‘Li Siweydayê piştevaniya jinan baweriya min nû kir’
Yasmîn Emîn piştrast kir ku dîmenên hevgirtinê yên ku wê li Siwêydayê şahidiya wan kiriye, baweriya wê bi şiyana başbûna civakê vegerandiye û got ku “Jin stûna bingehîn a civakê ne.”
ROŞÊL JONYOR
Siwêyda – Tevî cihêrengiya olî û mezhebî ya bajarê Siwêydayê ku piraniya xwe ji mezheba Durzî li kêleka civakên Sunnî û Xirîstiyan pêk tê nîşan dide, herêm di dîrokê de bi jiyana xwe ya hevbeş û aramiya xwe ya civakî tê nasîn. Ev yekîtî ne diyardeyek nû ye, her wiha berhema deh salan a têkiliyên bi hêz yên di navbera mirovan de ye ku ji pêwendiyên teng derbas bûne û tevneke civakî ya hevgirtî ava kirine.
Tevî şert û mercên dijwar jî piştevanî heye
Bi geşedan û bûyerên dawî her wiha tundî û xîtabên mezhebî yên pê re hatine, ev pirs derketin holê; van pêşketinan çiqas bandor li ser yekîtîya civaka herêmî kir? Nemaze piştî êrîşên dijwar yên ku li bajarê Suwêydayê li ser bingehên mezhebî ku tê de sivîl hedef hatin girtin. Lê belê, kesên ku şahidiyên van bûyeran di hundirê Siwêydayê de kiribûn, wêneyek cûda teyîsandin. Tê de tevî şert û mercên herî dijwar jî, pabendbûna niştecihan bi nirxên hevgirtin û yekgirtinê piştrast kirin.
‘Qet li ol û baweriya me nepirsîn’
Yasmîn Emîn a ku ev 7 sal in li Siwêdayê dijî, serpêhatiya xwe wekî tecrubeyekî zindî ya xwezaya têkiliyên di nav civakê de pêşkêş dike, dibêje. Yasmîn rêwîtiya xwe ya ber bi Siwêdayê ve nîşan dide ku çawa dest pê kiriye û wiha dibêje: “Ez bi dotmama xwe re çûme bajarê Siwêdayê û me dikanek biçûk vekir. Em zû tevlî hawîrdorekê bûn ku qet li ser ol an jî baweriya me nepirsîn, mijûlbûna me li ser bingeheke mirovî bû.”
‘Têkiliyên civakî li ser heman rêzgirtinê mane’
Yasmîn Emîn destnîşan kir ku guherînên piştî bûyerên dawî ne reftara mirovan bûn, tenê hişmendiya têkiliyên berê yên ku tu carî di jiyana rojane de tunebûn bûye û wiha domand: “Me nas kir ku kî Sunnî ye û kî Durzî ye, ne ji ber ku mirov guherîne, ji ber ku şert û mercan ev dabeşkirin ferz kirin û tekez kir ku têkiliyên civakî li ser heman rêzgirtinê man.”
‘Gelê Durzî nîşan da ku ez yek ji wan im’
Yasmîn Emîn diyar kir ku di lutkeya aloziyan de, ew bi tecrubekeye rastîn re rû bi rû maye û anî ziman ku tiştên jiyan kiriye, kûrahiya têkiliyên di navbera civakên cûda de eşkere kiriye. Yasmîn, bal kişand ser pêşwaziya malbatan a ji wan re û wiha got: “Malbatên Durzî, tevî ku dizanîbûn em Sunnî ne jî em pêşwazî kirin, qebûl kirin û em li malên xwe ji xeteriyan parastin. Di dema tirs û aloziyê de, wan ez bi ewle kirim, wan piştrast kir ku ez yek ji wan im.”
‘Siwêydayî bûne beşek yekgirtî ya tevna civakê’
Ev ne tenê ezmûneke tekakesî ye; ev tecrûbe û ezmûna dîrokeke dirêj a têkiliyên di navbera malbatên Sunnî û Durzî yên li Siweydayê diteyîsîne. Bi deh salan malbatên Sunnî li Siwêydayê bi cih û war bûne, her wiha bi hev re têkiliyên civakî, cîrantî û xebatê ava kirine. Kêfxweşî û xemgîniyên xwe bi hev re parve kirine û bûne beşek yekgirtî ya tevna civakê.
‘Jin stûna civakê ne’
Yasmîn di berdewama axaftinên xwe de bal kişand ser rola jinan a li Siwêydayê û ev hevok li gotinên xwe zêde kir: “Rola jinan li Siwêydayê wekî stûnek bingehîn bû, bi taybetî jî di parastina vê hevgirtina civakî de rola jinê derket pêş. Jinên Siweydayê, wek ‘stûna piştê ya civakê’ ne. Ji ber gelek rolên bingehîn dileyzin, ji lênêrîna malbatê heya birêvebirina krîzan û pêşxistina rihê hevgirtinê jin xwedî rol in. Jinan di dema bûyerên dawî de roleke girîng di aramkirina derûnî, kontrolkirina tirsê û veguhestina nirxên jiyana hevbeş ji nifşên nû re lîstine.”
Yasmîn Emîn da zanîn ku perwerdeya ku di nav civaka herêmî de li ser bingeha rêzgirtina ji bo mirov û ehlaqê wî ye tê dîtin, ji dabeşkirina olî dûr e û wiha pê de çû: “Li vir gel zarokên xwe li ser awayê danûstandina bi hev re mezin dikin, ne li ser bingeha mezhebî û olî.”
‘Cîran û hevalên min alîkariya min kirin da ku dikana xwe ji nû ve vekim’
Tevî êş, azar û windahiyên ku ji ber bûyerên ku li Siwêdayê hatine jiyîn, Yasmîn Emîn piştrast kir ku dîmenên hevgirtinê yên ku wê şahidiya wan kiriye bi bandor bûye û wiha got: “Ji pêşwazîkirina gel ji hev re li malên xwe bigre, heta parvekirina pêwîstiyan, heya piştgiriya ji nû ve avakirina dikanên ku ji ber krîzê hilweşiyane, baweriya min bi şiyana başbûna civakê vegerand. Cîran û hevalên min alîkariya min kirin da ku dikana xwe ji nû ve vekim ku ev dibe nîşaneya hevgirtina kûr di nav gel de.”
Yasmîn Emîn diyar kir ku tevî êş û azaran Siwêyda pabendî yekîtîya xwe ya navxweyî ye û wiha bidawî kir: “Dîroka hevpar, girêdanên malbatî yên berfireh û rola çalak a jinan hemûyan berxwedana civakê xurt kiriye. Jiyana hevbeş ne dirûşmek e, pratîkek rojane ye di demên kirîzê de ku bi taybetî eşkere dibe.”