Li Yemenê jinên kesê wan nedîtine

Ma we qet çavên xwe bi şerê ku bi salan domiyaye û we fêm nekiriye ji bo çi ye vekiriye? Bêguman, jiyan bi xwe ji bo jinan qada şer e, ew mijareke cuda ye. Lê belê, jina ku li qadên cengê tê dorpêçkirin û mafên wê nayên naskirin gelo xwedî kîjan hestan e? Jinên Yemenê bifikirin. Jinên dîl ên Yemenê. Jinên ku wekî dîl jî nayên hesibandin!

NUR SIRÎB
Yemen - Ji destpêka şerê navxweyî yê li Yemenê ve jiyana bi milyonan mirovî, zarok, jin, mêr, ciwan û pîr û kalan, bi rengekî bi bandor bû. Bi taybetî jiyana jin û zarokan bû şahidê guherînên radîkal. Rêxistinên sivîl, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî jî rûyê qirêj ê şer belge kirin û eşkere kirin. Îro li Yemenê gelek jin ji ber nêrînên xwe yên siyasî, kesayetiyên xwe yên aktîvîst û heta baweriyên olî girtî ne.
Di danûstandinên pêguhertina girtiyan a li Yemenê de, Neteweyên Yekbûyî li Cenevre û Swêdê, der barê girtiyên jin de tu biryar negirt! Erê dibe ku ecêb xuya bike lê rastî ev e. Ji bo danûstendina bi girtiyan re biryar hat girtin, peyman hatin çêkirin lê di peymanên ku hatin çêkirin de, tenê mêr bûn mijara gotine. Piştî civînan, çîrokên cuda derdikevin holê. Çîrokên wekî; nayê zanîn ku jinên dîlgirtî li ku tên ragirtin. Malbatên ku zarokên wan li herêmên di bin kontrola komên cuda de dîl hatine girtin xwedî tu agahiyê nîn in. Ajansa me bi jinên ku di rêxistinên li ser vê mijarê de dixebitin re cih digrin de axivî.
Endama komîsyona niştimanî ya lêpirsîna binpêkirinên mafên mirovan Dadwer Îşraq El-Maqtarî diyar dike ku ew nikarin bigihîjin hejmara zelal a der barê girtiyên jin de û dibêje ku ev yek tê wateya binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî.
Nikaribûn biçin serdana cihên ku jin lê hatine girtin!
Îşraq El-Maqtarî der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Der heqê jinên ku bi fermî girtî ne de îdiayên pir cidî hene. Jinên ku ji ber tawanên giran tên darizandin û binçavkirin jî hene. Sedema ku em nikarin agahiyan der barê jinên girtî de bigrin ew e ku malbat ji tirsê, newêrin serlêdana cihên pêwendîdar bikin. Wekî din, heya îro, em nikaribûne biçin serdana girtîgeha jinan an jî navendên binçavkirinê.”
Ji bo jinan komele hat damezrandin
Seroka Komeleya Dayikên Hatine Revandin, Umm Salam El-Hajj jî wiha got: "Ji destpêka damezirandina komeleyê ve, me dest bi xebata çavdêrî, belgekirin û piştevaniya jinên ku hatine girtin û binçavkirin kir. Komeleyê çalakî, jinên revandî û binçavkirî li gorî pîvanên navneteweyî belge kir. Di civakek bêtehemul de, me hewl da em pê re girêdayî bimînîn. Em ji bo nirxên civakî yên ku pêwîst e jin bi wan werin parastin û hemû bendên civakî bişkînin û azadiya jinan û beşdariya wan a aktîf xebitîn."
"Ji bo kesên ku hatine revandin, yekane rê razemenî û xebat e" 
Umm El-Salam wiha axivî: "Em wekî Komeleya Dayikên Hatine Revandin, dijberî jinen hatine revandin û binçavkirin, tevli "peymanên pêguhertinê" bûn. Ji ber ku em bi mafên bê şert û merc ên jinan, ji bo azadiyê bawer dikin. Wekî din, em ji bo cudahiya encamên peymanên pêguherî yên xirab ên ku em bi salan e hewl didin ji hêla navxweyî yan jî navneteweyî ve wekî lobî tên bikaranîn ji holê dixebitin. Ji bo kesên ku hatine revandin û binçavkirin, yekane rê razemenî û meşandina xebatê ye.”
“Jinên ji êsaretê hatine rizgarkirin jiyana xerîbiyê dijîn”
Umm El-Salam got ku jinên hatine revandin piştî berdana wan gelek zehmetiyan kişandin û diyar kir ku jin nikarin vegerin ba malbatên xwe û mehkûm bûne li xerîbiyê bijîn. Umm El-Salam got ku divê her kes di vî warî de ji bo berdana bê şert û merc a jinên ku ji ber dîtin û baweriyên xwe hatibûn binçavkirin û revandin, ji bo azadiya jinan, ji bo parastin, rehabîlîtasyon, tezmînat û mafan xebatê bimeşîne.
Hişyariya "Pêguherî" revandina mirovan zêde bike! 
Musteşarê Wezareta Mafên Mirovan Majed Fadael, der barê pêguheriya girtiyan de yên ku jin başdar nabin de wiha axivî:
“Tiştên qewimîne ne pêvajoya berdana girtiyan e. Mixabin, a ku qewimiye, pêvajoya danûstandinên pêguherî ye. Em serbestberdana girtiyan bê tixûb û merc dixwazin û em nexwazin tu danûstandinan bikin. Dema ku em pêguheriya girtiyên siyasî, bi girtiyên sivîl re qebûl bikin dê çi bibe? Ev yek dê pêvajoyeke dijwar bi xwe re bîne. Bûyerên bi vî rengê qewimîn. Binpêkirin zêde bûn. Kom û eşîrên cuda hewl didin danûstandinan bi domandina revandin û girtinan pêk bînin. Em ê rê nedin ku ev yek bi jinan re dubare bibe."
Tê xwestin ku bûyerên revandina jinan bikeve rojeva dadgehên navneteweyî
Seroka însiyatîfa Riya Aştiyê Rasha Jarhoum got ku ew alîgirê zexta navneteweyî ya li ser Houthiyan e ji bo serbestberdana jinan û got; "Divê agahiyên der barê revandina jinan de teqez ji dadgehên ceza yên navneteweyî re werin şandin û kiryar werin darizandin."