Li Misrê pêngava “em piştgiriyê didin welidîna xwezayî, ya qeyserî rawestînin”

Li Misrê êdî jin berê xwe didin welidîna xwezayî Li welatê Misrê yê bi giştî jinan berê xwe dane welidîna qeyserî û di cîhanê de weke welatek ê di rêza yeke de tê zanîn rojnameva Mey El-Şam li ser zirarên ku welidîna qeyserî digihîne jinan lêkolîn kir û ji bo berê jinan vegerîne welidîna xwezayî ya bê ziyan pêngava em piştgiriyê didin welidîna xwazayî, ya qeyserî rawestînin da despêkirin.

Li Misrê êdî jin berê xwe didin welidîna xwezayî 
Li welatê Misrê yê bi giştî jinan berê xwe dane welidîna qeyserî û di cîhanê de weke welatek ê di rêza yeke de tê zanîn rojnameva Mey El-Şam li ser zirarên ku welidîna qeyserî digihîne jinan lêkolîn kir û ji bo berê jinan vegerîne welidîna xwezayî ya bê ziyan pêngava em piştgiriyê didin welidîna xwazayî, ya qeyserî rawestînin da despêkirin.
ÎNAS KEMAL
Qahîra -  Misir di welidîna qeyserî ya zarokan de di asta cîhanê de di rêza yekem de cihê xwe girtiye. Van demên dawiyê pêngavên ji bo rawestandina welidîna qeyserî zêde bûne û jin jî êdî berê xwe didin welidîna xwezayî. Rojnemevan Mey El-Şamî di Hezîrana bûrî de dest bi pêngavek a hişyariyê ya bi navê ‘Welîdna qeyserî ne pêwîste rawestînin’ da destpêkirin da ku berê jinan were dayîna welidîna xwazayî û jin piştgiriya vê bike. Li gora jimara Neteweyên Yekbûyî ku di sala 2018’an de aşkere kirî, Misir di welidîna qeyserî de asta yekem de cihê xwe girtiye.
Di cîhanê de ji aliyê welidina qeyserî ve Misir di rêza yekê deye
Li gor rojenemya EL-Weten ya Misrî, lêkolîneke ku cîgirê wezîrê tenduristiyê bijîşk Taruq Tewfîq amade kiriye da diyarkirin ku rêjeya welidîna qeyserî li Misirê 4 qetan zêde bûye.
Malbatên Misrî ji bo welidîna qeyserî pereyên mezin xerc dikin rêjeya welidina qeyserî li Misrê gelek zêde bûye û her welîdinek ji 466 hezaran zêdetire.
Li gorî jimarên herî dawî li Misirê ku di sala 2018 an de ji aliyê wezareta teunduristiyê ve hatiye diyarkirin fatûreyên welidînên qeyserî gihaye 14 milyar û 525 lêreyên Misrî, lê belê welidînên xwazayî fatûreya wê gihiştiye 3 milyar û 675 milyon lêreyên Misrî.
Pêngava femînîstan a li dijî zêdebûna welîdinên qeyserî
Rojnemevan Mey El-Şamî nişteciha Qahîra bûye û berê li zanîngeha Emerîkî ya Qahîreyê dixwend, ji bo zanîngehê biqedîne diviya bû tezekê amade bike û ji ber wê jî xwest li ser fikrek ji bo pêşketinek domdar bi xebite fikirî ku li ser mijara tendirustiyê lêkolîn bike û teza xwe amade bike. Ew hizirî ku guhê xwe bide çîrokên kesên ku ji welidîna qeyserî zerer ditine û hemû jinan teşwiqî welidîna xwezayî bike, di vê mijarê de pêngavek da destpêkirin. Di derbarê teşfiqkirina jinan ji bo welidîna xewzayî Rojnameva Mey El-Şam ji ajansa mere axivî.
Mey El-Şamî di derbarê pêngava ku daye destpêkirin ya bi navê ‘Welidîna qeyserî ne pêwîste rawestînin’ de wiha got: “Armanca pêngavê ne ewe ku em jiê mecbûr bikin ka kijan welidinê hilbijêre. Jin kijan welidinê hilbijêre emê piştgiriya wê bikin ji ber gelek jin ji welidina xwazayî di tirsin. Vê yekê wisan kir ku ez bi jinan bidin pejirandin ku welidîna xwezayî bi tendirustire û pêngava min daye destpêkirin ji bi şiyarkirina jinane.”
Çima ev pêngav?
Mey El-Şamî dide diyarkirin ku ew piştgiriyê dide jinan û giringiyê dide doz û pirsgirêkên wan, ne agahdarkirina jinan di derbarê welidîna xwazayî û qeyserî weke tundiyekê li beramberî jinan dibîne û ji ber bijîşk wan dixapîne û wiha got: “Ev Pêngav wê li dijî zextên civakê ku li ser jin tê meşandin rawestîne. Ev pêgav ji aliyê hin jin û mêran ve rastî êrîşê hat û gotin Mey dixwaze jinan teşfiqî êşê bike û ji ber welidina qeyserî hêsan û leztire jin hemû berê xwe didin welidina qeyserî.” 
Zirarên welidîna qeyserî
Bijîşk Îsraa Ebid El-Feteh agahiyên tibî yên girêdayî welidîna xwazayî û qeyserî pêşkêş dike û li ser zirarên welidîna qeyserî û wiha dibêje: “Welidîna qeyserî ji ber zikê dayikê dibire birîn di zik de çêdibe  û ev birîn gelek kûr dibe, ji bo saxbûna birînê ji demek dirêj pêwîste. Eve jî dibe sedem ku jin nikare zarokên xwe bi awayekî baş bimêjîne. Hinek rêbazên nû yên welidîna xwazayî beyî êş derketiye, ew yek jî di riya lêxistina derziyek di piştê de çêdibe da ku dayik êşê hîs neke. Piştî wê ew jin dikare bi rihetî jiyan û karê xwe berdewam bike. Lê belê hin hewz hene teng in û nahêle ku zarok ji ber kîloya xwe ya zêde dakeve, di van heletan de mirov dikare welidîna qeyserî bike.”
Li gorî rênmayên “EL-Cardiyan” ku di rapora xwe ya beriya çend heftiyan de weşandî dan diyarkirin ku Misir di welidînên qeyserî de di nava cîhanê de di asta yekem de cihê xwe girtiye. Ev lêkolîn di derbarê gelek welatên din  de  jî hatiye kirin weldîna qeyserî li Birêtaniya ji sedî 26, li El-Domînkan ji sedî 58 û li Misirê ji gihaye ji sedan 63’an. 
Pêngava em piştgiriyê didin xwazayî, qeyserî rawestînin
Bi durişmeya ‘Em piştgiriyê didin xwazayî, qeyserî rawestînin’ pêngavek hate destpêkirin û vê pêgavê bandoriyek erênî li jinan kir û gelek jinan welidîna xwezayî hilbijartin di nava çîrokên jinan de jinekê sê caran welidina xwezaî pêk anî. Hinek jinan got ku bi alîkariya bijîşkan welidîna xwazayî bi rêve diçe û her wiha jin piştî welidîna xwezayî rewşa tendirustiya wê zûtir baştir dibe.