Li Rojava yekem car Mastera Ziman û Wêjeya Kurdî
Endama Saziya Zimanê Kurdî û xwendekara mastera ziman û wêjeya Kurdî Gulê Hesen ku di beşa lêkolînan de jî cih digre behsa mastera ziman û wêjeya Kurdî ya ku cara yekem e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şax vedide nirxand.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Pergala xwendinê digîhêje asteke pir bilind ku jê re dibêjin mastera Kurdî. Ev ast pir ked, xebat, lêkolîn û zanîn jê re pêwîst dike ku tu tê de bibî pispor. Têkildarî mastera ziman û wêjeya Kurdî ku yekem car e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên xwe diavêje, endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û xwendekara zimannasiyê ya masterê Gulê Hesen axivî.
Pêwîstî û qonaxên destpêkê yên mastera ziman û wêjeya Kurdî
Gulê Hesen got ku di sala 2022'an de Zanîngeha Kobanê biryar da ku mastera ziman û wêjeya Kurdî were destpêkirin û wiha domand: "Destpêkê ji Zanîngeha Rojava û Kobanê, Komiteya Perwerde ya Civaka Demokratîk jî kod xwestin. Her xwendekarek li gorî lêkolînên ku li ser metodolojiya ango rêbaza zanistî jê hat xwestin hatin pejirandin. Wê demê em 28 xwendekar hatin qebûlkirin lê bi demê re hejmar kêm bû, tenê 20 xwendekar man ku piraniya wan jî jin in. Wekî qonaxa yekemîn em beşdarî amadekarî bûn 4 heyvan dirêj kir. Di wê qonaxê de me 7 made wekî ziman, rêziman, zimannasî, wêje, bijartina yek ji zaravayên Kurdî yan Dimilkî yan jî soranî, Îngilîzî, rêbaza lêkolînê yan jî metodolojiyê xwend. Ji bo biserketina vê qonaxê pêwîst bû ku xwendekar di hemû madeyan de di ser 60 pileyî re, bidest bixe. Rêziman, îngilîzî û zaravayên Kurdî ev ezmûn bûn lê madeyên din lêkolîn hatin xwestin."
Qonaxa pisporiyê
Gulê Hesen behsa qonaxa pisporiyê piştî amadekariyê kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî qedandina qonaxa amadekariyê, em derbasî qonaxa pisporiyê bûn ku her xwendekarek dixwaze bibe pisporê kîjan beşê ji masterê. Wekî her 20 xwendekaran em 10 derbasî wêje û 10 jî derbasî beşê zimannasiyê bûn. Lê min pisporiya xwe di zimannasiyê de dît û ew hilbijart. Yê derbasî beşa wêjeyê jî bûn, wê di warê wêje û folklora Kurdî de bixebitin. Di pisporiyê de jî biryar hat girtin ku xwnedekar du qonaxan, her qonaxek li ser 4 mehan bixwînin. Derbaskirina her qonaxê jî li gor madeyê dimîne ku wê madeyê çi lêkolînê bixwaze wê pêşkêş bike. Lê xwendekar bi xwe dikare mijarekê hilbijêre, li gor madeyê dimîne lêkolîn an jî ezmûn be. Lê belê herî zêde lêkolîn tên xwestin, yek ji bo ku tecrubeyên me zêdetir bibin û ya din jî ev lêkolînên ku baş werin kirin jî da ku bikaribin paşê werin çapkirin û bigihîjin ber destên xwendekarên din. Destpêka meha Hezîranê qonaxa duyemîn a pisporiyê diqede lê pêwîst e ku em lêkolînan li ser madeyên vê qonaxê pêşkêş bikin."
Amadekirina doktoraya Kurdî
Gulê Hesen bal kişand ser dema pêşkêşkirina nameyên masterê û wiha pêl da gotina xwe: "Piştî qedandina qonaxa pisporiyê, wê demek were veqetandin ji bo ku em nameyên xwe pêşkêş bikin. Ji bo nameyan jî bijartin serbixwe ye, her xwendekarek li gorî pisporiya xwe dikare bi xwe hilbijêre. Piştî pêşkêşkirina nameyan bi dawî bibe, her xwendekarek di beşa xwe de li peymangehên amadekirina mamosteyan û zanîngehan dersan bidin. Piştî qedandina mastera ziman û wêjeya Kurdî projeyên pêşvetir ku niha jê re amadekarî tên kirin hene, wekî diktoraya Kurdî. Bêguman niha em jî li ser wî bingehî xwe amade dikin, hem di warê ast û derûniya tê xwestin û gavên divê ku em bavêjin de. Lê beriya me, fakulteya sosyolojî û dîrokê dest pê kirine. Fakulteya dîrokê niha masterê dixwînin û li gor her fakulteyê û derfet û amadekirina diktorên madeyan dest pê dikin. Lê mastera ziman û wêjeya Kurdî koma destpêkê ye."
Piştî avakirina dibistan, peymangeh û zanîngehan mastera Kurdî pêdiviyek bû
Gulê Hesen da zanîn ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re şoreşa ziman jî dest pê kiriye û zemînek ji bo master û diktoraya Kurdî ku îro em behsa wê dikin, çêbûye û wiha pê de çû: "Ji bo ku em bigihîjin asta zanîngehan û mijarên pê re eleqedar nîqaş bikin, pêwîst e zemînek hebe ku mirov xwe li ser ava bike. Zanîngehên Kurdî (Rojava-Kobanê) hatin vekirin, fakulteya ziman û wêjeya Kurdî vebû. Li gor çavkaniyên destê me de ku me sûd jê girtin em jê fêr bûn lê piştî ku em derbasî zanîngehan bûn pêwîstî bi çavkaniyên nû, xurtir û asteke zanebûnê ya bilindtir hebû. Amadekirina komeke ku mastera ziman û wêjeya Kurdî bixwîne, pêdiviyek ku pêwîst bû were destpêkirin. Me 2022 dest pê kir lê baştir bû ku me 2018'an dest pê kiribûya. Ji bo masterê gelek amadekarî, zehmetî û aliyên madî de pêdivî pê heye. Ji ber kesên ku karibin îro di asta masterê de perwerdeyê bidin, kesên ku li ser kurmancî lêkolîn kirine, xebitîne û pispor in hejmara wan kêm û belav in. Ne ji tora înternetê bûya, bêguman wê rewşa me pir zehmet bûya. Piraniya xwendina me jî onlain e. Em jî di wê hêviyê de ne ku bikaribin sûdê bidin peymangeh, zanîngeh, projeya ku me dest pê kiriye û gelê xwe."
'Bi zaravayên dimilkî û soranî zanîngeha Rojava û mastera Kurdî dewlemendtir dibe'
Gulê Hesen da payin ku ji bo parastina zaravayê dimilkî ji qirkirinê, niha xwendekarên me wê dixwînin û wiha bi lêv kir: "Zaravayê dimilkî ku kevintirîn zaravayên Kurdî ye, hejmara axiverên wê li Bakurê Kurdistanê 3 milyon û nîv in û di bin xetera qirkirinê de ye. Li Zanîngeha Rojava wekî madeyekê perwerdeya zaravayê dimilkî, hatiye danîn. Di masterê de jî ev biryar hat girtin ku zaravayê soranî û dimilkî wekî madeyeke bijarde ji xwendekaran re were pêşkêşkirin. Kîjan xwendekar dikare biçe kîjan zaravayî dikare du astan bixwîne. Xwendekarên ku asta duyemîn biqedîne, dikarin waneyan jî bidin. Gaveke pir girîng e, ji ber ku bi hezaran çavkanî û lêkolînên soranî hene ku pêwîst e mirov bixwîne û riyekê bibîne ku xwe bigihîjîne xebatên berê hatine kirin û dikare jê sûdê bigre. Ji ber ku dimilkî û kurmancî pir nêzî hev in, bi dehan mijar hene ku mirov dikare berawirdekê çêbike. Herî kêm her xwendekarek, ji bo ku di warê zanistî de bikare bide û bistîne, têkiliyê di navbera zimanan de çêbike divê ku du sê zaravayên zimanê xwe binase."
Peyama dawî
Gulê Hesen bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Yek ji armancên beşdarbûna me ya vê masterê, di warê parastin û pêşxistina wê de ew e ku em asteke bilindtir a zanînê pêşkêşî civaka xwe bikin. Wekî hemû civakê, li ser zimanê xwe nîqaşan bikin û çavkaniyên wê çêbikin. Mînak em bikaribin pirtûkên zanistî yên baş li ser asta cîhanî wergerînin zimanê xwe yê Kurmancî. Her wiha ji bo ku em bikaribin di paşerojê de zanîngehên xwe xurtir bikin û ji xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bibin wekî bingehek ku di demên pêş de sûdê jê bigrin."