Mamosteyên Idlibê ji ber kêmbûna muçe dev ji mamostetiyê berdidin

Hejmareke mezin ji mamosteyê Idlibê ji ber nebûna piştevaniya madî ji piraniya dibistanan re û fonên kêm dev ji mamostetiyê berdidin û tevlî karên din dibin.

SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib-  Sektora perwerdê li bakurê Sûriyê rastî zehmetiyan tê, nemaze nebûna piştevaniyê ji piraniya dibistanan re, ev yek bû sedem ku gelek mamosteyên jin dev ji mamostetiyê berdin û tevlî karên din bibin da ku şert û mercên xwe yên jiyanî baştir bikin. 
Mamoste Afra El-Mihemed a 29 salî ku ji Xan Şêxûnê koçber bû ye û niha li bajarê Kililî dimîne, piştî ku ji pêşxistina rastiya perwerdehiyê li herêmê bê hêvî bû, tevlî karên din bû. Afra El-Mihemed diyar kir ku zêdetirî salekê ew bi dilxwazî û bê fon di xebatên perwerdeyê de kar dikir û wiha domand: "Ez her sê zarokên xwe bi demijmêrên dirêj li mal bi tenê dihêlim heya ku dibistan bi dawî dibe. Di dawiyê de min biryar da ku ez li karekî din bigerim da ku şert û mercên xwe yên aborî baştir bikim. Ez pir xemgînim ji paşguhkirina rewşa perwerdê li herêmê ku dê bandorê li pêşeroja tevahiya nifşa bike."
“Li ser înternetê geriyam min wisan kar peyîda kir”
Mamoste Sefa El-Esxer a 33 salî jî anî ziman ku ew naxwaze dev ji mamostetiyê berde ji ber ku karekî mirovî ye, tevî nerazîbûna wê ya ji rewşa mamosteyan ku di encama îhmalkirin û nebûna piştgirîyê ketiye rewşeke xerab de û wiha berdewam kir: "Piştî çêkirina çend hesaban li ser înternetê û ketina bernameya sohbeta komê, min karîbû ji bo pîşeya xwe karekî piştgir peyda bikim ku bi riya sûdwergirtina ji înternetê ye û berhevkirina pereyên dîjîtal ku piştre wan diguherim diravên rastîn."
“Ez bi heqdesta digirim çar zarokên xwe xwedî dikim”
Asala Hemdan a 30 salî berê xwe da pîşeya kuaforê ku rojane piştî karê xwe yê mamostetiyê diqedand diçû derwereyeke kuaforê. Asala Hemdan got ku ev 5 salin hevjînê wê hatiye girtin û wiha bi lêv kir: "Ez bi tena xwe her çar zarokên xwe xwedî dikim. Jiyan pir zehmet bû ye û ji ber fonê kêm ê momstetiyê neçar mam dev ji mamostetiyê berdim û berê xwe bidim karekî din da ku bikaribim debara xwe û zarokên xwe bikim."