Li Kifrî gorek komî hat dîtin

Di navbera qezaya Kifrî û Xaneqînê de gorek komî ya di dema rejîma Baas de hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - Li gora daxuyaniya Dezgaha Şehîdan a Îraqê ya Xebatên Gorên Komî di navbera qezaya Kifrî û Xaneqînê de li ser sînorê devera Diyala gorek komî hatiye ditin. Li gorî zanyariyan ev gora komî xwedî dîrokek dirêje ku di serdema rejîma Baas de hatiye çêkirin û kesên hestiyên wan vê gora komî de xelkê heman deverê ne. Di nava gorê de gelek hestî hene, ji ber wê jî dê lêkolîn li ser were kirin.
Li gorî amêran heta niha nêzîkî 200 gorên komî li Îraqê hatine ditîn û piraniya wan qurbaniyên Enfalê  ji aliyê rejima Îraq ve di navbera salên 1970-1980’an de ne.