Li Xezayê gel bi nexweşiyên şewbê re rû bi rû ye
Bijîşk Nûr El-Şawa bal kişand ku li Xezayê gel bi nexweşiyên şewbê û nexweşiyên enfeksiyonê re rû bi rû ye û destnîşan kir ku jiyana welatiyên bi nexweşiyên kronîk ên mîna penceşêrê û nexweşiyên gurçikan ku derman tune ye di xeterê de ye.
RAFIF ESLEEM
Xeza – Êrişên Îsraîlê yên di 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Zîvala Xezayê dabû destpêkirin li ber çavên cîhanê bi hemû hovîtiya xwe berdewam dikin. Zêdeyî 40 zarokan ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan, 3 hezar û 500 zarok jî ji ber kêmxwariniyê di xetera mirinê de ne. Ji ber qerebalixiya navendên ku koçber lê tên bicihkirin, jin û zarok bi taybetî li hemberî şewb û nexweşiyên enfeksiyonê metirsîdar in.
Bijîşk Nûr El-Şawa bal kişand ku ji ber tonên teqemeniyên ku Îsraîlê di dema êrişan de avêtine Xezayê ku avên bin erdê qirêj kirine, nexweşiyên enfeksiyonê zêde bûne. Nûr El-Şawa diyar kir ku kêmxwariniya ji ber binpêkirina rêgezên şer ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatiye û rê nedaye kamyonên xwarinê derbasî Xezayê bibin, bandoreke neyînî li tenduristiya gel dike û got: “Divê mirov masî, goşt, şîr, penêr, fêkî û sebzeyan bixwin da ku xwedî parêzerek tendurist bin lê mixabin ev berhemên ku min behs kirin ji ber êrişan li Şerîda Xezayê peyda nabin.”
Kêmxwariniyê û ava bîrê mirovan nexweş dike
Nûr El-Şawa da zanîn ku ji ber ku mirov ji ber kêmxwarinê nikarin mîneralên pêwîst ên weke proteîn, vîtamîn, kalsiyûm û hesin bi dest bixin, bi gelek nexweşiyan dikevin û got: “Veguhestina xwarina konserveyê li xwarinek bingehîn a ku bi madeyên parastinî hat têrkirin, di laş de dibe sedema werimîna zik a daîmî yan îshalek giran. Pirsgirêk ne tenê bi xwarinê ve girêdayî ye. Ji ber bikaranîna avê di bîrên ku ji bo peydakirina hewcedariya avê li Şerîda Xezayê hatine kolandin, nexweşiyên wek rûvî û zerikê derdikevin.”
‘Sîstema parastinê ya mirovan têk diçe’
Nûr El-Şawa diyar kir ku ji ber têkçûna sîstema parastinê ya mirovan, bi nexweşiyan dikevin û got: “Dema ku leke û nexweşiyên kiyark li ser çerm xuya dibin, mûyên ser û derdora biriyan diweşin û di encamê de keçelî çêdibe. Ji ber negihîştina ava paqij a ku ji bo serşokê pêwîst e, sipih derdikevin. Nexweşî zêdetir di nav jin û zarokan de çêdibin. Dermanên ku divê di tedawiya nexweşiyan de bên bikaranîn jî tune ne. Ji bo nexweşên pençeşêr û vîtîlîgoyê derman tune ne.”
‘Nexweş nikarin êşa xwe sivik bikin’
Nûr El-Şawa da zanîn ku êşa kesên ku bi nexweşiyên kronîk ên wekî penceşêr, gurçik, tansiyon û şekir ketine û nikarin dermanên xwe bigihîjînin zêde dibe û got: “Nexweş ji ber êşê diqîrin. Mirov nizanin vê êşê bi çi awayî sivik bikin.” Nûr El-Şawa teqez kir ku ji ber dorpêçkirina nexweşxaneyan, kêmbûna personelên tenduristiyê û kêmahiya tibê di sîstema tenduristiyê de têkçûneke cidî rû da û got ku navendên tenduristiyê yên wekî dîspanser bûne nexweşxane.
Nûr El-Şawa da zanîn ku dermankirina li nexweşxaneyê têrê nake û tenê rewşên giran dikarin bên emeliyatkirin û wiha got: “Emeliyatên sezeryanê bêyî anesteziyê têne kirin.” Li aliyê din Nûr El-Şawa da zanîn ku derzîlêdanên pêwîst ên pitik û zarokan nayên kirin û wiha got: “Ji ber derzîdan nayên kirin û kêmxwariniyê bandoreke neyînî li sîstema parastinê dike û tenduristiya zarokan xirab dike.”