Li Tûnisê ji ber şertên zor ên perwerdeyê krîza devjêberdana dibistanan didome
Qada perwerdeyê ya Tûnisê rastî gelek pirsgirêkan tê. Bi taybetî destdayîna herêmên navxweyî û qadên gundewar, bûye yek ji pirsgirêkên herî girîng ên welat.
ÎXLAS HAMRONÎ
Tûnis – Tûnis tevî ku bi dehan salan e hewl dide mafê perwerdeyê bi cih bîne û perwerdeya bê beramber bigre bin temînatê jî îro pergala perwerdeyê rastî zoriyên ku her diçin zêde dibin tê. Di serê van de jî bi taybetî devjêberdana ji dibistanê ya zarokên keç li herêmên gundewar dijîn tê. Wîlayetên weke Qesrîn di nava cihên ku herî zêde ji van pirsgirêkan bi bandor dibin de ye.

Zexta perwerdeyê û devjêberdana dibistanan
Xwendekar Suwar El- Hemmamî diyar kir ku li Tûnisê bi taybetî li herêmên navxweyî hejmara dibistan û zanîngehan kêm in, ev jî li ser pergela giştî ya perwerdeyê zexteke mezin ava dike û got: “Mufredat gelek giran bûne û vê jî li ser xwendekaran barekî giran çêkiriye. Her wiha rojên dirêj ên dibistanê ku saetên wê dirêj in, bûne sedem ku xwendekar ji perwerdeyê dûr bikevin û rêjeya devjêberdana dibistanê zêde bûye. Berpirsê bingehîn ê sererastkirina pergala perwerdeyê hikûmet û wezareta perwerdeyê ne. Divê saetên dersê yên ku ji bo xwendekaran bûne barekî giran werin kêmkirin. Divê di saziyên perwerdeyê de çalakiyên civakî werin pêkanîn. Ev jî zextê kêm dikin û di pêşxistina kêrhatiyên nû yên xwendekaran de bi sûd in. Xwendekarên ku di qada akademîk de zoriyê dikşînin, dikarin xwe di qadên werzîş, muzîk û hwd. de bi pêş bixin.”
Reformên bi kok û nûbûna berfireh
Xwendekar Dirsan Rahmûnî jî da zanîn ku devjêberdana xwendekaran a dibistanê, ne tenê li Qesrînê, di tevahî pergala perwerdeya Tûnisê de bûye yek ji pirsgirêkên herî mezin û got: “Hejmareke zêde ya zarokan di temenekî zû de dev ji dibistanê berdane, li herêmên gundewar li gorî rêjeya bajaran, devjêberdana dibistanan pir zêdetir e. Sedemên vê yekê yên bingehîn, lawazbûna şertên jiyanê û pergala gundewar e. Xizanî jî roleke girîng dilîze, kêmaniya xwegihandinê û şertên malbatê jî bi bandor in. Pirsgirêkên aborî û civakî rasterast bandorê li perwerdeya zarokan dikin. Ji ber pirsgirêkên madî, mesrefa hinek malbatan kêm dibe û neçar dibin zarokên xwe ji dibistanan bigrin.”
‘Di navbera bajar û gundan de gelek ferq heye’
Dirsan Rahmûnî îfade kir ku di navbera bajar û herêmên gundewar de ferqek zêde heye û got: “Li bajaran rê û binesazî baştir e, li qadên gundewar ji ber kêmaniya xwegihandinê, xwendekar ji bo bigihîjin dibistanê neçar dibin di riyên ku gelek dirêj in de biçin. Li van herêman ji bo başkirina perwerdeyê divê li qadên nêzî gundewaran dibistanan vekin, binesaziyan bi pêş bixin, riyan nû bikin an jî riyên nû çêbikin û wesayîdên guncaw ên xwegihandinê dabîn bikin. Ji bo xwendekaran pêwîstî bi reformên nû yên di bernameya perwerde û rêbazên perwerdeyê de heye. Divê nêzikatiya ku zarokên kur ji keçan zêdetir dibînin were guhertin. Li gorî hinek derdoran cihê zarokên keç tenê mal e û erka wan tenê karê malê û xwedîkirina zarokan e.”

‘Hê jî astengiyên li pêşiya perwerdeya keçan didomin’
Dirsan Rahmûnî wiha got: “Her çendî gelek zarokên keç serkeftî bin û asta jiyana malbatên xwe baş kiribin jî hinek malbatan difikirin ku perwerde ji bo zarokên keç bibe sedema pirsgirêkên şermê. Ji ber vê li pêşiya perwerdeya keçan dibin asteng û destekê didin zarokên kur. Di vê mijarê de divê hikûmet bi taybetî ji bo zarokên keç ên ji ber sedemên aborî perwerdeya xwe nikarin bidomînin desteka madî û fonê bide. Bi awayekî zagonî, perwerdeya dewletê bê beramber e lê belê di rastiyê de ji ber pirtûk, qeyd, riya çûnhatinê û pêwîstiyên din mesref zêde dibin.”
Tabloyeke bi fikar e
Mamoste Zeyne Muhamedî wiha got: “Rewşa perwerdeyê ya li Tûnisê îro di asta fikarê de ye, devjêberdana dibistanan bi taybetî li herêmên gundewar bûye yek ji pirsgirêkên mezin. Pirsgirêk li bajaran jî heye lê belê rêjeya wan kêm e. Yek ji sedemên bingehîn ên li bajaran dûrbûna saziyên perwedeyê û kêmaniya xwegihandinê ye. Xwendekar di xwegihandina dibistanê de zoriyan dikşînin û hinek malbat ji ber ewlehiya zarokên xwe û şertên zor zarokan ji dibistanan digrin.”
‘Zarok di temenê biçûk de tên zewicandin û xebitandin’
Zeyne Muhamedî da zanîn ku li hinek herêmên gundewar, fêrbûnên civakî yên ku bandoreke neyênî li perwerdeya zarokan dikin didomin, zarok di temenê biçûk de tên zewicandin, di demên çandiniyê de weke karkerên çandiniyê tên xebitandin û got: “Jinên li gundewaran dijîn, di nava malbat û civakê de barên mezin hildigrin, tevî vê jî nêzikatiyên biçûkxistinê didomin. Ev rewş nakokiya di navbera rola rast a jinan hişmendiya der barê wan de nîşan dide. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, pêwîstî bi gavên berfireh heye, bi hêzkirina rola zêdekirina xebatên hişmendiyê, pêkanîna desteka pispor a psîkolojîk û civakî, pêşxistina binesaziyan û belavkirina girîngiya perwerdeyê di medyayê de divê were bihêzkirin. Divê dersên ku xwendekaran teşwîqî perwerdeyê dikin werin sazûmankirin, civakên bi perwerde ji bo pêşketin û pêşxistinê vekirîne. Di mijara zarokên keç de jî divê wekheviya bi kuran re were pêkanîn û her cureyê cudakariyê were redkirin. Dema firsend û desteka pêwîst çêbibe dê keç bigihîjin serkeftinê.”
Di pergala perwerdeyê ya Tûnisê de gelek pirsgirêk hene
Hemû kesên ku nêrînên xwe tînin ziman diyar dikin ku pergala perwerdeya Tûnisê, rastî gelek pirsgirêkan tê. Ev rewş rasterast bandorê li şansê serkeftinê û kalîteya perwerdeya xwendekaran dike.
Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê şertên perwerdeyê werin başkirin, destek bê dayîn ji malbatan re xebatên hişyarkirina saziyên perwerdeyê werin zêdekirin û li hemû herêmên welat di nava xwendekarên keç û kur de wekhevî were pêkanîn.