“Mala min topbaran kirin û keriyek pezê min kuştin”

Hûsa Ehmed a ku ji zaroktiyê de li gundê Til El-Leben dijî, topbarana mala xwe ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û çawaniya kuştina keriyê pezê xwe nirxand û da zanîn ku ew ji xweliyê jiyana nû diafirînin. Her çiqas dagirker wan qetil bikin jî ew ê ji nû ve bijîn tevî ku malên wan hilweşandin lê wan ji nû ve ava kir. Ev ax axa dapîrên wan e."

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Ji sala 2018'an ve heya vê rojê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qet ranewestiyane. Ji Efrînê heya Girê Spî û Serêkaniyê kiryarên dijmirovî û bêexlaqî rû didin, ev yek jî rastî bêdengiyeke cîhanî tê. Her wiha herêmên ku di xeta agir de ne, di navbera hebûn û nebûnê ango di navbera jiyan û mirinê de dijîn. Gundê Til El-Leben dikeve ser rêya M4 û bi 18 kîlometreyan rojavayî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve. Ji Cotmeha 2019'an de ev gund tê topbarankirin û sivîl tên hedefgirtin, heya roja me ya îro berdewam dike. Beriya çend rojan dewleta tirk bi giranî gundê Gozeliyê tevî gundê Til El-Leben ku heman wextê dikevin ser rêya M4 topbaran kirin. Di topbaranê de gelek zirarên madî çêbûn her wiha gelek lawirên şêniyan bûne qurbanî. Ji bo ku em bêtir rewşa gundê Til El-Leben û der bare kêliyên topbaranê de agahiyan bigrin, em derbasî gund bûn û bi jina bi navê Hûsa Ehmed re me hevdîtin pêk anî.
“Rojekê li gund û rojek li çolê, ev salek û 9 meh in em di vê rewşê de ne” 
Hûsa bi hesreta jiyîna rojên berî dagirkeriyê keserek kişand û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ya herî bi nirx jiyana di aramiyê de ye, mirov bê tirs bijî. Ji roja ku dagirker nêzî gundê me bûne heya niha, em di rewşeke xirab de ne. Hûn dizanin ku mirov çawa di xeta agir de dijî?. Em her kêliyê bi tirs dijîn ku nediyar e di kîjan kêliyê de topbaran çêbibe û em ji malên xwe derkevin çolê. Em rojekê li çolê, rojekê jî li mal radizên. Topbaran çêdibe, em li nava eraziyan belav dibin û gelek şevên havîn û zivistanî jî em li wir razane."
“Ji bo ku em koç bikin sivîlan hedef digrin lê dê daxwaza wan pêk neyê”
Hûsa bal kişand ser kêliyên topbaranê li ser gundê wan û wiha domand: "Ya herî zêde em jê bitirsin ew e ku kesên temenê wan mezin û zarok bi me re hene, kêliyên topbaranê em herî zêde bi wan ve mijûl dibin. Di heman wextê de lawirên me jî hene, em wan ji gund derdixin û ber bi çolê ve dibin. Ji dema dapîr û bapîrên me ve em li ser vê axê û bi vî awayî dijîn. Dewleta tirk bi 1 kîlometreyê dîsa dûrî me nakeve, pir nêz in û bi çavan tên dîtin. Ruxmî wê jî em ji gund derneketine û hîn li vir dijîn. Gelek caran gundê me bi zanebûn hatiye topbarankirin, hewl didin me koç bikin. Eşkere ye ku sivîlan hedef digrin. Ne tenê sivîlan dewleta tirk gund, çol û lawiran jî dide ber topan."
“Mala min du caran hatiye topbarankirin û qurbanî çêbûne”
Hûsa da xuyakirin ku mala wê du caran hatiye topbarankirin û wiha behsa wê kir: "Di nava salek û 9 mehan de, tenê mala min du caran hatiye topbarankirin. Topek li hewşiya pez ket û ya din jî li kêleka malê ket lê bi sedan top li gund ketine û zirarên madî û can jî çêbûne. Dema ku em ji bêriyê vegeriyan, me li hewşê pezê xwe dot û piştî ku me şîr rakir û em li ber deriyê derketinê bûn bi sê saniyeyan top li hewşê ket. Di encamê de zêdetirî 30 pez û kar û berxên min hatin kuştin û parçe parçe bûn û hewşa pez jî hat hilweşandin. Pez parçeyek ji jiyana me ye, parçeyek ji rih û canê me ye, dema ku min wiha dît ez dîn bûm û min li xwe xist. Wekî ku ez 30 zarokên xwe mirî û kuştî bibînim. Ji derveyî xwedîkirina pez, tiştekî ku em pê bijîn tune ye, ji lewre mirina wan bi mirina me bû. Derveyî yên ku hatin kuştin, gelek jî birîndar in. Paşê me hemû pezê kuştî tevî ker xistin erebeyê û avêtin newalê."
“Belgeyên ku gotinên min îsbat bikin, hene”
Hûsa da payin ku ger dewleta tirk dibêje em sivîlan hedef nagrin belge hene û wiha ev mijar anî ziman: "Ger dewleta tirk a dagirker û rûreş dibêje em sivîlan hedef nagrin, wê demê top ji ku ve bi ser serê gund û me de tên barandin? Gotinên wan derew in û belge hene ku van gotinên wan derew derbixe. Li ser rûyê erdê asta hovîtiya dagirkeran hatiye zanîn û ji rûxandina malan û xwîna ku heya niha hişk nebûye tê eşkerekirin. Ji derveyî wê jî wêne û dîmenê topbaranê jî gel me hene."
“Wekî jineke sivîl dixwazim dewleta tirk were darizandin û edalet pêk were”
Hûsa got ku ew sivîl in, çek li hember dewleta tirk hilnegirtine û şer nekirine û wiha pêde çû: "Me li hember dagirkeran wekî sivîl çek ranekiriye û şer nekiriye, ew çima me hedef digrin?. Em alîgirên aştiyê ne. Wekî jineke sivîl du caran mala min hatiye topbarankirin û 30 serî pez bûye qurbaniya topên dagirkeran, ez dixwazim dewleta tirk li ser sûcên ku li dijî sivîlan û lawiran pêk aniye, were darizandin. Ez edaletê dixwazim. Ruxmî ku em ava şor vedixwin û jê têr jî nabin, bi axa xwe ve girêdayî ne."
“Dewleta tirk hildiweşîne, em ê ava bikin û ji mirinê jiyanê biafirînin”
Hûsa teqez kir ku ew ê ji mirinê jiyanê biafirînin û ji gundê xwe dernekevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî hewşiya pez ji ber topbaranê hilweşiya, me ji nû ve kelpîç birîn û qor bi qor ava kir. Her çiqasî dewleta tirk gundê me topbaran bike û malê me hilweşîne, em ê jî ji nû ve ava bikin û li ser axa dapîr û bapîrên xwe bijîn û wê biparêzin."