Li Kerkukê mêrekê dû xuşkên xwe kuşt

Li bajarê Kerkuk mêrekê bi çek dû xuşkên xwe kuşt. Medya yên alîgir sedemê vê kuştinê sipart pirsgirêkên civakî û derunî. Dozger Kenar Kemal di derbarê mijarê de nirxandin kir û got: “Qet sedemek nine ku bibe sedemê kuştinê, pêwîste dezgahên ragihandinê bi berpisyartî tevbigerin.”

KERKÛK - Li taxa Rehima ya bajarê Kerkukê yê Îraqê duh êvarê H.X.N yê 33 salî du xuşkên xwe bi çekê kuşt. Piştî buyerê kujer hat girtin. Temenê herdû jinên hatine kuştin yek 19 salî û ya din jî 25 saliye. Hat zanîn ku mêrê kujer berê ji ber tewanên cuda hatiye girtin û cardin hatiye berdan.
Her wiha di derabarê kesê kujer de jî di mediyayên alîgir de sedemê vê bûyerê nexweşiya derunî û pirsgirêka civakê hat diyarkirin.
“Ji bo kuştinên jinan pirsgirêkên civakî dikin hincet”
Di derbarê pirsgirêkên civakî de li ser kuştinan dozger Kenar Kemal ji ajansa me JINHA re axivî û got: “Bi kuştina her jinekê sedemê civakî didin diyarkirin. Ji ber vê yekê di aliyê bûyerên diqewimin de civak agahdare.  Tundiya di nava civakê de bingehê xwe ji bê perwerdeya di nava malbatê de digre. Dema di bezek biçuk a yasaya civakê û malbatê de pirsgirêkek ru bide eve bi rewşek xirab bi dawî dibe. Hinek car peyva nexweşiya derunî dema bi kar tînin du çengê civaka kurdewarî bi hêsan didin pêş.”
Kenar dezgahên ragihandinê jî ji rewşên diqewime berpirs dibîne û dibêje: “Ragihandin di dema belavkirina nuçeyan de lêkolîn nakin tenê sedemên derunî û civakî dixin pişta buyerên kuştinên jinan.”
Di dawiyê de jî Kenar Kamil dibêje: “Civak hezim nake ku jin azad bibe. Ji ber vê ye dibe sedemê pirsgirêkên civakî, lê belê ev jî nayê wê astê ku bibe sedemê kuştinan û rewşên xirabtir rû bidin. Hişyarkirina civakê û kes divê bi rêya perwerde û ragihandinê bê dayîn. Bi taybet divê ragihandin wê xeletiyê rast bike û van buyeran bi sedema civakî ne veşêrin.”