Li Navenda Parastina Jinê ya Xezayê perwerdeyên hişyariya zayendî

Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Hiqûqî û Parastina Jinan a Xezayê di çarçoveya projeya "Kar di navbera herdu zayendan de bê cudakarî" kampanyayek ji bo perwerdekirina jinan li ser xetereyên şantajên zayendî da destpêkirin.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Bi armanca teşwîqkirina mexdûran ku rapor bi riya qonaxên destpêkê ji bo bidesxistina destwerdanên qanûnî û parastina guncaw berî ku bikeve bin kontrola sûcdar ku jiyana wê dixe xeterê. Şantajkirina zayendî wekî destdirêjiya cinsî tê pênase kirin ku her pêşniyarek cinsî ya nedilxwaz, digire nav xwe an her xwestekek din ji bo xizmeta cinsî, an jî her tevgerek din a xwezaya zayendî, çi devkî çi bedenî. Ema şantajiya cinsî ya elektronîkî wekî her hewildanek bi riya medyaya civakî ji bo rakirina naveroka cinsî ji mirov bê razîbûn tê pênase kirin, û ew bi gelek şeklan tê, û tu pîvanên sabit jê re nînin. 
“Em di aliyê hiquqî û derûnî de piştevaniya jinan dikin”
Koordînatora Bernameyan ya Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Yasayî û Parastina Jinê Tahanî Qasim diyar kir ku kampanya perwerdekirina jinan a li dijî şantajên zayendî ku di 1'ê Sibatê de hatiye destpêkirin, bi armanca bilindkirina ewlehiya civaka sivîl û pêşkêşkirina xizmetên birêvebirina dozê, ango xizmetên civakî ji bo jinan, ku xizmetên hiqûqî, derûnî û parastinê dihewîne û bal kişand ku ev xizmet li qadê yan jî bi rêya kampanyayên elektronîk tên pêşkêşkirin da ku xwe bigihînin beşên 
cuda yên jinan.
Tahanî Qasim her wiha anî ziman ku di nav xizmetên hişyariyê de ku ji aliyê Navenda Lêkolîn û Parastina Jinan ve tê pêşkêşkirin, perwerdeyên taybet hene ji bo kesên ku li ber zewacê ne, da ku her du alî bi maf û erkên xwe bizanibin ji bo kêmkirina berbelavbûna dozên telaqê di nav daxwazkaran de û got ku ev hewldanan armanc dikin ku hemû cureyên tundiya ku jin rastî wan tên ji holê rakin.
Tahanî Qasim amaje bi fikra kampanyayê kir û diyar kir ku navendê gelek haletên ku rastî şantajên zayendî tên pêşwazî kir û ya sosret jî ew e ku dibe ku ev jin gihîştine qonaxa gefa kuştinê yan jî hizra xwekujiyê. Ji ber vê yekê, ramana hişyariya zû hat ku van jinan fêr bike ku deriyek ji bo xilasbûna ji şantajên cinsî di qonaxên wî yên destpêkê de  heye berî ku mexdûr ji hêla sûcdar ve rastî îstîsmara zayendî were. Navend bi saziyên hikûmetê û malbatên van jinan re bi awayekî paralel dixebite.
“Di atolyên hişyariyê de em perwerdeyên pêwîst didin”
Tahanî Qasim diyar kir ku kampanyaya ku dê heta dawiya sala 2022'an bidome, bi gelek rêbazan tê meşandin, di nav wan de atolyeyên hişyariyê yan jî beşên radyoyê yên ku bi pêlên herêmî tên weşandin yan jî kampanyayên bi rêya malperên medyaya civakî ku wêne, vîdyo, înfografîk û weşanên navendê wek lêkolîn û rêyên din ji bo ku tevkariyê bigihîne hemû keçan digre av xwe. Ev hişyarî xwedî aliyekî pêşîlêgirtinê û girîng e, da ku jin nebin qurbaniyên cehaletê di mijarên bi hev ve girêdayî yên ku paşê ji bo rayedarên pêwendîdar çareserkirina wan zehmet e.
li gor ku Tahanî Qasim behs dike, navend yekîneyeke pispor veqetandiye ku li ser mijarên şantaj û destdirêjiya zayendî bixebit, ev yekîne bi nepeniyek tam dixebite bi riya pêşwazîkirina qurbaniyan û ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kar dike û ev yek bû sedem ku baweriya jinan di salên borî were bidestxistin. Her dosyayek ku jê re tê, asta nepenî di parastina daneyên xwe de dizane. Gilî bi hemû rê û rêbazên guncav têne wergirtin ji bo wan rewşan.
Tahanî Qasim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku navend bi rêka bingeh û saziyên hevkar kar dike ku dozên ku çareserkirina wan zehmet e vediguhezîne wê û da zanîn ku serkeftina rizgarkirina jinan ji van pirsgirêkan ne encama wê demê bû, lê belê xebatkarên navendê gelek perwerde kirin li ser parastina nepenîtiya gilî û daneyên ku ji aliyê dozê ve hatine pêşkêş kirin, û çawaniya mijûlbûna bi wan re û dabeşkirina wan paşê ji bo beşdariya di bidawîkirina pirsgirêkê de.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku qanûna Filistînê her kesê ku gefê li kesekî an jî şantajê bike cezaya zindinê û du hezar dolarên Emerîkî dibire digel karên giran ên demkî.