Li Tûnisê jinên ducanî kêm diçin klînîkan rewşa wan bi xeter e
Bijîşkên jin ên Tûnisê diyar kirin ku serdanên kontrolên tenduristiyê yên jinên ducanî kêm bûne û xeterin ji ber zarokanînê ‘krîza bêdeng’ ku gefê li tenduristiya dayîkan dixwe hişyarî dan. Bijîşkan xwest kampanyayên hişyariyê werin destpêkirin.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Pergala tenduristiyê ya Tûnisê, di mijara parastina jinên ducanî de bi ezmûnek mezin re rûbirû ye. Serdanên klînîkên şopandina ducaniyê kêm bûne, xeterên ji ber zarokanînê her diçe zêde dibin.
Tabloya di qada tenduristiyê de, ne tenê îstatîstîk in, bûye rastiya ku bi hezaran jinên li bajar û herêmên gundewar dijîn di jiyana wan a rojane de were hîskirin. Şertên aborî, civakî û hilweşîna di xizmetên tenduristiyê de dibin yek û tabloyek bi fikar. Tevî hemû hewldanan, serdanên klînîkên şopandina beriya zarokanînê kêm bûne. Di nafa faktorên ku vê krîzê kûr dikin de zêdebûna maliyetên jiyanê û zoriyên di pêkanîna mesrefên tedawiyê, zoriyên xwegihandinê li herêmên gundewar demên dirêj ên li bendêmayîna di saziyên tenduristiyê ku kêmaniyên çavkaniyê dijîn hene.
Ev faktor hemû dibin sedem ku gelek jin kontrolên xwe yên tenduristiyê bi paş bixin an jî bi temamî berdin. Ev rewş di nîşaneyên tenduristiya dayîk û zarokên nû hatine dinyayê de rasterast xwe dide der. Pispor ji ber vê hişyar didin. Erkdara pisporiya zarokanîn û nexweşiyên jinan a nexweşxaneya zanîngeha Bizerte Dr. Wîsal Cafer, diyar kir ku nexweşiyên wekî kêmxwînî, ducanîbûn û bilindbûna tansiyonê ji ber zarokanînê û hinek enfeksiyonên ji dayîkê digihîje pitikê, gefê li jiyana dayîk û pitikê dixwe.
‘Divê jinên ducanî serî li nexweşxaneyan bidin’
Dr. Wîsal Cafer da zanîn ku di van rewşan de jinên ducanî divê ji bo tenduristiya xwe û pitika xwe serî li beşên lezgîn û nexweşxaneyan bidin û got: “Yek ji sedemên sereke yên xeteran, kêmaniya di stokên xwînê de ye, bexşandina xwînê bûye pêwîstiyeke lezgîn. Her wiha di hinek rewşan de her çendî mudaxeleya lezgîn lazim be jî hejmara pisporên anesteziyê kêm e. Di bûyerên zarokanînên zor û xwînhatina piştî zarokanînên û hîpertansiyonê de, bi saya şopandina beriya zarokanînê dikare pêşî were girtin an jî were kontrolkirin.”
Wîsal Cafer bal kişand ser êşên ku jin di dema zarokanînê de dikşînin û got: “Hinek jin ji ber mudaxeleyên cerahî beriya zarokanîna normal ji wan re nayê gotin, an jî anseteziya guncaw nayê kirin êşên gelek giran dikşînin. Her wiha ji aliyê hinek xebatkarên tenduristiyê û personelên alîkar ve tundiya bi gotinî heye. Her gotina ku di wê kêliyê de tê gotin di bîra dayîkê de şopeke mayînde dihêle.”
‘Divê jin werin hişyarkirin’
Dr. Nercis Bi Ammar ragihand ku li Tûnisê ji 100 hezar kesên zarok tînin, 36 dayîk jiyana xwe ji didin. Klînîkên şopandina beriya zarokanînê tansiyona bilind û diyabeta ducaniyê zû teşxîs kiriye û got: “Ev xeter di aliyê dayîk û zarok de dibe ku rê li ber komplîkasyonên cidî veke. Her wiha divê di mijara girîngiya şopandina tenduristiya bi rêk û pêk de jin werin hişyarkirin û rola saziyên civaka sivîl û saziyên eleqedar were bihêzkirin.”
Ji bo tenduristiya jinan pêşniyara platforma dîjîtal
Endama Lijneya Rêveberiya Yekîtiya jinan û bijîşka tenduristiya gel a teqawîd Dr. Meha Berkavî jî da zanîn ku gelek jinên ducanî ji bo bibin xwedî agahî ji medyaya dîjîtal agahiyan digrin û got: “Gelek agahiyên ku di medyaya dîjîtal de tên parvekirin ne rast in û dibe ku encamên cidî bi xwe re bînin.”
Ji ber vê Meha Berkavî bikaranîna platforma dîjîtal a bi desteka hişê çêkirî û agahiyên pê bawer pêşkêş bike, pêşniyar kir û got: “Bi vî awayî wê ji agahiyên şaş ên facebookê xwe biparêzin. Her wiha pêwîstiyên jinên ducanî beriya zarokanînê bi tehlîla kontrolên ultrasyonê, şopandina tenduristiyê bi bernameyek diyar heye. Li gel vê jî şîrdayîna xwezayî di aliyê tenduristiya dayîk û zarok de girîng e. Li gorî hinek lêkolînan eleqeya ji bo şîrdayînê kêm bûye. Kesên ku amadekariyên zewacê dikin divê beriya bizewicin di kontrolên tenduristiyê de derbas bibin. Eleqeya ji bo van testan gelek kêm e.”
Meha Berkavî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi saya Yekîtiya Jinên Neteweyî ya Tûnisê û torên li herêmên cuda yên welat, bi taybetî xwegihandina jinên ku di beşên hundir de dijîn, di demên ducanîbûnê de der barê girîngiya serlêdanên klînîkên tenduristiyê wê kampanyayên hişyarkirina neteweyî bidin destpêkirin.”