Li Tûnisê du xwişk bûn çav, guh û zimanê astengdarên ji perwerdê bûne
Li Tûnisê du xwişkên ku guh dan daxwazên astengdarên bihîstin û axaftinê yên ji perwerdê qut bûne, tevî hemê astengî û bêbaweriyan jî, platformek perwerdehiyê ava kir.
NAZİHA BOUSSAİD
Tûnis – Kesên astengdar, kêmasiya bernameyên perwerdehiya taybet ên hewcedariyên wan li ber çavan digirin, dijîn. Ji ber ku şert û mercên perwerdehiya giştî û bernameyên xwendinê tenê ji bo zarokên tenduristiya wan baş e guncaw in, zarokên astengdar ji mafê xwe ya perwerdehiyê bêpar dimînin, dev ji dibistanê berdidin û bi vî rengî di nav wan de rêjeya nexwendin û nivîsandinê zêde dibe.
Ji sedî 90’ê astengdaran, xwendin û nivîsandinê nizanîn
Li ser bingeha vê rastiyê, jineke ciwan a Tûnisî biryar da ku platformek ku derfeta fêrbûna pêşkêşî zarokên ker û lal dike, ava bike. Ev tecrûbe, li Tûnisê cara ewil tê jiyîn. Damezrînera platformê Farah Tûnisî, da zanîn ev platform înîsiyatîfek e ku alîkariya kesên astengdarên bihîstin û axaftinê dike da ku perwerdehiya xwe temam bikin. Farah Tûnisî, diyar kir bi taybetî di salên dawî de li Tûnisê derbarê diyardeya terikandina zû ya dibistanê ya di nav astengdarên bihîstin û axaftinê de, hejmarên şokdar derketine. Farah got ku ev rêje heta temenê 7 salî dighîje ji sedî 95’an û hinek dane nîşan didin ku ji sedî 90’ê astengdaran, xwendin û nivîsandinê nizanîn.
‘Nebûna amûrên ragihandinê yên bi bandor dibe sedema birînên kûr’
Farah Tûnisî, destnîşan kir ku perwerde di şêwekirina kesayetiya ferdek de pêdiviyek girîng û bingehîn e, kesên kerr û lal ji ber seqetiya xwe rastî marjînalîzekirin û vederkirinê tên û wiha got: “Ev yek wan ber bi sînorên civakê ve dibe û ji ber nebûna amûrên ragihandinê yên bi bandor, birînên kûr li ser jiyana wan dihêle. Me dît ku ji ber nebûna naverokek perwerdehiyê ya kevneşopî ya guncaw a ji bo vê koma kesên astengdar û rasthatina wan a zextê, ji bo ji nû ve qezenckirina wan a ji bo civakê û derfetek nû ji bo hêvî û pêşketinê bidin wan, nîşandana eleqeya pêwîst neçariyek e. Di vê mijarê de, em dersên vîdyoyên zimanê îşaretê û amûrên ku bi taybetî ji bo hewcedariyên wan hatine çêkirin, pêşkêş dikin. Her wiha em ji bo pispor, malbat û her kesê ku dixwaze zimanê îşaretan fêr bibe, naverokan jî peyda dikin.”
‘Damezrandina platformê hate redkirin’
Farah Tûnusî, der barê zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye de jî agahî da. Farah ragihand ku dema wê û xwişka xwe Mey Tûnusî dest bi vê platforma perwerdehiyê kirine, rastî zehmetiyên têkildarî hişmendiyê hatine. Farah van tengasiyan wiha anîn ziman: “Mixabin, hinek kesan bi matmayîbûnek mezin pirsên mîna 'Ma hûn nikarin ji bilî hînkirina kerr û lalan tiştek din bibînin ku bikin?' ji me kirin. Piştre me tengasiyên burokrasiya îdarî kişandin. Damezrandina platformê hate redkirin û em bi hewldanên astengkirin û çavtirsandinê re rû bi rû man. Em ji bo ku bi rêxistinên têkildar re têkilî deynin û platformê ava bikin, di navbera gelek saziyan de çûn û hatin.”
Farah Tûnisî, da zanîn bi taybetî malbata wê, tu kes baweriya xwe bi fikrê wê neaniye û wiha pê de çû: “Herkesî bi awayek matmayî li me temaşe dikir. Dayîk û bavê min jî, ji ber zehmetiyên berdewam ên çûn û hatinê û zehmetiyên ku projeyek bi vî awayî ku cara yekem hate damezrandin, pêşniyar kirin ku em dev ji vê fikrê berdin û li karekî din bigerin.”
‘Platform roj bi roj bipêş dikeve’
Tengasiyên derketin pêşiya van xwişkan, bi vê yekê re sînordar nebûn. Farah, di destpêkê de nikarîbû mamosteyên jêhatî bibîne ku vê koma perwerde bike. Lê belê, ev kom hewceyî naveroka perwerdehiyê ya taybet a pisporiya mirovî û teknolojîk bû. Farah Tûnisî, biryardariya xwişkan û encamên wê bi van gotinan anîn ziman: “Tevî pirsgirêkên bi vî rengî jî, me tu caran dev ji avakirina platforma perwerdehiyê ya yekem a li Tûnisê alîkariya kesên astengdarên bihîstin û axaftinê yên ku neçar man dev ji dibistanê berdin û ji mafê xwe yê herî bingehîn ê perwerdehiyê bêpar mane, berneda. Pirsgirêk pir mezin û kom bibûn. Lê belê bi xebatek cidî û hewldanek dijwar, ev pirsgirêk hatin çareserkirin û çareseriyên bingehîn hatin pêşxistin. Îro platforma me pêşve diçe û ji bo kesên kerr û lal şansek duyemîn a perwerdehiyê an ji nû ve fêrbûnê pêşkêş bike, çareseriyan pêş dixe. Her wiha me bi Wezareta Karûbarên Civakî ya saziyek dewletê ku ji bo vê koma hewcedariyên taybet berpirsiyare re, peymana hevkariyê îmze kir.”
‘Platforma 'Îsdaa' bû stargehek’
Farah Tûnisî, derbarê eleqeya malbatan a ji bo platformê de jî axivî. Farah diyar kir ku ev ji bo wan tiştekî nû bûye, di destpêkê de hêvî nekirine ku ewqas eleqe dê bê nîşandan. Farah vê pêvajoyê wiha vegot: “Me ji xwe re digot ku dê malbat pirsên mîna 'Gelo ez çima û çawa zaroka xwe bi rêya vê platformê bidim xwendin?' bikin. Rast e, di destpêkê de malbat matmayî bûn. Me fêm kir ku her tiştekî nû, hewceyî zanakirinê ye. Lewma me li qadê, di hawîrdora dîjîtal de û bi rêya çapemenî, radyo û televîzyonê, ji bo malbatan kampanyayên hişyariyê dan destpêkirin. Me hewl da ku wan razî bikin ku divê zarokên wan ji mafê perwerdeyê sûd bigirin û tiştek ji perwerdeyê girîngtir tuneye. Bi demê re, hewldanên razîkirinê serketî bûn, eleqeya ji bo platformê hêdî hêdî zêde bû û platforma me ya 'Îsdaa' ji bo kesên ji perwerdehiyê qut bûne, bû stargehek.”
‘Malbatan berpirsyariya li ser milên me fêm kirin’
Farah Tûnisî, bal kişand ser destpêka avakirina projeyê û rewşa heyî ya îro jî. Farah ragihand ku platform di destpêkê de ji bo mîsogerkirina naverokê ya ji bo zarokên temen biçûk sekiniye û axaftina xwe wiha domand: “Piştre jî ji bo ku malbat pêşveçûna perwerdehiyê ya zarokên xwe bişopînin û alîkariya wan bikin, naveroka rêberiya pedagojîk a malbatan hate pêşkêşkirin. Piştî vê yekê malbatan, berpirsyariya li ser milên me fêm kirin.”
‘Ji bo derfetan ava bikin û bixebitin’
Farah Tûnisî, di dawiya axaftina xwe bang li mezûnên zanîngehê yên bêkar ên li benda kar in kir û wiha got: “Li bendê nemînin ku derfetekê were ber destê we, hûn bi xwe derfetan ava bikin. Baweriya xwe bi fikrên xwe bînin û ji bo jiyanîkirina wan, bixebitin.”