmenên bi êş li ber çavên xwe didîtin."
Kêliyên bi êş 
Nesrînê hestên xwe di wan kêliyan de ji me re parve dike û wiha dibêjê: "Dema êrîşan pitikek 3 mehî ji me re anîn, di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû. Me texmîn nedikir ev pitik e me digot dibe pêlîstokek e, bi wê cenazeyê re me ji mirovahiya cîhanê nefret kir. Çawa pitikeke wiha bi vê hovîtiyê hatiye qetîlkirin, wijdanê cîhanê bêdeng bû û her kesê jî pişta xwe da me. Tenê gel û şervan hebûn. Li Efrînê hemû pêkhate dihatin hedefgirtin ji wan jî komkujiya Mobetayê hemû kesên jiyana xwe ji dest dan Ereb bûn. Di komkujiyan de dema yek kes ji malbatê dijiya diket tirsa ku wê biçe ber serê kîjan cenazeyî bilorîne."
“Sosyolojiya jiyana azad di Efrînê de xwe nû kir”
Nesrîn da zanîn ku ji bo gelê Kurd tiştê herî giranbuha şehîd in û li gorî vê yekê têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê domandin û wiha bi dawî kir: "Heya kêliya dawî di Efrînê de hemû şehîdên xwe me oxir kirin, ji ber mirovên herî buha li ber dilê me şehîd in. Şerê Efrînê hişt ku her mirov dev ji malbata xwe berde û berê xwe bide eniyên şer. Gelê Efrînê di şer de gihîştin sosyolojiya jiyana azad ku azadiya welat azadiya wan e. Ji lewre her dayikekê du yan sê zarokên xwe fedayî axa Efrînê kirin. Hemû mirov ketin ferqa berpirsyariyê de û destek dane Berxwedan Serdemê. Heya kêliya dawiyê jî em ê di bin çadirên koçberiyê de têbikoşin."