Li Sûdanê jin dibin hedefa êrîşên ÎHA’yan: Ji serê salê ve 1000 kes mirin

Şahidiyên jinên Sûdanî trajediya mirovî ya ku sivîl di bin siya pevçûn û êrîşên balefirên bêmirov zêde bûyî de dijîn radixe ber çavan. Tabloyek ku avahî bûne hedef, sivîl bêyî ku ji derveyî bendêmayîne bijarteyek din hebe dibin qurbanî, derdikeve pêş.

MÊRVET EBD EL-QADIR

Sûdan – Şerê li Sûdanê ketiye qonaxek aloz û xeternaktir. Şer ji pevçûnên leşkerî yên rasterast  ên li ser erdê, veguheriye şerek ku tê de balafirên bêmirov ên xwekuj û keşfê tên bikaranîn, bedêla vêya jî, bi awayê herî giran dibe para gelê Sûdanê.

Êrîş niha ji derveyî navendên sivîl ên girîng ên wek nexweşxane, kargeh û dibistanan dikin hedef, bi armanca koçberkirina gel û valakirina herêmê rasterast deverên bicihbûnê dikin hedef.

Çavkanî îdîa dikin ku hejmara miriyan ji 200 hezarî derbas bûye

Li gel ku şer dikeve sala xwe ya çaremîn, texmînên cûrbecûr nîşan didin ku bi deh hezaran kesan can dane. Hin çavkanî  îdîa dikin ku hejmara miriyan ji 200 hezarî derbas bûye. Li gel vê bi milyonan Sûdanî di nav welêt de koçber bûne an jî neçar mane xwe bispêrin welatên cîran. Krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe. Li deverên mezin ên Darfûr û Kordofanê birçîbûn derketiye holê, êşa sivîlên ku ji xwe di şert û mercên dijwar de dijîn, girantir dike. Nebûna vîzyonek zelal ji bo bidawîkirina şer, tabloyê tarîtir dike.

Bajarê El-Ubeyd: Di nav dengê ÎHA û avahiyên şewatî de

Li bajarê El-Ubeyd ku paytexta Eyaleta Bakurê Kordofanê ye, balefirê bê mirov wek baranê li ser malên welatiyan tên barandin. Ev êrîş nexweşxane û navendên tenduristiyê wêran kirine, tesîsên xizmetguzariya giştî şewitandine û bûne sedema mirina gelek sivîlan û koçberbûna gelek kesên din.

Di vê tabloya ku asta trajediyê nîşan dide, Bedûr Mûsa ya ji El-Ubeydê li ser kavilên xaniyê xwe yê ku ji ber êrîşek xwekuj a bi balefira bêmirov hatibû wêrankirin rawestiya û tiştên jiyan kiriye anî ziman û got: “Di rojên dawî de rêze êrîşên bi ÎHA’yan li bajar pêk hatine, di encamê de xaniyê me û gelek xaniyên din ên li taxê wêran bûne, sê zarokên cîranên me can dane.”

Balefirên bê mirov cihên qerebalix dike hedef

Bedûr Mûsa ku behsa rewşa mal û endamên malbata xwe kir, ragihand ku saxmayîna wan bi temamî tesadufe. Bedûr da zanîn ku ew bi saya ku bi lez ji mal derketin û ji bo rizgarkirina zarokan lez tevger kirin, ji êrîşan rizgar bûne. Bedûr anî ziman ku êrîş taxa ‘El-Muwazzefîn (Karbidest)’ ku yek ji deverên herî qelebalix ên bajar e, hedef girtiye.

Bedûr Mûsa van êrîşan wek hewldanek eşkere ji bo koçberkirina sivîlan û afirandina atmosferek tirsê ku mirovan neçar bike ku malên xwe biterikînin, nirxand û bang li rayedar û civaka navneteweyî kir ku sivîlan ji êrîşên balefirên bêmirov ên ku malên wan dişewitandin biparêzin. Bedûr tekez kir ku ew û zarokên wê li bajêrê di bin dorpêça Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de, bêmal û bêparastin in.

Perçeyên şarapnelê yên di bedena Arwa ya biçûk de

Arwa Mansour a biçûk hîn jî bi perçeyên şarapnelê yên di bedena wê de ji ber ÎHA ya ku li taxa bajarê El-Obeidê li mala malbata wê ketibû, dijî. Her çend ev perçe di bedena wê ya biçûk de tevgerê dike, malbata wê ji ber rewşa aborî ya xirab nikare wê tedawî bike.

Dayïka Arwa ji tirsa dema ku ji bajar derkeve dê rastî binpêkirinan bê, nexwest derkeve pêşberî qemereyê. Lê belê, bi dengek xemgîn û hişyariyê, tiştên jiyaye anî ziman: “Balefira bê mirov rasterast li mala me ket, hevjînê min li cihê bûyerê can da û perçeyên şarapnelê di bedena keça min de ma. Ev perçe hîn jî di bedena Arwa de hene û keça min a biçûk bêyî ku agahiya wê ji xetereya ku gefê li jiyana wê dixwe hebe, jiyana xwe didomîne.”

Rêxistinan êrîş şermezar kirin

Li aliyê din, gelek rêxistinên herêmî yên di nav de Koma Parêzerên Awarte (Emergency Lawyers Group) heye, rasterast Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ji ber van êrîşan sûcdar kir. Li gorî van rêxistinan, di merasîma cenazeyê kesên ku di êrîşa yekem de li Goristana Delîlan mirin de, balefirek bê mirov herêma ku welatî lê kom bûbûn kir hedef. Di encama vê êrîşê de, 4 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya çapemeniyê de bikaranîna balefirên bê mirov a li Sûdanê şermezar kir. Komîseriya Bilind diyar kir ku êrîşên bi balefirên bê mirov tenê di pênc mehên pêşîn ên sala 2026’an de bûye sedema mirina zêdeyî hezar sivîlan.

Êrîşên li ser El-Ubeydê di demek şer li eniya Kordofanê zêde dibe pêktê. Ev herêm ji ber cihê xwe yê erdnîgarî di mehên dawî de bûye yek ji deverên herî zêde şer lê hatiye kirin. Ev herêm ku wek girêdanek stratejîk di navbera Kordofan û Darfûrê de kar dike, ji bo her du aliyan jî girîng e.

Ji ber vê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) hewlên mezin didin da ku El-Ubeydê kontrol bikin û piştre bighîjin bajarê Bara, yê li ser rêya ku Kordofanê bi Omdurmanê ve girêdayî ya  navenda paytext Xartûmê. Kontrolkirina vê rêya stratejîk wekî faktorek girîng ku dikare bandorê li ser rêça pevçûnê bike tê nirxandin.

Tesîsên jiyanî hatine hedefgirtin

Li eyaleta Nîla Spî ya li navenda Sûdanê ji êrîşên ÎHA yan xilas nebûye. Di demên dawî de, gelek êrîşên bi balefirên bê mirov bi taybet li bajarên Koskî û Tendeltî pêk hatine. Di van êrîşan de santralên sotemeniyê û tesîsên ceyranê bûn hedef û tevahiya eyalet çend rojan bê ceyran hişt.

Her wiha li Kostiyê tesîsên girîng û wargehek zanîngehê hatin hedefgirtin. Di êrîşê de sê xwendekaran can da û 7 xwendekar jî birîndar bûn.

Omdurman, bajarê herî mezin ê Eyaleta Xartûmê, di demên dawî de bi karanîna balefirên bê mirov lê zêde bûye. Êrîşan Balafirgeha Xartûmê, santralên ceyranê û piran hedef girtine.

Koma Parêzerên Awarte (Emergency Lawyers Group), belge kir ku di encama hedefgirtina erebeyek a sivîlan li gundewarê başûrê Omdurmanê de 5 sivîl mirine.

Di demekê de ku binpêkirinên li dijî welatiyan û êrîşên bi ÎHA’yan didome de, Seroka Komîteya Neteweyî ya Lêkolîna Binpêkirinên Qanûna Neteweyî û Qanûna Mirovî ya Navneteweyî Întîsar Ehmed Ebdulal, encamên rapora navberî ya pêncemîn a komîteyê bi raya giştî re parve kir.

Li gorî daneyên komîteyê, di dema pevçûnan de:

2 hezar û 200 bûyerên tecawizê,

14 hezar û 999 bûyerên girtina kêfî û windakirina bi zorê,

30 hezar û 971 bûyerên kuştinê,

44 hezar û 617 bûyerên birîndarbûnê yên pileyên cûda hatine belgekirin.

Komîteyê her wiha ragihand ku 149 hezar û 860 dozên sûc ên têkildarî binpêkirinên di dema şer de hatine kirin hatine tomarkirin. Di nav van dozan de 385 dozên li dijî endamên hêzên ewlehiyê yên ku parêzbendiya wan hatiye rakirin hene.

Li gorî daneyên fermî, zirarên aborî yên ji ber wêrankirina binesaziyê, saziyan û tesîsên giştî bi qasî 771 milyar dolar hate hesabkirin. Ev hejmar asta wêrankirina gelek qadên, bi taybet veguhastin, enerjî, ragihandin û xizmetên giştî yên bingehîn, radixe ber çavan.