Li Sûriyeyê nîqaşên der barê rêbazên perwerdeyê û rola jinan de didomin
Li Sûriyeyê, nîqaşên der barê rêbazên perwerdeyê û hebûna jinan li dibistanan de ji nû ve ketin rojevê. Meysa Cudiye got ku di pêşveçûna zarokek de ji zayenda mamoste wêdetir, nêzikatiya wan a têgihîştî, destek û pedagojîk girîng e.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Li dibistanan nîqaşên der barê ji nû ve pêkanîna cezayê lêdanê û kêmkirina hebûna jinan a di qada perwerdeyê de, li ser îdiayên; “hejmara jinan di perwerdeyê de zêde ye" ev yek kesayetiya zarokan lawaz dike, di mijara rêbazên perwerdeyê û rola jinan di mezinkirina nifşên pêşerojê de, bûn sedema nîqaşeke berfireh.
Ev nêzikatî, xwe dispêre fikra ku jin zêdetir bi hestiyar tevdigerin û hebûna zêde ya mamosteyên jin a li dibistanan dibe ku bi taybetî di têkiliya bi xwendekarên kur de bibe sedema kêmbûna dîsîplînê.
Endamê Meclîsa Gel a Sûriyeyê Muhemmed Îbrahîm El-Zuabî, bi daxuyaniyên xwe yên der barê rêjeya bilind a mamosteyên jin li gorî mamosteyên mêr li dibistanan, bû sedema nîqaşê. Muhemmed Îbrahîm El-Zuabî, îdia kir ku ev bêhevsengî bandorê li "rêveberiya dibistanê" û pêşveçûna kesayetiya xwendekaran dike. Muhemmed Îbrahîm El-Zuabî, di rûniştineke ku Wezîrê Perwerdeyê Muhemmed Ebdulrehman Turkou jî amade bû de axivî, destnîşan kir ku di nava kadroya mamosteyan de hevsengiyeke têrker tune ye.
Di demeke ku dibistanên li Sûriyeyê bi kêmasiyên nûkirin, amûr û materyalên perwerdeyê re rûbirû ne de, qeyranên aborî û civakî jî zextê li ser pergala perwerdeyê dikin. Di vê pêvajoyê de di hilbijartina mamosteyan de ji zayendê zêdetir, esasgirtina têrkerî, jêhatîbûna ragihandinê û nêzikatiyên pedagojîk, tên nîqaşkirin.
Gelo lêdan perwerde ye yan tirs e?
Mamoste Meysa Cudiye, diyar dike ku lêdan ji bo mezinkirina nifşan rêbazeke guncaw nîn e û destnîşan dike ku divê dibistan li hemberî zarokan bi awayekî dilxweş, têgihîştî û nêzîkatiyeke bi dilovanî tevbigerin.
Meysa Cudiye, di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku cezayê fizîkî dikare hem der barê têkiliya wan a bi mamosteyan re û hem jî qebûlkirina pêvajoya perwerdeyê de bandoreke neyînî li ser zarokan bike û got: “Xwendekarên ku rastî tundiya fizîkî werin dê ji mamosteyan dûr bikevin êdî jixwebawr nebin û bi demê re li hemberî rêbazên din ên perwerdeyê jî bê helwest bimînin. Pêşxistina hişmendiyê û domandina diyaloga bi xwendekaran re dikare bibe rêbazên bi bandortir. Her wiha têkiliyeke ku li ser bingeha rêzgirtina dualî hatiye avakirin, girêdana di navbera xwendekar û mamoste de xurt dike û hînbûnê hêsantir dike.”
‘Divê ji bo sererastkirina tevgerên nebaş ên xwendekaran tundî neyê bikaranîn’
Meysa Cudiye, diyar kir ku divê di rewşên pêwîstiya cezakirinê de ceza bi rêbazên ne fîzîkî û pedagojîk were sepandin û got: “Mînak dibe ku zarok ji bo demeke kurt ji komê were dûrxistin an jî ji bo çareserkirina wê tevgera taybet, nêzikatiyeke perwerdeyî were bikaranîn. Lêbelê divê temenê zarok û kapasîteya wan a têgihîştina xeletiya xwe li ber çavan werin girtin û divê cezayê fizîkî û tundî neyê bikaranîn.”
‘Jin di mezinkirina nifşan û avakirina civakê de roleke bingehîn dilîzin’
Yek ji aliyên nîqaşa der barê "zêdebûna jinan di qada perwerdeyê" de xwe disperê fikra ku jin bêhtir hestiyar in û ev hestiyariya wan di têkiliya wan a bi xwendekaran de bibe sedema nêzîkatiyeke nerm. Li gorî vê nêrînê, ev rewş bi taybetî li ser xwendekarên kur dibe bandorê li pêşveçûna kesayetiyê bike.
Meysa Cudiye, da zanîn ku di navbera hestiyarî û kesayetiya lawaz de têkiliyeke rasterast nîn e û got ku di pêşveçûna zarokek de ji zayenda mamoste wêdetir, nêzikatiya wan a têgîhiştî, piştgir û pedagojîk girîng e. Meysa Cudiye, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku dilnizmî hewcedariya bi disîplînê ji holê ranake û tekez kir ku karaktera zarokek bi rêbazên perwerde û têkiliyan, tê avakirin.
Meysa Cudiye, wiha got: “Jin di mezinkirina nifşan û avakirina civakê de roleke bingehîn dilîzin. Kêmkirina girîngiya rola jinan an jî dûrxistina wan ji qada pîşeyî, alîkariyê nade pêvajoya avakirina civakek hevseng. Di dîrokê de wekî Qralîçe Zenobiya jin gelek rolan lîstin. Beşdariya jinan a qadên berpirsiyarî û kar ne diyardeyeke nû ye. Şiyana jinan a ji bo beşdarbûna qadên cûrbecûr ne bi zayenda wan ve girêdayî ye. Jin xwediyên wê hêz û jêhatîbûnê ne ku her tiştê mêr dikarin bikin, ew jî dikarin bikin. Li gorî min divê pîvanên jiyana pîşeyî ne zayend, jêhatîbûn û kapasîte be.”
‘Divê zarok wekî kesên ku bi bikaranîna hêzê tên tepisandin neyên dîtin’
Meysa Cudiye, bi bîr xist ku rola mamosteyek ne tenê fêrkirina zanîste ye her wiha piştgirîkirina pêşveçûna xwebawerî û kesayetiya zarok e û bi van gotinan bal kişand ser rola mamosteyan: “Mamoste xwedî gelek rol in di jiyana xwendekaran de. Mînak ji bo zarokên ku ji ber gotin û nêzikatiyên malbatê jixwebawer nîn in dikarin rolên girîng bilîzin. Dikarin bi dayîna piştgiriyê û teşwîqkirina wan ji bo hewldanan gelek tiştan bikin. Her wiha, dibistan derfetan dide zarokan ku serxwebûnê bi dest bixin û bi hevalên xwe yên di temenê xwe de têkiliyê daynin.”
Meysa Cudiye, tekez kir ku mezinkirina zarokek ne tenê baldariya li ser hewcedariyên fizîkî ye her wiha li ser aliyên giyanî û derûnî jî hewce dike û destnîşan kir ku divê zarok ne wekî kesên ku bi bikaranîna hêzê tên tepisandin, werin dîtin. Meysa Cudiye, zanîn tenê peyvek dikare bandoreke kûr li ser mirovek bike û lewma divê perwerde û rêveberî bi awayekî ku rûmeta zarok biparêzin û pêşveçûna wan geş bikin, bên meşandin.
‘Dûrxistina jinan û astengkirina rolên wan civakê lawaz dike’
Li hemberî vê yekê, li cihên nîqaşên ku ji ber zêdebûna jinan a di qada perwerdeyê de dest pê kirine; divê pirsên di hilbijartina mamosteyan de kîjan pîvan dê bên esasgirtin, derbikevin pêş. Meysa Cudiye, diyar dike ku mafê xwezayî yê jinan heye bixebitin, bibin xwedî pîşe û da zanîn ku sînordarkirina rola jinan tenê di çarçoveya malê de nabe.
Meysa Cudiye, di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku civak ji mêr û jinan pêk tê û ji bo avakirina civakê pêdivî bi beşdariya hemû mirovan heye û got ku dûrxistina jinan û astengkirina rolên wan ên pîşeyî, hêmaneke bingehîn a civakê lawaz dike.
Ji bilî nîqaşên cezayên fizîkî yan jî hebûna jinan a li dibistanan, pergala perwerdeya Sûriyeyê bi pirsgirêkên bingehîn ên wekî rewşa heyî ya dibistanan û binesaziya wan re rûbirû ye. Çawa ku saziyên perwerdeyê hewceyê nûkirin, amûrên hînkirinê yên modern û karmendên jêhatî ne; dabînkirina jîngeheke perwerdeyê ya ewle hem ji bo xwendekaran, hem jî ji bo mamosteyan, pêşîniyeke girîng e.