Li Tûnisê xemsariya li ser zewacê zêde dibe
Li Tûnisê xemsariya li ser zewacê bûye diyardeyek. Her diçe di warê zewacê de xemsariya jinan zêde dibe. Gelo sedema vê yekê zîhniyeta femînîst û pêşketina wê ya ku gihîştiye qonaxeke girîng e an na? Gelek pispor hewl didin sedem û faktorên ku pêşî li vê rewşê vekirine fam bikin.
ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Gelek sedem hene ku jinan ber bi xesmariya zewacê ve dibin ku îro li Tûnisê bûye wek diyaredeyek. Pispor vê yekê dibînin hewl didin sedemên guheztina zîhniyeta femînîst û pêşketina wê ya ku gihîştiye qonaxa ku dibêje; "bi bawerî xwe ji zewacê dûr dixin" fam bikin.
Fîlozof û aktîvîsta femînîst a fransî Jeanviève Gilpin dibîne ku nefreta ji zewacê reaksiyonek e li hemberî tixûbên girêdayî rola jinan e û dibêje; "Armanc şermezarkirin û têkoşîna li dijî sînorkirin û tengkirina rola jinan a di karên perwerdeya navxweyî de ye. Malbat zirarê dide her du zayendan ji ber ku ew saziyek e ku her rolê destnîşan dike û nasnameyên zayendî hişk dike û bêguman dibe sedema dabeşkirina kalîteyî ya karan, têkiliyên newekhev û zêdebûna hestan.”
Lêkolînên fermî zêdebûna diyardeya bêdiliya zewacê li Tûnisê ji hêla jin û mêran ve eşkere kir û Nivîsgeha Niştimanî ya Malbat û Bajarvaniya Mirovan çend caran li ser nexweşiyê axivî û got; “Aştî û pergalek civakî ya hevseng tehdît dike hejmaran diyar kir ku li gorî sala 1994'an, rêjeya xemsariya ji bo zewacê li Tûnisê gihîştiye ji sedî 60 û ev hejmar di nav keçan de derket pêş, taybet di van salên dawî de ku rêjeya jinên ji zewacê dilgiran in ji çar milyon û 900 hezar jinan gihîşt 1.3 milyonî. Li gorî daneyên fermî yên vê dawiyê Tûnis ji aliyê rêjeya nexwestina zewacê ve, di cîhana Ereb de di rêza çaremîn de ye. Ger ku çareserî ji vê diyaredeya ku bi salan e ji sedî 10 zêde dibe re neyê dîtin, dê tevliheviyek mezin di civaka Tunisî de çêbike.
Ajansa me têkildarî mijarê bi jinên ku teqez naxwazin bizewicin û bi pisporên ku sedemên sereke yên vê diyardeyê eşkere kirin re axivî.
“Min li hember ramana paşverû ya civakê serî hilda”
Marwa Abbasî ya 37 salî ji Binzert e, xwediyê bawernameya masterê di şikldana navxweyî de ye, dibêje ku tevahî pişniyarên ji bo wê hatine redkirin û wiha didomîne; "Min tu carî zewacê wekî sazî û projeyek di navbera du kesan de red nedikir, min jî wek hemû keçan hêvî dikir ku fistanê spî li xwe bikim lê dema gihîştim temenê 25 salî axaftina rojane ya diya min zewaca min bû. Mîna ku ew li riyekê digeriya ku ji min xilas bibe. Ji ber ku ez keça mezin a malê bûm, vê yekê dirêj kir heya ku rojekê xortekî bi navê Ehmed, di temenê xwe yê 30 salî de, derket pêşiya min, me hev nas kir û bi hev re planên xwe çêkir. Lê piştî ku du meh derbas bûn min dît ku ew berê zewicî ye û sê zarokên wî hene, ez ketim şokek pir mezin lê ji vê yekê bihêz derketim û vegeriyam jiyana xwe ya normal a kar û cîhana xwe ya biçûk, di wir de min biryar da ku tu carî li ser zewacê nefikirim. Biryar dijwar bû lê ez poşman nebûm, li hember ramana paşverû ya civakê ku jinan tenê weke jineke malê û dayikek dibîne serî hilda. Min bawer dikir ku ez bi tenê dikarim xeyalên xwe bi dest bixim û ji hemû ezmûn û serpêhatiyên jiyanê derbas bibim. Min ew ramana ku dibêje hevser pişt e ji serê xwe derxist. Ez di pileya xwe ya zanistî de, di pêşketina xwe ya pîşeyî de, di rêwîtiyên xwe de, piştgiriya xwe dibînim. Îro ez jinek serbixwe me, bextewariya xwe di nav pirtûkan de û di çalakiya xwe ya di nav komeleyek bi zarokên ku piştgirî nagirin de dibînim".
“Zewac ji bo min girîng e, xeyala min ew e ku ez malbatek ava bikim”
Fatîma Samranî ya 33 salî ji parêzgeha Jendouba, nêrîna wê ji ya Marwa Abbasi cûdatir e. Li ser mijarê dibêje; "Zewac ji bo min girîng e, xeyala min ew e ku ez malbatek ava bikim, zarokan çêbikim û peyva ‘dayê’ bibihîsim. Ez di nav malbatek pir piçûk de ku ji bav, dê û bira pêk tê mezin bûm. Ez ji bereketa xwişk û malbatek mezin bêpar mam û ji zaroktiya xwe de bavê min şîret li min dikir ku ez malê bi zarokan tijî bikim". Fatîma Samranî da zanîn ku pêwîst e jin ramana zewacê qebûl bikin, ew bi hewceyî hevkarekî ne ku kêfxweşî û xemgîniya xwe wê pê re parve bikin her wiha hewceyî heye ku kesek piştgirya mirov bike.
“Mafên jinan heye ku riya xwe hilbijêrin”
Çalakvana civakî, Fahîma Belaid jî dibêje ku ji ber nêrîna qalibparêzî di civakê de berdewam dike jinên ku nazewicin bi reaksiyonên şîdetê re rû bi rû dimînin û rastî biçûkxistinê tên. Fahîma Belaid radigihîne ku rêjeya xwendinê ya keçan li Tûnisê bilind bûye û ji sedî 60 xwendekarên zanîngeh û enstîtuyan temsîl dike, ev yek jî hilbijarteya hevkar zehmet dike. Îro jinên Tûnisê ji ber ramana xwe ya vekirî û hejmarên mezin ên komeleyên femînîst ku parastina mafên wê dikin, bêtir zana û hişyar bûne û biryarên bi îsabet digrin.
“Jinên Tûnisê edî dikarîn çarenûsa xwe diyar bikin”
Civaknas Sabrîne Agroudi balê dikşîne ser sedema nexwestina zewacê ya jinên Tunisê û vê rewşê bi salên 1990’an re muqayese dike û dibêje ku salên berê ji ber hişemndiya serdest, jin neçar dibûn xwendina xwe di nîvî de bihêlin û bizewicin, ji bo ku ji zexta malbatê û nehevsengiya di navbera herdu zayendan de xilas bibin lê di roja îro de jinên Tûnisê li hemberî vê rewşê derketine êdî bûne xwedî asteke bilind a xwendinê ku dikarin bi awayekî baş biramin û çarenûsa xwe diyar bikin.
Sabrîne Agroudi bal kişand ser bertekên civakê yên li dijî jinên ku zewacê bi tundî red kirine û got: “Civak bi çavekî biçûk li wan dinêre ku wan mecbûrî zewacê bike ji ber ku li gorî wan zewac çerenûsa tekane ye ji bo jinan.” Ew dibîne ku nêrîna jinan biçûk dixe wergerandina zihniyetek kevnar e ku jinan wekî jinek malê û tenê dayikek dihesibîne.
Yek jî pisporên derûniya civakê Aya Ben Elî, piştrast kir ku ramana zewacê ji hêla jinên Tunisê ve êdî ne xwestekek e û gelek jin zewacê wekî sînordarkirina azadî û tevgerên xwe û astengiyek di navbera xewn û rastiya ku ew li bendê ne bijîn dibînin.
“Wekî civaka Ereb, civaka Tûnisê ji rola jinan bawer nake”
Derûnnas diyar dike ku civaka Tûnisî jî wekî civaka Ereb, ji rola jinan bawer nake lê berevajî wê hewl dide ramana mêrê ku malbatê konrol dike derxe pêş. Ev binpêkirina qaîdeyên medenî û qanûnî ye ya ku maf û destkeftiyên jinan diparêze û di qanûna rewşa kesane de hatiye destnîşankirin û axaftina we wiha domand; "Xemsarî yan jî tirsa ji zewacê carna ji hêla ciwanan ve ji ber şert û mercên darayî yên dijwar e" û destnîşan kir ku ew fikra teşwîqkirina keçan ji bo zewacê red nake lê divê ew zewacê tenê ji ber ku ew bi temen mezin bûne qebûl nekin. Wê teqez kir ku di bingehê de, zewac dûrî mantiqê tundûtûjî û serdestiya mêrxwaz û peymanek di navbera her du aliyan de ye ku di nav aramî û rêzgirtina nepenîtiyê de bijîn.
Aya Ben Alî tevli nêrîna Fahîma Belaid a ku dibêje jin di civakê de tên biçûkxistin dibe û banga têkoşînê bi riya pêngava hişyarkirinê kir.
“Ji bilî jinên ku xeyalên xwe ava dikin û dimeşin kes ji vê rewşê fêm nake”
Li Tûnisê her ku diçe dengê jinan bilind dibe, bang li keç û jinan tê kirin ku balê bikşînin ser rêyên gihîştinê, xwe bi zanist û afirîneriyê bi pêş bixin û nezaniyê ji nezanan re bihêlin. Helbestvan û nivîskara Tunisê Naila Obeid dibêje; "Bi min re ev tişt heye û pir zelal e ku ji bilî jina xeyalên xwe ava dike û dimeşe kes ji vê rewşê fêm nake".