Li Qamişloyê pirojeya Kilînîkên Gel

Hemşîreya bi navê Renda Îbrahîm ku di klînîkên gel a bajarê Qamişloyê de kar dike, der barê avakirin û beşên di kilînkên gel de diyar dike ku armanc bi avakirina kilînîkan alîkariya ji bo gel e.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Bi armanca alîkariya şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê, Rêxistinên Mirovî û sendîkayên girêdayî civaka sivîl, li kolana El-Hemam a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya xwe ya mirovî (Kilînkên Gel) vekirine. Di nava kilînîkên gel de gelek beşên dermankirina nexweşan mîna nexweşiyên jin, zarok, test û gelek beşên din hene. Girêdayî mijarê, hemşîre Renda Îbrahîm ku di Klînkên Gel de kar dike behsa mekanîzma kar, pisporî û beşên di hundirê kilînkan de kir û di heman demê de rola vê projeyê di sivikirina bar li ser şêniyan ji aliyê darayî de re parve kir.
"Kilînîk bi amûr û kadroyên tenduristî yên pispor hatine amadekirin"
Renda destnîşan kir ku klînîk bi amûr û kadroyên tenduristî yên pispor hatine amadekirin û wiha got: "Karekî ku bikeve bin xizmeta civakê bi giştî ne hesan e lê belê mirov xwedî îrade be, dikare karekî serkeftî bi ser bixe. Ji bo amadekarî me jî zehmetî jiya lê di encamê de me karîbû projeyeke serkeftî bi ser bixista. Her wiha me nêzî 6 heyvan amadekariya projeya klînikê kir. Di heman demê de saziyên civaka sivîl, komek mezin ji bijîşkan û saziyên xizmetê beşdarî projeya me bûn. Niha 16 bijîşkên pispor cihê xwe di klînîka gel de digrin. Her wiha di klînikê de beşên mîna emeliyat, urolojî, jinekolojî, zarok, dermatolojî, diran, damar, guh, bêvil, neorolojî, xwîn, labaratûar û dermanxane hene."
"Rajane 80 nexweşan pêşwazî dikin"
Renda diyar kir ku di rojê de 80 nexweş tên klînîka gel û wiha domand: "Dema me klînîk nû vekir, zêde kes nedihat lê her ku çû klînîka me bi nav û deng bû û nexweşên me jî tên û diçin. Bi awayekê rojane nêzî 80 nexweş serdana klînîka me dikin û em jî bi dilşadiyek mezin wan pêşwazî dikin û pêwîstiyên wan bi cih tînin. Em 8'ê siherê heta 14:00'yê nîvroyê li ser kar in. Di heman demê de bijîşkên klînîkê li gorî pergala nobetê dixebitin û di xizmeta welatiyan de ne. Ji ber ku welatî di aliyê buhabûnê de zehmetî dijîn, em jî buha kêm dikin. Armanca me ji vê projeyê ew e ku em alîkariya gel bikin. Em hewl didin di demên pêş de projeyên xwe berfirehtir bikin û li hemû bajaran ava bikin."
"Projeyê barê gel sivik kir"
Leyla Iz El-Dîn ji şêniyên bajarê Qamişloyê ji bo tedawî bibe, hatiye klînîka gel nêrîna xwe wiha parve dike: "Ez îro hatim klînîka gel da ku nexweşiyên xwe derman bikim. Gelek welatî hejar in bi rojan e kar dikin her wiha lêçûnên dermankirin û testan li klînîkên taybet pir buha ne, ji ber klînîka gel bi rêjeyek kêm ji me distîne me jî berê xwe da vir. Di vê klînîkê de hemû beş hene û bijîşk gelek xizmeta gel dikin. Ev gaveke pir sekeftî ye û barê welatiyan sivik dike. Em serkeftinê ji vê projeyê re dixwazin û em bi hêvî ne ku gelek projeyên din ên weke vê werin avakirin, ji bo hemû welatî û nexweş sûdek baş jê bigirin."