Li Sûdanê jin pêşengiya têkoşîna li dijî taya dengûyê dikin

Di nav metirsiyên tenduristiyê yên têkildarî belavbûna nexweşiya dengûyê li Sûdanê zêde dibin de, rola jinan di pêşengiya bersiva civakê û rizgarkirina rewşa tenduristiyê de derketiye holê.

MEYSAA EL-QADÎ

Sûdan – Jinên Sûdanî ji bilî rola xwe ya di seferberkirina civakê de, teşwîqkirina malbatan ku pabendî rêbernameyên tenduristiyê bibin û beşdarî kampanyayên paqijkirin, spreykirin û çandina mêşan bibin, beşdarî ji nû ve aktîvkirina navendên tenduristiyê bûn, xebata di nav wan de organîze kirin û rojane li dû bûyeran çûn.

Jinan  ji ber çavkaniyên sînorkirî û berfirehkirina lênêrîna tenduristiyê ya nebaş di warê hişyarkirina civakê de roleke girîng lîstin. Bi rêya serdanên malan û têkiliya rasterast a bi malbatan re, bi taybetî bi komên herî xeternak re. Rola wan ji lênêrîna tenduristiyê wêdetir çû û piştgiriya psîkolojîk û civakî ji nexweşan û malbatên wan re peyda kir, giyanê hevgirtinê û piştgiriya hevbeş di nav civakê de bipêş xist.

Hewldanên ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê

Seroka yekîneya Heyva Sor a li herêma El-Xerîbayê Şeyma Beşîr tîmek meydanî rêve dibe ku ji dema xuyabûna bûyerên yekem ve bê rawestan dixebite. Hewldanên paqijkirin, rakirina cihên ku mêş lê zêde dibin û her wiha hişyarkirina malbatan li ser rêbazên pêşîlêgirtin û parastina zarokên di malan de, vedihewîne.

Şeyma Beşîr diyar kir ku komeleyê rojek bijîşkî ya belaş lidar xistiye û konek awarte ya 24 saetan vedaye, derman û piştgiriya bijîşkî peyda kiriye. Şeyma got ku di hewldanek yekgirtî ku yekîneyên Heyva Sor ên cîran, xwebexş û saziyên fermî û civakî beşdar bûne de ev yek pêk anîne.

Xebatek bi hevahengî hat meşandin

Pispora medyayê û çalakvana civakî Salma Awad Fadil got ku ev gav ji hestek bihêz a berpirsyariya civakî derketiye. Salma tekez kir ku tevî çavkaniyên sînorkirî û nekarîna dabînkirina hemû pêdiviyan jî, prensîba bingehîn ew e ku li cihên hewcedar amade bin. Înisiyatîfê piştî girtina agahiyên ji Wezareta Tenduristiyê yên derbarê rûdana rewşên nexweşiya denguyê li herêmê dest pê kir, ket nav hewldanan. Ev yek bû sedem ku komek jin û çalakvan bi lez hevahengiyê bikin û serdaneke meydanî ya lezgîn bikin da ku asta pirsgirêkê binirxînin.

Navend û cihên tenduristî hatine çalakkirin

Nûnera Ofîsa Civakî ya Desteya Pêşxistina Herêma El-Xerîba Helîma Fadl El-Mewla, got ku civaka herêmî piştî rûdana nexweşînan tavilê zendûbend badane. Mewla diyar kir ku piştî veguhestina alav û pêdiviyan ji navenda jorîn, navenda tenduristiyê ya kevin ji nû ve hatiye aktîfkirin. Mewla da zanîn ku bi armanca pêşwazîkirina nexweşan û dabînkirina karûbarên dermankirinê ya bi lez, ev xebat hatiye meşandin.

Xebat bê navber berdewam dike

Helîma Fadl El-Mewla jî ragihand ku karmendên tenduristiyê û xwebexş bê navber xebata xwe didomînin û tekez kir ku hewldan "rûbirû bê navber" berdewam in ji bo şopandina bûyeran û dabînkirina lênêrîna pêwîst. Helîma pesnê giyanê hevgirtin û hevkariya di navbera gelên herêmê de da. Helîma Fadl El-Mewla pesnê Heyva Sor jî da û wiha got: ”Heyva Sor hewldanê spreykirin, muayeneya malan, şerê li dijî vektorên nexweşînan, ji bilî hişyariya civakê û her wiha xizmetên ku ji hêla rayedarên tenduristiyê yên li Merowe ve têne peydakirin, di nav xwe de digirt.”

Ev tevger rola pêşeng a jinan di rûbirûbûna krîzên tenduristiyê de nîşan dide û girîngiya însiyatîfên civakî di pirkirina valahiyên tenduristiyê de li deverên derdorê destnîşan dike.