Li Idlibê zewaca di temenê biçûk de dibe sedema nexweşî û mirinê

Pispora civakî Selma El-Qusra ya 34 salî ya ji bajarê Idlibê, li ser sedemên ku malbatên li Idlibê zarokên xwe yên keç dizewicînin, wiha dibêje: "Gelek sedem hene ku dibin sedema zewaca di temenê biçûk de, xizanî yek ji wan sedemên herî gelemperî ye ku dihêle malbat razî bibin keçên xwe di temenê biçûk de bizewicînin da ku barê aborî ji ser wan kêm bibe. Digel bêkarî, paşketina aborî û qeyranên li pey hev û xwesteka rizgarbûna ji hin baran.”

LÎNA EL-XETÎB
Idlib- Gelek malbat li Idlibê hê jî dixwazin zarokên keç di temenê biçûk de bizewicînin, bi hinceta ku zewac ji bo wan stare û dixwazin jiyana keçên xwe bixin ewlehiyê ji ber şert û mercên zehmet ên aborî, jiyanî û ewlehî. Dema ku vê yekê difikirin aliyê herî girîng ji bîr dikîn an jî têgihîştina wan di vî warî de tune ew jî metirsiyên tenduristiyê, nexweşiyên derûnî û hwd. ku piştî zewacê çedibin 
Zarokên keç ku di temenê xwe yê biçûk de, ji ber zewacê ji zarokatiyê û derfetên xwendinê bêpar dimînin, jiyan û tenduristiya wan jî ji ber vê rewşa ne asayî di metirsiyê de ye. Ji ber vê yekê ew dev ji şanoya lîstik û zaroktiyê berdidin û derbasî cîhaneke tijî bar dibin, di encama biryarên neheq ên dê û bavên xwe.
“Min keça xwe bi zorê da zewicandin”
 Kamila El-Hebûş a 39 salî di destpêka axaftina xwe de dibêje: "Min nizanibû ku kirasê dawetê dê paşê bibe kefen ji bo keça min a ku min ew bi zorê da zewicandin. Min keça xwe ya 12 salî neçarî zewacê kir dema ku zavayekî minasib jê re hat pêşniyarkirin, xema min ew bû ku wê ji jiyana feqîrî û penaberiyê rizgar bikim da ku jiyana bi rûmet bijî.”
Kamila El-Hebûş diyar kir ku ew ji bajarê Xan Şêxûnê penaber bûye û piştî mirina hevjînê xwe  berpirsiyariya lênêrîna pênc zarokên wê ketine ser milên wê û amaje bi wê yekê kir ku gelek caran ji ber debara jiyana xwe diket tengasiyê û nizanibû çi bike loma jî vê yekê hişt ku razî bibe keça xwe ya mezin bizewicîne da ku berpisyariya mezin a li ser milên wê hinek sivik bibe.
Zewaca di temenê zarokatiyê de bû sedema mirina wê
Lê piştî zewacê rewşa psîkolojîk a keça wê gelek xirabtir bûye û rewşa tenduristiya wê piştî ducaniya wê ya yekem zêde xirab bûye. Keça wê ji ber kêmxwariniyê êşê dikişand û êşa wê bi windakirina bebikê di meha pêncan de temam bû. Piştî wê jî rastî tansiyona bilind pê re çêbû, ev yek jî bû sedema mirina wê.
Amal El-Meratî ya 16 salî ji bajarê Selqînê ye. Ji ber ku biyolojiya wê hê temam nebûbû zarokên wê çênedibûn nikaribû zarokan bîne û wiha dibêje: "Di temenê 13 salî de bavê min ez mecbûr kirim ku bi pismamê xwe re bizewicim û piştî zewacê, gelek caran zarok ji ber min diçû. Vê yekê jî dibû sedema çûyîna xwîna zêde. Ji ber vê rewşê gelek nexweşî bi min re çêbûn û bûn sedema windabûna şiyana min a xwedîkirina zarokan. Hevserê min ev yek tehemul nekir û bi jineke din re zewicî lê min xwendina xwe, pêşeroja xwe û şiyana xwe ya jiyanê ya ji bo xwedîkirina zarokan winda kir. 
Ji ber temenê biçûk zarokên wê çênebûn
Şehd El-Tibêş a 13 salî ku ji Seraqibê koçî kampa Kellî ya li gundewarê bakurê Idlibê bûye, mehên ducaniyê bi westandina giran tehemul kir lê di dema zayînê de bebikê xwe winda kir. Der barê vê yekê de wiha dibêje: "Piştî zayineke dijwar, min bebikê xwe ji dest da ji ber kêmbûna oksîjenê. Piştî wê bijîjşk ji min re got ku divê heta 3 salan ducanî nemînim.”
Der barê sedema zewaca xwe ya zû de jî dibêje: "Piştî koçkirina me ji bajarê me, min dev ji xwendinê berda ji ber ku li kampê dibistan tunebû, dibistan dûrî cihê rûniştina me bû em nikaribûn biçûna loma jî çarenûsa min ew bû ku ez di temenekî biçûk de bizewicim.” 
Merwa El-Esaad a 36 salî, pispora zayin û jineolojiyê ye, ji bajarê Atma, li bakurê Idlibê, piştrast dike ku ducaniya zû jiyana dê û bebik dixe metirsiyê û wiha domand: "Zewac û ducanîbûn ji ber nebûna mezinbûna biyolojîk ne li gorî temenê keça biçûk e, ji ber vê yekê ew rastî pirsgirêkên tenduristiyê yên curbecur tê, ji nav wan pirbûna kurtajan ji ber netemambûna biyolojîk. Ji bilî zêdebûna bûyerên kêmxwîniyê gelek nexweşiyên din bi xwe re çêdike. 
“Sedema sereke ya zewicandina di temenê biçûk de xirabiya rewşa aborî ye”
Selma El-Qusra amaje bi wê yekê kir ku zarokên keç di vê temenê biçûk de ji aliyê derûnî û bedenî ve ne amade ne berpirsiyariya mal, hevjîn û mezinkirina zarokan bigrin ser milên xwe. Ji ber vê ew dibêje ku divê civak di vê mijarê de pir hişyar û hesas be, li ser metirsiyên zewaca zarokên keç bi navendên pispor re di nava têkiliyan de bin û ji wan bixwazin piştgiriyê bidin wan, rê nîşanî wan bidin û ji bo têgihîştina vê rewşê ji wan re bibin alîkar.