Li Lîbyaye serpêhatiya rojnamevanên jin

Rojnamegerî karekî wijdanî ye, ji raya giştî û civakê re ragihandina heqîqetê ye. Her rojnameger, di qada kar de xwedî serpêhatiyên cur be cur e. Îbtîsam Axfîr a ku ev nûçe ji me re amade kiriye jî xwedî çîrokek e.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî - Rojnameger Îbtîsam Axfîr diyar dike ku wê di xebatên qadê de têra xwe her tişt dîtiye wiha dibêje: “Hestên bi tirs û xof her bi min re bûn, cara ewil piştî şer ez bi hemû hêza xwe daketim kolanên bajêr, bi taybetî navenda wê ya ku keleha hêza DAIŞ’ê bû. Bajarê Bingaziyê ku di salek de nifşek ji ciwanan binax kir. Li vî bajarî bermahiyên dîrokî, avahî û kolanên kevnar hemû rûxandine. 
Gera min di nav van kolanên ku bûne şahidên hemû bûyer, komkujî, dîmenên kuştin, serjêkirin, ên tirs û xofê dixin hundirê mirov. Ev bajar wekî xewnereşkek e ku tu cesaret nakî tiştên lê qewimîne xeyal jî bikî.”
‘Tirs rewşên ecêb çêdike’
Îbtîsam gotinên xwe wiha didomîne: “Piştî ku du saetan ez li kolanan geriyam gihîştim taxa giştî. Ji nişkave wesayîdeke ku komek ciwan tê de bûn li rex min sekinîn û gotin; ‘tu endama DAIŞ’ê yî, tu bi wan re kar dikî?’ Van gotinan tirsek xistin hundirê min û paşve vegeriyam. Gotina xayîn ne hêsan e, wan da pey min, xwestin kameraya xwe bidim wan. Tirs rewşên ecêb çêdike, wekî brûskê li wesayîdê siwar bûm û çûm. Min bi lez ajot heta gihîştim kolan ku wesayîd lê zêde bûn. Pişt re vegeriyam malê lê ev bûyer, li pêşiya derketina min a kolanan nebû bend. Her car, dema derdiketim derve tiştên ku ne di bîr û xeyalên min de bûn diqewimîn.”
Îbtîsam diyar dike ku rojnamegerî, wekî çalakiyek e ku her wext mirin pê re heval e. Îradeyek xurt dixwaze û wiha didomîne: Ev xebatên qadan ku ji bo min azmûn bûn, bi bûyerên bi tirs û xof dagirtîbûn. Tu carî ew kêliyên bi tirs ji bîra min neçûn. Min xwest ji tecrubeyên wan rojnamevanên li Lîbyaye yên berî şer û piştî şer kar kirine, yên nû û yên ku dest ji kar berdane,
sûdê bigrim.”
‘Azweriyek bedew bîst sal ji jiyana min xwar’
Nûçegihana saziya teşwîqkirina rojnamegeriyê Henan Alî wiha behsa azmûna xebatê dike: “Piştî ku min xwendina xwe ya di beşa rojnamegeriyê de qedand, meraq û teşwîqa tevlibûna xebatê mezintir bû. Min dest bi pêkanîna xewn û xeyalên xwe kir. Tevli perwerdeya salek a ragihandinê li Bingaziyê bûm û di rojnameyên Şefeqa Nû, Roj, Cemehîr û hwd. de xebitîm.”
Testa rasteqîn xebata rojnamevaniyê ye
Henan wiha pêde çû: “Perwerdeya li zanîngehê û li ser danûştekan helbet têr nake, xebatên pratîkî bikêrhatî û xuliqandinê diafirîne. Hevalên min ên kar gelek şîret û alîkariya min kirin, bavê min her dem tevî wesayîda xwe bi min re bû, rojname û kovar dianîn ku ji tecrubeyan sûdê bigirim, diya min jî ez ji duayan mehrûm nekirim. Westandin helbet hebû lê xweş bû.”
Berteka civakê
Henan li ser civakê û nêrîna wan a li jinan wiha dibêje: “Civak li gorî zîhniyeta xwe ya teng rola jinan a di nava xebatan de xweş nabîne, wekî tişteke şerm dibîne. Ew bi peyama hişmendî û ramanî tênagihîjin, her dem di aliyê teng de dinirxînin. Ez tevli hemû cureyên kar ên wek semîner, nûçeyên zindî û mîhrîcanan bûme. Cîhan gelek bi pêş ketiye û rêbazên nûjen derketine, rojnamevaniya dîjîtal çêbûye lê mixabin piranî rojname hîn jî bi mekanîzmayek kevin dixebitin, ev jî weşanê qels dike. Her wiha bi derketina înternetê pêşbazî mezintir bûye lewre hewcedariya me bi rêbazên ku uslûb, xîtab û xwendinê geştir bikin heye.”
Nûçegihana Ajansa Lîbyayê Fatime Al-werfîlî jî wiha dibêje: “Carek min xwe tik û tenê li kolanekeke mezin dît, ez tirsiyam. Tevli gelek xebat û daxuyaniyên çapemeniyê yên li kolanan bûme lê dema ku ji bo şopandina xwepêşandana mamosteyan a ku dê daxuyaniyekê bidana, çûm qadê, min dît ku kesek li wir tune ye. Pir tirsiyam, ji wê demê ve û heya niha, tenê bûyerên sazî û nexweşxaneyan dişopînim.” 
Fatime Alwerfîlî der barê nebûna piştgiriya ji bo rojnamavanên jin jî wiha got: “Divê hêzek hebe me ji pirsgirêkên li kolanan biparêze, ev jî ji rêveberên kar tê xwestin.”
Hêzên ewlekariyê dibin bend    
                                                     
Rojnemevan Emel Al-Zadam a di rojnameya Seda Aborî de dixebite û ji Cereblusê ye behsa azmûna xwe ji me re dike û dibêje: “Berî du salan min dest bi xebata rojnamavaniyê kir lê tiştê herî xirab min jiya ew bû ku civakê henekên xwe bi karê min dikir. Digotin ma rojname li Lîbyayê heye tu kar dikî?”  
Emel wiha berdewam dike: “Biçûkdîtina kar, pir li zora min diçû. Bûyera ku zêde ez diêşandim ew bû ku dema rastî tehdîd û astangiyan ji hêla hêzên ewlehiyê ve dihatim ji ber jin bûm piştgirî nedidan min.”
Aya Axa rojnamevana Ajansa Herêmî diyar dike ku dema hilbijartina 2012’an li Bingaziyê ew derketiye kolanan ku rewşê bişopîne, piştî destûrxwestinê derbasî ser sindoqa hilbijartinê dibe, xwestiye jinên ku dengê xwe dane nêrînên xwe bînin ziman lê mixabin çavdêrekî li wir nehiştiye û bi zorî wê ji hundir derxistiye. Diyar dike ku ji karên li kolanan pir hesab tê xwestin.
Der barê rola Sendîkaya Rojnamevanan a di parastina nûçegehanan de, serokê damezrîner ê Sendîkeya Neteweyî ya Rojnameyên Lîbyayê Fatêh Alî Menai dibêje: “Bi rastî tu tedbîrên parastinê ji bo rojnamevanan di dema şopandinên kar de tune ye. Divê sendîkayên pêwendîdar, danûstandin bi rayaderên ewlehiyê re çêbikin ku wan ji êrîş û girtinê biparêzin. Zagonên Sendîkayê jî hene divê rojnemevan bi fermî navê xwe qeyd bikin û qerta sendîkayê bi xwe ve bikin, ji ber rewşa Lîbyayê pir hesas e ji bo kişandina wêneyan divê nûçegihanên me ji cihê ewlehiyê destûrê bigirin ku rewşên bi xeter ji bo wan çênebin. 
Der barê parastina rojnemevanan de jî Menei dibêje: “Zagonên ku ji bo rojnemavanan hatine derxistin û hukmên wan hene bêguman her du zayendan digrin nava xwe.”