Li Iraqê jin li hemberî tundiyê li ber xwe didin, lê gelo ew di nava ewlehiyê de ne?
Tevî ku jinên Iraqî êdî li dijî binpêkirinan serê xwe radikin û mafên xwe diparêzin, lê gefên tundiya malbatî, kêmasiyên qanûnî û nebûna stargehan pirsa "Ma ewle ne?" dixe rojevê.
TEMENNÎ EL-SEREWÎ
Bexda – Li Iraqê nîqaşa li ser ewlehiya jinan êdî bi rêjeyên sûc an aramiya ewlehiyê ve sînordar namîne. Her wiha rêzek faktoran dihewîne, ji azadiya tevgera jinan bigre heya gihîştina wan a edaletê di dozên tundî an destdirêjiyê de. Pirsek dubarekirî, nêrîn ji hev cuda ne: Ma Iraq ji bo jinan bûye welatek ewle? Her çend hin kes bawer dikin ku di salên dawî de di parastina jinan de pêşketinek baş çêbûye, yên din dibêjin ku hîn rêyek dirêj heye ku jin tê de herin. Ev rapor nêrînên jinan ji goşeyên cûda vedikole da ku wêneyek rasttir pêşkêş bike, da ku zehmetî û derfetên ku jinên Iraqî îro pê re rûbirû dimînin, fam bike.
Pêşketina di hişmendiya civakî û yasayî de
Dr. Îsraa El-Dawûdî bawer dike ku di salên dawî de jinên Iraqî di şiyana xwe ya parastina xwe û îdîakirina mafên xwe de pêşketinek baş çêkirine. Dr. Îsraa got ku ewlehiya zêde bi hişmendiya civakî ya zêde re hevdem hatiye û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Jin êdî wek berê di aliyê axaftina li ser binpêkirinên ku jiyanê de, dudiliyê najîn. Di şûna wê de, di tomarkirina gilî û gazindan û daxwaza hesabpirsîna ji sûcdaran de, wêrektir bûne. Ev yek, nîşana pêşketina hişmendiya civakî û yasayî ye.”
‘Divê jin li hember binpêkirinan bêdeng nemînin’
Îsraa di berdewama nirxandinên xwe de anî ziman ku ev ne diyardeyek taybet a ku tenê girêdayî Iraqê ye, her wiha li gelek welatên cîhanê jî heye û wiha domand: “Lê belê, tiştê ku rewşa heyî cuda dike, hebûna rêyên qanûnî yên berdest ji bo jinan û bersiva bilez a hêzên ewlehiyê ya di birêvebirina raporan û darizandina sûcdaran de li gorî qanûnê ye. Medyaya civakî beşdarî eşkerekirina gelek dozên berê ku hatine veşartin bûye, bala raya giştî kişandiye ser hin bûyeran û rayedar teşwîq kiriye ku zûtir tevbigerin. Sepandina qanûnan, hesta ewlehiyê ya jinan zêde dike. Divê ku hemû jin li hember her binpêkirinê bêdeng nemînin. Ji ber ku ragihandina sûcek ne tenê qurbaniyê diparêze, di heman demê de pêşî li dubarebûna wê digre û tevahiya civakê diparêze.”
Bandora hawîrdor û malbatê ya li ser ewlehiyê
Dr. Xûfran El-Dawûdî tekez kir ku hesta ewlehiyê ji jinekê bo jinekê diguhere û bi hawîrdora ku ew lê dijî û piştgiriya ku ew ji malbata xwe distîne ve girêdayî ye. Wê salên ku ji ber rewşên ewlehiyê yên xirab jin ji derketinê ditirsiyan anî bîra xwe û wiha got:“Ji bo ewlehiya xwe em neçar bûn serpoşek li xwe bikin, serdemek ku welat şahidiya sûcên ku jinan hedef digirin kir.”
Dr. Xûfran destnîşan kir ku di dema xebata xwe de, bi berdewamî rastî jinên ku ji hêla mêr an endamên malbatê ve têne lêdan û îstismarkirin hatiye. Dr. Xûfran ragihand ku hin ji wan piştî ku ji ber tundiyê rastî kurtajê hatine, têne navendên tenduristiyê û wiha domand: “Gelek jin, tevî ku rastî îstismarkirinê hatine jî, red dikin ku giliyên qanûnî bikin. Ji ber ku cihekî bi ewle tune ku biçin an jî ji hêla darayî ve bi mêrên xwe ve girêdayî ne û wan neçar dikin ku vegerin heman hawîrdora ku rastî tundiyê hatine.”
Tenê qanûn têr nake
Dr. Lubna Zarî dîtiye ku parastina jinan ne tenê rêziknameyên qanûnî, di heman demê de hawîrdorek civakî ya piştgir û çandek ku rêzê li mafên jinan digre jî hewce dike. Wê van xalan wiha destnîşan kir:“Pergala qanûnî ya heyî hê jî hewce ye ku were nirxandin, baştirkirin û kêmasiyên qanûnî rasterast bandorê li asta parastina ku jinan distînin, dikin.”
Dr. Lubna tekez kir ku piştgiriya malbatî ji bo bidestxistina mafên jinan girîng e û wiha nirxand:“Dibe ku pêvajoyên qanûnî dirêj bibin û bibin sedem ku gelek jin dev ji şopandina tacîzkarên xwe berdin. Nebûna piştgiriya malbatî pir caran dibe sedema windakirina mafên qurbaniyan û berdewamiya êşa wan.”
Li bajaran azadî û pirsgirêkên qanûnî
Çalakvan Nisrîn jî bawer dike ku Iraq nikare wekî hawîrdorek bi temamî bi ewle ji bo jinan were hesibandin. Nisrîn diyar kir ku aramiya ewlehiyê bi tena serê xwe ewlehiya wan a rastîn garantî nake. Der barê asta azadiya jinan de Nisrîn van nirxandinan anîn ziman: “Asta azadiyê li gorî bajaran diguhere. Her çend jin li hin bajaran azadiya tevgerê ji hindek jinan re bêtir heye jî, li hin bajaran gelek jin hê jî bi sînorkirinên civakî re rûbirû dimînin ku serxwebûna wan sînordar dikin.”
Wê her wiha rexne li Qanûna Caferî kir û got ku ew bandorê li gelek mafan dike ku di nav de nefaqa, xwedîkirina zarokan û hin mafên darayî hene. Ew tekez dike ku ew zewaca zarokan red dike, ji ber ku zarok ne xwediyê gihîştina biryarek wisa ya ku jiyanê diguherîne ye û divê her qanûnek parastina zarokan bide pêşîniyê.
Encam
Ev şahidî eşkere dikin ku rastiya jinan li Iraqê ji ya ku bi bersivek yekane dikare were kurtkirin pir tevlihevtir e. Nîşanên zelal ên başbûna rewşa ewlehiyê û zêdebûna hişmendiya mafên jinan hene. Lê belê, ev ji ber pirsgirêkên domdar û girîng, nemaze tundiya navmalî, îstîsmar û di hin rewşan de, parastina qanûnî û civakî ya nebaş, asteng dibin.
Di navbera van her du rastiyan de, mîsogerkirina ewlehiya rastîn ji bo jinan berpirsyariyek hevpar e. Ev bi pêşxistin û pêkanîna bi bandor a qanûndanînê dest pê dike û dirêj dibe heta guhertina helwestên civakî, peydakirina stargehan û zêdekirina piştgiriya psîkolojîk û qanûnî ji bo jinan. Ev dê bihêle ku jin di ewlehî û rûmetê de bijîn, parastinê bike mafek garantîkirî ji bo her jinê, ne îmtiyazek ku li gorî cih an şert û mercan diguhere.