Li ser sînoran têkoşîna nan û jiyanê: Kolberî
Li Îranê û parêzgehên wê û bi taybet li navçeyên ser sînor ên ku roj bi roj kûrbûna krîza aborî lê zêde dibe, hejmara kolberan jî roj bi roj zêde dibe. Li parêzgehên ser sînor ku rêjeya bêkarî û feqîriyê herî lê zêde ye, jin jî li hejmara kolberan ku zêde dibin. Jin bi hevjînên xwe re an jî ji bo şûna hevjîn û zarokên xwe yên di dema kolberiyê de winda kirine, derdikevîn rêyên dûr û dirêj ên tijî mayin.
SUHAM AKMAN
Navenda Nûçeyan - Qaçaxçîtî, bazirganiya li ser sînor an jî weke ku niha di zimanê me de tê gotin "kolberî" ji bo komeke pir mezin a ku li herêmên ser sînor dijîn çavkaniyeke neçarî ya debar û çalakiya aborî ye. Têgeha "kolberî" têgehek e ku di warê bazirganiya neqanûnî ya li ser sînor de, tê bikaranîn. Dema ku behsa kolberan tê kirin, her tim kolberên mêr tên bîra mirov, lê hejmareke berçav a kolberên jin jî hene. Di meşên li ser xeta sînor de, ku carinan bi rojan didomin, ji bo debara malên xwe bikin, bi barên li ser pişta xwe di zeviyên mayînan de derbas dibin. Ma hûn dizanin ku her çend ev karek ew qas xeternak be jî, kolberên ku li ser sînor ji bo jiyan û mirinê şer dikin, bi navînî 400 hezar Tomen ango 10 dolar qezenc dikin?
Hejmara wan roj bi roj zêde dibe
Hate diyarkirin ku zêdetirî 110 jin li bajarên wekî Pawê, Ciwanro, Sinê, Banê, Karyaran, Kirmaşan, Kurdistan, Selawî Bewacanî û Rwanserê kolberiyê dikin. Li aliyê din ji ber kûrbûna pirsgirêka debarê ya bi krîza aborî re, hejmara kolberên jin zêde dibe. Jina kolber a ku beriya demekê ji ber êşa pişta xwe neçar ma dest ji karê xwe berda wiha got: “Dema ku li Iraqê berf û baran dibare hin saetên cûda digihijîn. Lê çûyîna me nakeve binê 24 saetan. Dema ku em evqas rê bi barê ku em li ser pişta xwe hildigirin hîn zehmetir dibû, ji ber vê yekê êşa pişta me, nerehetiya di ling û çokên me de dest pê dike. Em dikarin ji bo demekê bikin, lê paşê neçar in ku dev jê berdin. Ger ku sax bimînin…”
Bi 400 hezar tomen ango 10 dolar!
Dema ku mesele wek bazirganî û qaçaxçîtiya li ser sînor tê îfadekirin, alîkari dibe ku deh hezar malbat debara xwe bikin, gelên herêmê yên ku debara xwe dikin an jî nakin bi çavekî pir xwezayî li vî "karî" dinêrin. Ji xeynî karekî ku tê rezîlkirin û heqaret lê tê kirin, seferên sînorî li ser piştan an jî li ser pişta hêstiran bi dehan sal in didomin. Mîna ku hewl didin bêwatebûna sînoran ji bo bi hezaran welatiyên ku li ser sînorên Iraq, Tirkiye, Îran û Sûriyê dijîn rave bikin.
Jina kolber ku beriya demekê dest ji karê xwe berda bal kişand ser zehmetiyên ku wan jiyane û wiha got: “Tu 24 saetan bi barê li ser pişta xwe diçî. Belkî îhtîmalek heye ku tu qet venegerî û wê rê û 400 hezar tomen (10 dolarê Emerîkî) bistînî. Divê hûn van xeteriyan li ber çavan bigirin û derbikevîn rê”. Ev hejmar dahata navînî ya herî bilind nîşan dide.
Daneyên fermî tune ye
Li gorî agahiyên statîstîkî, cihên ku kolberî tê kirin parêzgehên ku rêjeya herî zêde bêkarî lê heye, nîşan dide. Ji bilî lêkolînan vê yekê destnîşan dikin, em dikarin bixwînin ku bêkarî û xizanî sedema wê yekê ye, lê sedemeke din a ku li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh tê kirin, bandora têkiliyên hestiyar û neteweyî ye ku bi aliyê din ê sînor re qut nabe ye. Ji aliyê din ve, heta îro daneyek fermî yê ku ji aliyê rejîma Îranê ve li ser kolberiyê nehatiye berhevkirin û ragihandin. Rojnameya Îtîmad di 21’ê Sibata 2021’an de rastiya kolberên jin ên li Îranê kir manşeta xwe û çîrokên jinên kolber di bin navê “Êşa kolberên jin” de parve kiri bû. Çavkaniyên ji bo ronîkirina mijarê ji nûçeyên Rojnameya Îtîmadê wêdetir an ji derveyî wê, tenê bi raporên rêxistinên mafên mirovan mimkun bû.
Di rêwîtiyê de fikarên mezin jiyan dike
Li gorî nûçeya rojnameyê, tenê li gundekî Merîwanê 40 kolberên jin hene. Ji ber nêzîkbûna wargehan 10 saetan bi barên xwe yên li ser pişta sînoran derbas dibin. Jinên kolber bi hevjînên xwe re kolbertî dikin an jî ji ber ku di dema kolberiyê de hevserê xwe winda kirine ji bo debara xwe bikin karê xwe didomînin. Jina bi navê Arestah a ku ji rojnameyê re axivî dibêje ku ew bi hevjînê xwe re kolbertî dike û hefteyê 2 caran sînor derbas dike, di rêwîtiya xwe ya li ser sînor de fikarên mezin jiyan dike û êşa wan gihîştiye asta ku nayê tehemûlkirin.
Daneyên KHRN’ê yên meha Cotmehê
Li gorî daneyên ku Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (Kurdistan Human Rights Network) berhev kiriye, tenê di meha Cotmeha borî de herî kêm 5 kolberan jiyana xwe ji dest dane. Ji xeynî vê hejmarê 2 kolber li ser sînorê Sardaştê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û 3 kolber jî li herêma Hewraman a Merîwanê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.