Li Rojhilatê Kurdistanê zarok ji ber buhabûnê nikarin herin dibistanê
Bi destpêkirina dibistanan re li Rojhilatê Kurdistanê giranî û bihabûnê, kêfxweşiya vegera li dibistanê ji bo gelek malbatan kiriye xemeke giran. Xemek ku carna zarokan ji kursiyên dibistanê dûr dixe û pêşeroja wan di nav guman û tarîtiyê de dihêle.
JIWAN ŞERÎFZADA
Bokan – Bêhna meha Mehre (destpêka sala xwendinê) li Îranê bi fikar û giraniyeke xerîb re tê. Payîz û demsala dibistanê di demekê de tê ku giranî û enflasyonê, ji aliyekî ve buhayê bingehîn ê xwendinê ji bo zarokan gelekî bilind kiriye û ji aliyê din ve jî çarenûsa hin xwendekarên din bi tevahî guherandiye.
Ji berîkên vala ber bi dikanên vala ve
Zarokekî ku digirî, dest di destê dayîka xwe de ji dikanê derdikeve. Dayîka xemgîn, qutiyeke rengên darîn ên ji 36 rengî yên ji marqeya asayî ya KMT’ê bi buhayê milyonek û 480 hezar tûmenî kiriye. Lê xwediyên dikanên pêdiviyên dibistanan û pirtûkfiroşan ji her demê bêhêztir li ser kursiyên xwe rûniştine. Mirov dikevin dikanê, li buhayan dipirsin û ger di dawiyê de buha guncaw be û kelûpel jî bala zarokê wan bikişîne, dikirin. Lê belê ev buhabûn, gelek kes neçar kirine ku ji kirîna kelûpelên bi kalîte an jî tewar ji rakirina hin pêdiviyên dibistanê û cil û bergên nû destê xwe vekişînin.

Bihayê cil û bergên dibistanê ji milyonek û nîv û jor ve dest pê dike
Bihayê pênûseke reş ji bo nivîsandinê, li sûkê 40 hezar e û pênûstraşeke sade jî 30 hezar tûman e. Her wiha lênûs û qutiyên pênûsan jî bi bihayên cûrbicûr ji 150 hezar tûmenî û jor ve bi kalîteyeke nizm peyda dibin ku bi gelemperî daxwaza wan nîne. Qutiya rengên darîn ên asayî yên 12 rengî jî di ser 200 hezar tûmenî re ye. Bihayê cil û bergên dibistanê ji milyonek û nîv û jor ve dest pê dike û çenteyê dibistanê ligel pêlavên werzişî jî, her yek ji wan bi nirxa milyonek heta sê milyon tûmenî ji bo malbatan lêçûn derdixe.
Gezîze M. ya ku dayîka zarokek dibistana seretayî ye, derbarê lêçûna pêdiviyên zarokê xwe de dibêje: “Şîrovekirina giraniyê ji zarokan re dijwar e. Bi taybetî ku kalîteya tiştan her sal ber bi xerabûna xwe ve diçe. Yanê em neçar in ku hin pêdiviyan bêguman peyda bikin û hinên din jî paşê bikirin. Lêçûna giştî ya kirînên dibistanê bi teserûfa tam ve, heta vê gavê 10 milyon tûmen bûye.”

Dibistanên têkildarî dewletê û qeydkirina bi şertê dayîna pereyan
Gelek dê û bav li ser lêçûna qeydkirinê ya li dibistanên dewletê gazinan dikin. Tevî îdiaya desthilatê ya li ser belaşbûna xwendinê, ev rêje îsal ji her demê zêdetir e. Li hin dibistanên parêzgeha Urmiyê, dibistanên dewletê mîqdarên di navbera 2 û 5 milyon tûmenî de ji dê û bavan xwestine.
Hetewa K., mamosteyeke dibistanê li Bokanê ye. Hatewa, wergirtina van mîqdaran piştrast dike û diyar dike ku rêveberiya perwerde û fêrkirinê pê agahdar e. Mamoste Hetewa pirsgirêkan wiha bilêv kir: “Beşek ji lêçûnê ji bo pêwîstiyên xwendekaran û pirtûkên xwendinê ye, lê beşa herî mezin ji bo alîkariyên gel ên ji bo dibistanan e ku dibistan dikarin bistînin. Her çend dayîna vê mîqdarê ne neçarî be jî, zexta mezin a ku ji ber lêçûnên dibistanê û kêmbûna budçeyê çêbûye, rêveber li hin navçeyan neçar kiriye ku vê lêçûnê ji bo qeydkirinê daxwaz bikin.”

Sînorên teng ên di navbera dibistan û jiyana hevbeş de
Gotina "na" ji bo keçan di şert û mercên civakî de her dem ji kurên ku ji xwendinê re dilgerm in hêsantir bûye. Ev pirsgirêk li gundan, derdorên bajaran û navçeyên xizan di bin siya xizaniyê de ji her demê zêdetir xwe diyar dike.
Narîna 16 salî ku yek ji van keçan e, bi temaşekirina gustîla zêrîn a di destê xwe de, bi girî û xemgîniyeke kûr ve dimîne. Narîn jî neçariya xwe wiha tîne ziman: “Li gundê me dibistana navîn a keçan tune ye, divê em biçin dibistanên şevînî yên bajêr. Bavê min ê karker nedikarî van lêçûnan rake. Ez salek neçûm dibistanê, min got belkî şert û mercên sala pêş de amade bibin. Lê di vî halî de ji bilî zewacê ti vebijarkek tune bû. Niha ez zewicîm, sala pêş me ger em ji lêçûnan xilas bin, dixwazim ji dûr ve û li dibistana mezinan bixwînim,. Belkî rojekê ez jî bikaribim herim zanîngehê yan bibim mamoste.”
Ne diyar e ku daxwaza Narînê li gundekî dûr ê parêzgeha Urmiyê heta çi radeyê bi cih tê.Nebûna li polên xwendinê: Nifşekî bi pêşerojeke mat re
Bilindbûna lêçûnên xwendinê sedema herî sereke ya nebûna xwendekaran a li dibistanê ye. Helale V., mamosteyeke dibistana seretayî ye û tiştên dibin sedem ku zarok terka dibistanê bidin, gelek bi xemgînî tîne ziman. Mamoste Helale bi vê mînaka ku dilê mirov diêşîne, wiha dibêje: “Xwendekarekî min hebû ku ji ber nebûna berçavkê û qelsiya çavên xwe dev ji xwendinê berda. An jî xwendekareke din ku nikarîbû çarşef, çente û xwarina rojane bikire, êdî nehat dibistanê.”
Li gorî daneyên fermî bi bilindbûna enflasyonê re, hejmara kesên ku ji xwendinê bêpar mane zêde bûye, lê ne diyar e ku ev dane bi awayekî rastî çend zarok û ciwanan dihewîne. Ew xwendekarên ku nikarin qeyd bikin an tewar piştî qeydkirinê jî ji ber lêçûnên rojane, wesayîtên çûn û hatinê û tewar kirîna pêdiviyên dibistanê, derfeta amadebûna wan di polên xwendinê de tune ye.
Ji nav wî nifşê ku îro kursiyên dibistanê li benda wan in, ne kêm in ew kesên ku di salên dawî de ji ber bindestî û bêaramiya rewşê, ders û pirtûk xatir xwestine. Niha jî ji ber giraniya demsala payîzê hejmara wan zêde dibe, rewşek ku ne tenê pêşeroja kesî, dema pêş a vê civakê jî dixe berpirsyar û gumanên mezin.