“Me ne riya kişandina êşê riya berxwedanê hilbijart”

Halîse Bîlîr piştî du kurên wê jiyana xwe ji dest dan, ji bo dayikên din heman êşê nekşînin têkoşîna aştiyê dimeşîne. Li ser têkoşîna didomîne wiha dibêje “Bila hemû dayik rabin ser piyan û destên xwe bidin hev. Gelek êşên me hene lê me ne riya kişandina êşê, riya têkoşînê hilbijart. Em li hemberî şer jiyanê diparêzin, em ji bo wê têkoşîn dimeşinîn.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Elîh - Halîse Bîlîr a ku bi domandina têkoşîna du kurên xwe yên winda li ser piyan ma, yek ji bi hezaran dayikên Kurd ên li Kurdistanê ye. Halîse Bîlîr ku kurekî xwe di jêrzemînên Cizîrê de û yê din jî di pevçûnek li Amedê de winda kir. Dema ku hewldanên aştiyê dimeşîne hewl dide rojên zehmet ên jiyaye ji bîr bike. Halîse Bîlîr bang li hemû dayikên Kurd kir ku piştgirî bidin hev û diyar kir ku wê zarokên xwe di nava şert û mercên gelekî dijwar de mezin kirine û got ji bo piştî mirina zarokên wê hin zêdetir xwîn nerijandin dest bi xebata Meclisa Dayikên Aştiyê ya li Elihê kir.
Agahiya mirina herdu kurên xwe, di nava salek de girt
Halîse Bîlîr diyar kir ku wekî dayikek, ji bo dilê dayikên din neşewite ew her roj ji malê derdikeve û bi wê wijdanê dixebite. Halîse Bîlîr bi van gotinan dest bi vegotina çîroka jiyana xwe kir; “Min zarokên xwe di şert û mercên pir zehmet de mezin kirin. Piştî çûyîna wan, çend sal piştre em hîn bûn ku jiyana xwe ji dest dane. Min agahiya mirina du kurên xwe di navbera salek de girt. Kurekî min li Cizîrê û yê din jî li Amedê jiyana xwe dest da. Ez li Cizîrê salek û 7 mehan li cenazeyê kurê xwe geriyam. Di kolandina xaniyên TOKÎ’yê de cenazeyê kurê min hat dîtin. Min kurê xwe yê din jî ji rûye wî teşhîs kir. Berî ku ez rûyê zarokên xwe bibînim, min lingên wan hembêz kir, gilî kir û xatir ji wan xwest.”
Piştî zarokên xwe, dest bi xebatan kir
Halîse Bîlîr ku piştî kurên xwe niha li malê bi hevserê xwe re bi tenê ye, tevî temenê xwe yê mezin bêyî ku rojekê li malê rûnê beşdarî karên dayikan dibe. Halîse Bîlîr, anî ziman ku ew piştî zarokên xwe, bi têkoşîna aştî û azadiyê ve xwe girê daye û wiha got: “Hemû zarokên me hatin qetilkirin. Piştî wê, min xwe li vir girêda. Ger ez li malê bûma, niha dîn bûbûm. Ger ez rojekê li malê bimînim, wextê min derbas nabe. Li vir em êşa dayikên din parve dikin. Em bi hev re dixebitin û ji hev fêm dikin. Ji bo ku xwîna zêde neyê rijandin, ji bo ku kezeba dayikan neşewite em diçin her derê. Dayikên Kurd gelek êş kişandin, cegera wan pir êşiya û hîn jî dişewite. Pêwîst e ji vê tiştê re bejin bisekine. Ji bo xwîn neyê rijandin em bi hev re têdikoşin.”
"Em bi êşa xwe li ber xwe didin" 
Halîse Bîlîr diyar kir ku ew ê têkoşîna zarokên xwe heta nefesa xwe ya dawî bidomînine û got: "Ez ê her tim berxwedana wan bişopînim. Ez ê her dem bi wan re bim. Bi hezaran dayikên mîna min hene. Em li wêneyan mêze nekin û mexdûr nebin. Bila hemû dayik rabin ser piyan û destên xwe bidin hev. Gelek êşên me hene lê me ne riya kişandina êşê, riya berxwedanê hilbijart. Em li hemberî şer jiyanê diparêzin û ji bo wê têdikoşîn. Em her roj, ji bo aştiyê dengê xwe bilind dikin."