Li Misirê hewildanên rakirina sineta jinan

Li Misrê, ji meha Adarê ve, cezayên ji bo kiryarên sinetkirina jinan hatine zêdekirin. Saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan ên li Qahîreyê kom dibin banga çalakiyek hevpar dikin da ku sinetkirina jinan ji holê rabikin.

Qahire – Jin ji bo ji holê rakirina sineta jinan li Misire hatin ba hev.  Endama parlamentoyê di heman demê de Kordînatora Zanîngeha Qahîre ya li dijî tundiya ser jinan Rasha Abu Shakra û endama parlamentoyê Maha Abdel Nasser jî beşdarî civînê bûn.
Rasha Abu Shakra di civînê de axivî û xwest Civata Nûneran ji bo rakirina metirsîya sinetê di nav xwendekarên jin ên Fakulteyên Hemşîre û Tibê yên Misrê de bixebitin. Tevî ku di civînê de hay ji metirsiyên sinetkirinê hebû, wê bangî her bijîşk an hemşîrekî ku beşdarî sinetkirinê bû kir ku destûra xwe ya pratîkê bi domdarî betal bike. 
Maha Abdel Nasser jî diyar kir ku divê rêxistinên sivîl li kampanyayên hişyarkirina dijî sinetê beşdar bibin û bi nûnerên raya giştî re hevkariyê bikin da ku vê diyardeyê ji holê rakin û bang kir ku her kesê ku rasterast an neyekser beşdarî operasyonên sinetkirinê dibe bi qanûnên hişk û bi awayekî hişk were cezakirin.
Daxwaza alikariya derûnî
 
Di vê navberê de, Profesora Tiba Edlî û Toksolojolojiyê û Seroka Yekîtiya Bijîjkên Qahîreyê Sherine Ghalib diyar kir ku hewcehiya qurbaniyên sinetê bi piştgiriya psîkolojîk û fîzyolojîkî hene û bi taybetî banga daxwaza alikariya derûni kirin. 
Hikumeta Misrê sunetê wekî sûc dibine û di Adarê de hewildan da destpê kirin ku ceza ser yên karê sunetê dikin giran bikin.