“Me ji ax û asmînên Efrînê re gotiye em ê vegerin”

Jinên bajarê Efrînê yên koçberî bajarê Helebê bûne der barê salvegera dagirkirina Efrînê de bertekên xwe nîşandan û gotin: “Divê dewleta Tirk ji bo sûcên li Efrînê kiriye, di demeke nêz de bê cezakirin.”

 SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Di dîroka 18’ê Adara 2018’an de piştî berxwedaniya 58 rojan dewleta Tirk bajarê Efrînê yê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir. Şêniyên Efrînê di şeveke tarî de bûn rêwiyên rêyên nediyar, bi qasî 400 hezar mirov ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûn. Bi dagirkirinê re hovîtiya li Efrînê derket asta herî jor. Koçberên Efrînê ev sê sal in bi şert û mercên zehmet re dijîn. Her wiha niha li Efrînê sûcên dijmirovî tên kirin. Dewleta Tirk mirovan neçarî kuştin, talankirin, destdirêjî û revandinê dike. Heta van kêliyan jî bi rengekî rojane şênî ji Efrînê derdikevin berê xwe didin herêmên ewle û kiryarên dewleta Tirk belge dikin. Şêniyên Efrînê bi hêviya vegerê dijîn û rizgariya Efrînê her di dilê wan de zindî ye.
Dewleta Tirk di dîroka 20’ê Çileya 2018’an bi 72 balafirên şer êrîşî Efrînê kir. Gelê Efrînê bi şênî û şervanên xwe ve 52 rojan li dijî êrîşan ber xwe dan. Ji şerê cîhanê yê duyemîn ve tu şer bi rengekî wiha neqewimîbû. Di nav êrîşan de bi hezaran sivîl, zarok û jin jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê koçberên Efrînê yên ji ber dagirkeriyê berê xwe dan bajarê Helebê û li taxa Şêx Meqsûd bi cih bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin. 
Hêviyên vegera Efrînê
Jina bi navê Hacer Elî ji navçeya Mabata ya Herêma Efrînê ye behsa êrîş û kiryarên dewleta Tirk li Efrînê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em derbasî sala 4’emîn dibin ku em ji axa xwe koçber bûne. Efrîn niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk deye lê bi kêliyên jiyana xwe re em wê tînin ser ziman û her di mêjiyê me de ye. Em bi darê zorê ji Efrîna xwe derketin, rojên şer li Efrînê gelek bi êş bûn em wê êşê qet ji bîr nakin. Bi qasî vê êşa dilê xwe em têkoşîna bi jiyanê re didin meşandin. Em nizanin em ê kengî vegerin lê em bi baweriya vegerê dijîn. Efrîn herêma herî bi ewle bû di Sûriyetê de, di her aliyê de dewlemend bû. Efrîn a me ye me bi destên xwe xweşik kir û ava kir. Roja em derketin me ji ax û asmînên Efrînê re got em ê vegerin. Dewleta Tirk heya niha jî komkujiyan bi serê gelê me de pêk tîne. Bi bilindkirina berxwedaniya xwe em ê li Efrîna xwe vegerin, berdêla rizgarkirina Efrînê çi be em ê bidin canê me di ber axa me de arzan e. Efrîn warê şêr û pilingan e lehengên ku ji Efrînê derketine mîna Arîn Mîrkan û Avêsta Xabûr bi ruhê wan şehîdan em ê têbikoşin.”
Sirûda bihuştê ye Efrîn 
Sedîqe Mihemed Reşo dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve şermezar kir, her wiha bang li dewletên navneteweyî kir ku ji bo vegera şêniyên Efrînê têkevin tevgerê û wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: “Temenê min 90 salî ye ez li Efrîna rengîn ji dayik û mezin bûme. Tu mafê dewleta Tirk nîne axa me dagir bike. Piştî vî temenî ez ji axa xwe derketim, ez vê yekê li ser xwe qebûl nakim bi vî temenê xwe ez ê têkoşîna vegerê bidim. Efrîna me bombe kirin malên me vala kirin, pîr û kalên me serjêkirin û zarokên me şehîd kirin, darên me yên zeytûnan hilkirin. Efrîna min çîçeka her çar parçeyên Kurdistanê ye, bihuşta cîhanê ye. Kî wisa li me kir hemû dijminan li me kir, 366 gundên me li Efrînê hene em hemû bi jiyana hevpar dijîn, çi karê dewleta Tirk di nava me de heye. Dewleta Tirk em koçber kirin, kal û pîrên me di rê de mirin. Em Kurd hatine cîhanê, çima mafên hemû mirovan heye yê me Kurdan tune ye? Rêxistinên Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî xwe ker kirine li ser kursiyên xwe rûniştine û mafên mirovan li ber lingan diçe. Rojek ji temenê min mabe ez vê bêrûmetiyê li ser xwe qebûl nakim û ez ê vegerim. Di demek nêz de em ê vegerin. Pêwîst e dewleta Tirk ji ber van êrîş û kirinên xwe di demek nêz de bê cezakirin.”