Li Tûnisê fikarên zêdebûna kuştina jinan
Li Tûnisê tenê di nava du mehan de qetilkirina 5 jinan, di nava civaka sivîl de rê li ber fikarên mezin vekir û pirsa têkildarî mekanîzmayên zagonî yên parastina jinan çiqas bi bandor e dîsa anî rojevê.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Tevî xebatên hişyariyê yên ku saziyên civaka sivîl dane meşandin, derfet sînordar dimînin û xwegihadina jinên ku rastî tundiyê tên ne pêkan e. Hinek ji wan, di qadek ku tundî lê tê normalîzekirin û ji rêzê tê dîtin de mezin dibin. Her wiha gelek jin ji ber tirsa şermê nikarin giliyê hevjîn, bav û birayê ku tundî bi kar tîne bikin.
Tundî vediguhere cînayetê
Tenê di du mehên serê salê de li Tûnisê 5 jin hatin qetilkirin. Piraniya van jinan ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin û aktivîst van bûyeran weke ‘cînayetên jinan’ bi nav dikin lê belê tevî cîdiyeta sûcan, zagonên Tûnisê, hê van cureyên cînayetan di katagoriyeke sûc a li dijî jinan de dike û xwe dispêre zayenda civakê nayên pênasekirin.
Komeleya Dengê Jinan (Aswat Nîsa) van cînayetan şermezar kir û diyar kir ku hikûmet û polîtîkayên civakê encaman pêkneanîna parastina kêm a jinan e. Komleyê da zanîn ku divê ev bûyer wek ‘lihevnekirina di nava malê de’ ji rêzê neyê dîtin, berevajî vê li cihê ku divê jin lê bi ewle bin di nava malê de, cînayetên ku di asta tundiya di nava malê de rastî tên e.
Ev geşedan, di demek ku cînayetek nû li wîlayeta Arîna ya li berbajarê mezin ê paytextê hat jiyîn hê didome pêk hat. Di 7’ê Adarê de jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Tundiya li dijî jinan zêde dibe
Navenda Şopandina Neteweyî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, ragihand ku li Tûnisê, di demên dawî de tundiya li dijî jinan zêde bûye, bi taybetî di hinek deman de, di demên pîrozbahî, vegera dibistanê û cejnan de ev zêdebûn gelek diyar bûye. Lê belê komeleyên femînîst, diyar kirin ku tundî bi demên diyar re sînordar nîn e, gelek jin di jiyana rojane de rastî wê tên.
‘Zarokên keç di qadên ku tundî li wan heye de mezin dibin’
Di vê çarçeveyê de aktivîsta femînîst Wesîle el-Melîkî, da zanîn ku li Tûnisê tundiya jin rastî tên gelek deman di qadên taybet û nava malbatê de destpê dike û got: “Zarokên keç di malbetek ku tundî lê tê bikaranîn û cudakarî normal bûye de mezin dibin. Ev jî fikara ku ev nêzîkatî normal e zêde dike. Pêvajoya civakbûnê, ev qalib ji nû ve hilberandine, zarokên keç di encama rolên kevneperest de tên mezinkirin û di qada dibistanê de bi fikrên ku serweriya mêr lê tên hilberandin. Ev rewş rê li ber normalkirina vê fikrê vedike. Dema jineke ciwan dizewice dikare kesek xelet hilbijêre. Kesên wekî bav û birayên xwe hildibjêrin. Dema tundiyê dibînin, normal dibînin, ji ber ku berê jî tundî dîtine di vir de xeletiyê nabînin.
‘Sala borî 30 jin hatin qetilkirin’
Wesîle el-Melîkî da zanîn ku di rêzefîlmên Tûnisê de tundiya li dijî jinan û cînayet hinek caran weke çîrokên ji rêzê yên eşq û hesûdiyê nîşan didin, ev çêker gelek deman di rexnekirina van sûcan û balkişandina ser xeteran de, heta hinek deman dike hincet û got: “Ev tundî bi lez dikare vegere cînayetan û di sala 2017’an de tevî zagona 58’an a bi armanca têkoşîna li dijî her cureyên tundiyê hat derxistin, ev sûc bêyî cezayê giran, xetera domandinê di nava xwe de dihewîne. Cînayet ne bûyerek wisa di kêliyek de çêdibe, encama pêvajoya tundiya ku ji zarokatiyê ve destpê dike û ji aliyê civakê ve hatiye normalkirin e. Di salên dawî de li Tûnisê bûyerên tundiya li dijî jinan û cînayet zêde bûne. Sala borî 30 jin hatin kuştin û piranî jî ji aliyê hevjîn û kesên malbata xwe ve hatine kuştin. Ev rewş ji bo weletak ku xwedî zagon e û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve pesnê wê tê dayîn û di têkoşîna li dijî tundiyê de wek mînak tê nîşandin pirsgirêkek cidî ye.”
Wesîle el-Melîkî bang li dayîkan kir ku zarokên xwe yên keç di zarokatiyê de di mijara redkirina tundiyê de perwerde bikin û got: “Divê di nava malê de tundî neyê qebûlkirin. Belavkirina hişyariyê ji bo pêşîgirtina binpêkirinan girtin û astengkirina gihîştina asta cînayetê gavek girîng e.”