Li ser Çemê Nîlê kelekvana 14 salî

Li peravên aram ên Çemê Nîlê, di qadek ku dengê kelekan bi bêhna darê şil û ava herikî re dibe yek de, Rîham Hesen a 14 salî ya ji Asyuta Misra jorîn bi baweriyeke ji temenê xwe gelek wêdetir, kelekek darîn a kevneşopî dajo.

ÎMAN SEMÎR ELÎ

Misir – Rîham Hesen ku amadekariya ketina ezmûna sêyam dike, di pola 5’emîn a dibistana seretayî de ji bavê xwe ku xwediyê kelekê bû, fêrî bikaranîna kelekê bûye. Dibêje ku sedema herî girîng a wê dest bi xebata li ser Çemê Nîl kiriye, xwesteka wê ya ji bo pîşeyê û xebatê ye.

Her çiqas bavê wê di destpêkê de bi germî nêz nabe ku keça wî vê pîşeyê bike, biryardarî û eleqeya Rîhamê ya bi vê pîşeyê, di dawiyê de ew îqna kir. Jina ciwan ku nêzî sê meh berê dest bi xebata serbixwe kiriye, rojên xwe mîna xwendekarên din li dibistanê derbas dike, pişt re êvaran diçe ser kar, her roj yek an du saetan kelekê bikar tîne. Rîham da zanîn ku ne dibêje havîn ne jî zivistan, dixebite û da zanîn ku hewl dide di navbera perwerde û karê xwe de hevsengiyê çêke û xwendina wê her gav li pêşiya her tiştî ye.

Rîham bi keleka xwe rêwiyan di navbera peravê rojhilatê Nîlê û Girava El Wasîta de vediguhezîne û her wiha rêwîtiyên geştiyaran ên kurt jî organîze dike. Tevî temenê xwe yê ciwan, wê karîbû baweriya rêwiyên ku dixwazin li ser çem rêwîtiyê bikin, bi dest bixe.

‘Xebata keçan a di her pîşeyek de ne şerm e’

Rîham derbarê bertekên civakê de ragihand ku hin kes ji ber keçek ciwan ajokara kelekê ye nerazî ne û li ser vê yekê şîroveyên cûrbecûr dikin. Rîham wiha got: “Lê belê, ez guhê xwe nadim van rexneyan. Armanca xebatê ne tenê bidestxistina ezmûnê ye û ez dixwazim debara malbata xwe ya ji sê keç û kurekî pêk tê, bikim. Ez dixwazim ku barê dê û bavê xwe sivik bikim. Dayîka min piştgira min a herî mezin bû. Dayîka min her tim destek dida min ku li ser lingê xwe bisekinîm. Bi amojgariyên xwe di temenê biçûk de alîkariya min kiriye ku ez bi xwe bawer bim û hesta berpirsyartiyê bi dest bixim.”

Dixwaze bibe bijîşkek

Her çiqas Rîham ji karanîna kelekê hez bike û di vî warî de pispor dibe jî, ew vê yekê wekî pîşeyek daîmî nabîne. Ew dibêje ku xeyala wê ya herî mezin ew e ku bibe bijîşk û ji bo gihîştina vê armancê girîngiyek mezin dide perwerdeya xwe. Ji bo wê, bikaranîna kelekê kêrhatiyek û hobiyek ku ligel berpirsyariyên xwe yên din kêfê jê werdigre ye.

Feluka çi ye?

Feluka, kelekeke biçûk a kevneşopî ye ku bi sedsalan e, bi taybetî li ser Çemê Nîl li Misir û Sûdanê tê bikaranîn. Bi gelemperî bi yek an du bibawanên sêgoşeyî ve hatine çêkirin, feluka ji bo ajotinê bi hêza bayê ve girêdayî ne. Bi saya van taybetmendiyan bûye amûrek veguhestinê ya aram, hawîrdorparêz û kevneşopî li ser çem hebûna xwe didomîne.