Li Rojhilata Navîn jina despêkê klînîka veterîner a gerok vekirî: Mariya El-Mualim

Ji bo lawir bi hêsanî bên dermankirin bijîjka veterîner Mariya El-Mualim pêdivî bi klînîkek gerok dît. Bi vekirina kilînika gerok dibe jina yekem di Lubnan û Rojhilata Navîn de gavek bi wêrek avêtiye.

 
KIRÎSTIYAN WAKID
Beyrût- Mariya El-Mualim a 29 salî di sala 2014’an de li zanîngehê beşa bijîjka veterîneriyê li Lubnanî temam dike. Ev saleke  ji wesayîta klînîkek gerok saz dike û dibe yekem jina di Lubnan û Rojhilata Navîn de gavek wisa bi bandor davêje. Di derbarê sazkirina kilînîka gerok û xebitandina wê de em weke Ajansa NUJINHA me bi wê re hevpeyvînek kir.
Çi bû sedem ku hûn beşa veterîneriyê bixwînin û çawa fikira klînîkek gerok bi we re çêbû?
Hezkirina ajalan hîna di biçûkahiya min de dest pê kir. Ji ber ku kuçik û pisîkên me hebûn weke endamên malbatê lê hatibûn, ji ber vê yekê li zanîngeha Lubnanê min di fekulteyan çandî de ez derbazî beşa tiba veterîner bûm û min ew beş temam kir. Her wisa ez derbazî zanîngeha Fensî li bajarê Liyo bûm û min li atolyeyan xwendekar  perwerde kir. 
Piştî min zanîngeh qedand, klînîkek ya min nebû ku ez li lawiran bi nêrim, her tim bi lingan diçûm min serdana ajalan dikir ku derman bikim. Ji ber bar kirina ajalan bi wesiyatan pir zehmete, fikira klînîkek gerok kete serê min.
Amadekirina klînîkek û çêkirina kaxazan salekê dom kir. Ev bû salek û nîv min dest bi ajotina klînîkê kiriye. Her wisa li gorî herêman jî min bername amade kiriye li gora wê ez serlêdanê dikim û têkîliya xerîdaran jî bi riya medyaya civakî  xizim û hevalan re didanim. Zehmetiyên ku dikşînim di rêyên qalabalix dene di wan rêyan de ji ber ku wesayîta min mezine cihê ku lê bisekinim nabînim.
Derdor an malbat li hember xwendina beşa veterîner nebûn asteng?
Raste malbata min bi taybet dapîra min ne dixwast û digot tu 6 salan bixwinê tuwê mirovekî derman bikî. Lê min guh neda wan ji ber ku veterîner daxwaza min bû û ez li ser biryara xwe mam. 
 Her wiha malbata min li ser fikra klînîkek gerok ji ber tirsa qezeyê lê pêşiya min bûn asteng. Lê li dawiyê dema dîtin ku çiqas dibe alîkar ji mirov û ajalan re êdî wan jî qebûl kirin.
 Di bajarek wek Lubnanê ku mafên mirovan lê nîne, gelo mafê ajalan heye?
Belê qanûna parastina lawiran tune bû. Lê sendîkaya Veterîner her daxwaz kirin heta ku zagonek ji bo tundiyê li dijî ajalan di 2020’an de li Lubnanê hate pejirandin. Lê bi belavbûna Vîrûsa Corone re ev zagon cih negirt û bû mijarekî duyem ji pirsgirêkên din yên li  Lubnanê. 
Bi hilweşîna rewşa aborî li Lubnanê, çaranûsa ajalan wê çawa be û mirov çawa wê nêzîkî wan bibe?
Ji ber aloziya aborî û zehmetiya şert û mercên jiyanî, gelek malbatan ajalên xwe firotin. Lê li beramberî wê jî piraniya wan ji ber ajalên wana weke endamek yê malbatê lê hatibûn dest ji ajalên xwe bernedan. Min gelek cih ji ajalên wan re peyda kirin da ku wan biparêzin û her wiha gelek rêxistin jî bi min re bûn alîkar.
Li gora baweriya te ji bo civak mafê lawiran binase çi pêwîste?
 Dema beriya 5 salan min zanîngeh temam kirî heta niha her tim min li ser girîngiya ajalan û çawa nêziktiyek rast nîşan wana bidim û bandora wê li ser malbatê, hertim min li ser malper û medyayên cîvakî şîrove dikir.
Dema teqîna Beyrûtê ya di 4’ê Tebaxê de gelek klînîkên veterîner ji mirovan re deriyên xwe vekirin hun dikarin ji me re qala vê ezmûnê bikin?
Teqîna beyrûtê pir dijwar bû. 6000 birîndar hebûn da ku bar li ser nexweşxaneyan siviktir bikin, me klînîkên veterînerî ji birîdarên sivk re vekir. Di nav wande jinek ducanî bû me hemû derfetên xwe ji bo wê pêka anî da ku ew û zaroka xwe sax rizgar bikin.
Hûn ji ajalan çi fêr bûn ji ber ku têkiliya bi wan re zehemete ango napeyvin? 
Ez ji lawiran fêrî mirovatiyê bûm. Tu cudahiyê jî naxim nav ber lawiran de ji ber ku tenê pisîk û kûçikan derman dikim, ji hemû lawiran hez dikim.
Têkîliyan min bi wana re her zehmete ji ber ku napeyvin, nikarin êşên xwe bêjin, divê tu van êşan binasî. Li aliyê din jî lawir gazincan nakin û peyvên bi êş ji te re nabêjin. 
Gotinek dawî ji ajansa me re heye gelo?
Banga min ji jinan re heye ku ji xwe bawer bin û hemû hêviyên xwe pêk bînin. Di despêkê de min gelek astangî di vekirin klînîka gerok de dît, lê li ser daxwaza xwe min îsrar kir û ez bi ser ketim. Jin dikare her tiştî bike ji ber hêzek wê ya hundirîn pir mezin heye û  alîkariya kesan ne pêwîst e.