Li Suweydayê: Sûcdar bê ceza man mexdûr bi êşên xwe ve dijîn
Xezal el-Qentar a ji gundê Suweydayê ye, diyar dike ku hêzên çekdar ên girêdayî rêveberiya Şamê êrîşî malên wan kirine, tadeyiyê li xelkê kirine, tiştên wan dizîne û li nexweşxaneyê bihîstiye ku fermandarek birîndar fermana “hemû Durziyan bikujin” daye.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Salek piştî komkujiyên li Suwedayê, bîranînên rizgarbûyan hîn jî hûrguliyên rojên herî hov û tirsnak dihewîne. Gelekan kêliyên binpêkirin û koçberiyê jiyan, hinên din jî xwe bi vebijarkên sînorkirî yên ji bo jiyanê re rû bi rû dîtin.
Xezal el-Qentara ji gundê Dama yê bajarê Suwêdaya Sûriyeyê, yek ji rizgarbûyan e ku hûrguliyên wan rojan ji bo wê zindî mane. Ew vedibêje ka çîroka wê çawa di 15’ê Tîrmeha 2025’an de dest pê kir. Çîroka dema ku komên çekdar ketin gundê wê û çawa wê xwe bi tenê li mala xwe bi bavê xwe yê birîndar re, di nav tirs û kaosê de dît.
Gava bavê wê li ber çavên wê ket
Xezal el-Qentar dibêje ku gundê Dama wê rojê hema bêje vala bû, tenê çend niştecihên wê mabûn. Dema ku çekdar ketin gund, ew li malê, bi bavê xwe yê 77 salî re bû. Dema ku koma yekem a hêzên Ewlekariya Giştî ketin hundir, bavê wê hate gulebarankirin û li ber çavên wê ket erdê. Kes nekarî bighîje malê da ku alîkariyê pêşkêş bike. Di wê gavê de, ew dibêje, “Komên din ên çekdar dest bi ketina nav malan kirin, her cûre çekan hilgirtin, ji yên giran bigre heya yên sivik.”
Xaniyê malbatê hat talankirin, telefonên destan û tiştên din hatin dizîn
Xezal got ku xaniyê malbata wê hatiye talankirin, telefonên destan ji wan hatine stendin û hemû tiştên din hatine dizîn. Di heman demê de, Xezal el-Quntar hewl dida bavê xwe rizgar bike. Wê alîkariya yekem da û hewl da ku xwînrijandinê rawestîne heta ku wê ew bi otomobîlê ber bi gundê Jarîn ve birin. Ew dibêje ku ev gundê Durzî wê demê hema bêje vala bû û veguherî navendeke bijîşkî ya meydanî ku ji bo wergirtina birîndaran hatibû amadekirin. Ew zêde dike ku digel ambulans û alavên bijîşkî hejmareke mezin ji karmendên bijîşkî li gund hebûne. Vê amadekariyê ew hest da ku cih ji berê ve hatibû amadekirin da ku hejmareke mezin ji birîndaran werbigre, ji ber ku di dema êrîş û şer de tê payîn ku qurbanî hebin. Xezal destnîşan dike ku nêzîkî çar bijîşkan ew muayene kirin û jê re gotin ku rewşa wî stabîl e, hewce ye ku ji bo dermankirina bêtir wî ji bo nexweşxaneyek veguhezînin.
Rêwîtiyek dermankirinê ya tijî tirs
Piştî Jarîn, bavê wê bi ambulansê ber bi Nexweşxaneya el-Sanameyn ve hate veguhestin. Lê ambulans li Pira Xebbabê erze da û ew neçar man ku taksiyek sivîl bigrin. Ew dibêje ku şofêr, piştî ku hîn bû ku ew ji Suweydayê ne, hewl da ku wê aram bike û got, “Netirse, ez Xiristiyan im.” Ew destnîşan dike ku vê gotinê bandorek kûr li ser wê kiriye û meraq dike, "Ji kengî ve em bi zimanê mezhebî diaxivin?” Ew bawer dike ku tiştê qewimî, asta tirs û dabeşbûnê nîşan dide ku mirov di wê heyamê de jiyane.
Xezal el-Quntar û bavê wê gihîştin Nexweşxaneya el-Sanameynê, li wir wî derman kirin. Lê belê, rewşa wî hewceyî ameliyatek bilez bû, lewma ji bo Nexweşxaneya el-Mewasat a li Şamê hat veguheztin. Li wir, Xezal hîs kir ku xetere neqediyaye. Nexweşxane hejmarek çekdarên birîndar dihewîne, ku ew ditirsiya ku nasnameya xwe eşkere bike. Ew dibêje ku nikariye bi zaravayê xwe biaxive an jî bêje ku ji Suweydayê ye, ji tirsa ku ew û bavê wê bike xeterê. Ew wê heyamê mîna yek ji qonaxên herî dijwar ên rêwîtiya xwe ya dermankirinê bi nav dike. Ji ber ku wê hîs dikir ku dema bavê wê di bin dermankirinê de bû, ew di nav xetereyê de ye.
‘Fermandarek birîndar digot ‘Durziyan tune bikin’
Xezal el-Quntar dibêje ku wê di hundirê nexweşxaneyê de axaftinek bihîstiye ku tê de handana kuştina Durziyan hebûye. Wê piştrast kir ku wê zilamek dîtiye ku wê wekî "fermandarek birîndar" bi nav kiriye, diaxive û ferman dide çekdarên li Suweydayê ku Durziyan tune bikin. Wê zêde kir ku tiştê ku wê bihîstiye wê hîs kiriye ku tiştê ku diqewime ji pevçûnan bêtir e û ew bi axaftinek re rû bi rû ye ku tundiyê li dijî endamên civaka wê teşwîq dike.
Ew destnîşan dike ku bavê wê emeliyat bûye û paşê ji bo beşa emeliyata lezgîn hatiye veguheztin, ku hejmarek ji birîndarên êrîşa li ser Suweydayê jî dihatin dermankirin. Wê zêde kir ku ketina çekdaran bi çekên xwe ji bo dermankirina birîndarên xwe, tirsa wê zêde kiriye. Di heman demê de wê hewl da ku li ser bavê xwe bisekine û li kêleka wî bimîne.
Nêzîkî 17 rojan li benda vekirina deriyê sînor û vegera Suweydayê man
Bi başbûna rewşa bavê wê re, Xezal el-Quntar karîbû ji nexweşxaneyê bi wî re derkeve û çû herêma Eşrefiyê Sahnaya. Malbatek ji bajarê wan, ew li wir pêşwazî kirin. Li wir, ew nêzîkî 17 rojan li benda vekirina deriyê sînor û vegera Suweydayê man. Ew dibêje ku paşê bi karwanên ber bi Suweydayê ve vegeriyan, rê wekî xeternak û dijwar vegotin, berî ku di dawiyê de bighîjin bajarê xwe. Xezel her wiha behsa komek ji nêzîkî 35 kesan ji gundê xwe dike, ku piraniya wan jin û kal û pîr bûn. Ew piştrast dike ku piştî ku cîhadîstên Heyet Tahrîr el-Şam ketin gund, ew rastî rûreşî û êrîşê hatine, nemaze ew kesên ku ‘cilên olî li xwe kiribûn’. Ew destnîşan dike ku wan serpoşên xwe çirandine, avêtine erdê û li ser wan tepandine.
Salek derbas bû lê bûyer hîn jî heye
Tevî ku salek di ser êrîşê re derbas bûye jî, her gava ku ew behsa wan rojan dike, wan kêliyên tam ji nû ve dijî, mîna ku bûyer nû qewimîbin, wekî ku ew wê vedibêje. Xezal el-Qenter hûrguliyên kêliya ku bavê wê li ber çavên wê ket, tirsa revandinê, rêwîtiya dirêj di navbera nexweşxaneyan de, tirsa axaftina bi zaravayê wê û rojên ku wê li benda vegera Suweydayê derbas kir, bi bîr tîne. Tiştê ku wê jiyaye, wekî ezmûnek ku ‘li ber mirinê bû’, vedibêje. Xezal, tekez dike ku tirsa ku di wê heyamê de bi wê re bû, hîn jî di bîra wê de ye.