Li Idlibê xizanî, nebûna xizmetên tendirustiyê û bihabûna dermanan êşê zêde dike

Nexweşiyên iltîhaba rovî û nexwarinê li Idlibê pir belav bûne, nemaze li wargehên kampên ne fermî û ne organîze ku hewcedariyên herî bingehîn ên jiyanê lê tune ne. Ev hemû jî ji ber xirabiya rastiya tenduristiyê ya ku ji ber kêmbûna personelên bijîşk, pispor û kêmbûna derman û bihayên wê ye.

SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li idlibê jin û zarok di rewşek pir xeternak de dijîn û ji ber belavbûna nexweşiyan û kêmbûn û bihabûna dermanan êşê dikşînin tekildarî vê mijarê jina bi navê Rania Al-Salloum 30 salî ye, neçar ma ku kurê xwe yê bi navê Hesen Al-Khader ku temenê wî çar salî ye bûye cara çaremîn di nav kêmtirî mehekê de bibe nexweşxaneyê. Ji ber ku rewşa wî ji ber nexwarin û îltîhaba mîdê xirabtir bû neçar ma wî bibe û bîne.
Rania Al-Salloum dibêje ku çopên li dora kampa wan a li Meşhed Rawhinê ku li bakurê Idlibê ye û bêhna nexweş a ku jê derdikeve bûye sedema belavbûna nexweşiyan li kampê û gelek kes bi taybetî zarok, jê bi bandor bûne.
Ji ber mercên xirab ên li kampê kurê wê nexweş ket
Der barê nîşaneyên nexweşiyê yên ku li ser kurê wê xuya kirine de Rania Al-Salloum wiha dibêje: "Ji destpêka havînê ve kurê min ji vereşîn, windakirina kîlo û xwarinê êşê dikşîne, ev  jî di gel bilindbûna pileyên germahî û belavbûna kêzikan li kampê û nebûna elektrîk û alavên sarbûnê çêbû."
Li nexweşxaneyên belal xemsariya bi zanebûn heye
Her wiha Rania Al-Salloum ji ber xemsariya bi zanebûn li nexweşxaneyên belaş gilî û gazinan dike û dibêje: "Ew li van nexweşxaneyan girîngiyê nadin me û bi çavên mirovan li me nanêrin. Ew ji hewcedariya me ya dermankirinê û belengaziya me sûd werdigirin û me îstîsmar dikin. Dema ku ez hatim nexweşxaneya bajarê Idlibê, digel kurê min ê ku di rewşek xirab de ye ji ber nexweşiyê, wan ez bi hinceta ku nexweşxane tije nexweş in qebûl nekirin û red kirin. Li vir, ez li nexweşxaneyên din ên ku dikarin min û kurê min bigirin geriyam. Bi rastî min li yek ji nexweşxaneyên belaş cihek ji kurê xwe re dît ku ew jî wekî cihê "serjêkirina mirovan" bû." 
“Bijîşkên bêsînor gelek kes birin nexweşxaneyan”
Her wiha berpirsê tîmên derzîlêdanê bijîşk Muhemed Rajab ê girêdayê rêxistina bijîşkên bê sînor li kampên Atma yên sînorî, sedemên belavbûna nexwarinê li kampên bakurê Sûriyeyê eşkere kir û qala çavdêriyên xwe yên li ser hejmarek zarok û mezinan kir ku ji vê nexweşiyê bi bandor bûne. Her wiha behsa kesên ku bi riya bijîşkên bê sînor re derbasî nexweşxane û navendên tendursitiyê yên li bakurê Sûriyeyê dibin kir.  
Muhemed Rajab bal kişand ser xirabûna rewşa bijîjkî û kêmbûna mezin a di navendên bijîjkî û kadroyên li wan kampan, nemaze yên ku bi dermankirina vê nexweşiya ku niha tê de têkildar e.
Ji ber kêmbûna xurekên bingehîn ev nexweşî çêdibe
Nexweşiya kêmxwariniyê ji ber kêmbûna hêmanên bingehîn ên ji bo tenduristiya laşê mirovan girîng in çêdibe. Wekî proteîn, karbonhîdart, rûn, vîtamîn û mîneral. Kêmasiya yek ji van hêmanan têrê dike ku bibe sedem laş lawaz bibe. Dibe ku kesek ji ber du sedemên sereke bi vê nexweşiya xeternak re rû bi rû bimîne, ya yekem kêmbûna xwarina ku mirov dixwe, ji ber sedemên psîkolojîk an tenduristî yan ji ber tunebûna xwarinê. 
Muhemed Rajab piştrast kir ku bi xebatên wan ên li ser belgekirin û şopandina bûyerên kêmxwariniyê li kampên bakurê Sûriyeyê, ew her meh, agahiya bi dehan bûyerên bi vê nexweşiyê ketine, ji kampên "Atma" "Kafr Losin" "Al Karama" û wargehên din, werdigirin. Belavbûna nexweşiyan, nebûna lênihêrîna tenduristî û xemsariya bijîşkî ne hemû tiştên ku zarokên Idlibî pê diêşiyan in, di heman demê de bihayên giran ên dermanan ku di şevekê de sê qat zêde bûne jî yek ji sedema vê rewşê ne.
Xizanî bihayê dermanan ê zêde û bêçarebûna bi nexweşiyê re...
Sendîkaya Bijîjkên Azad bi daxuyaniyekê hişyarî da ku karesatek di warê tenduristiyê de li pêş e. Di daxuyaniyê de berpirsyarên vê yekê rayedarên pêwendîdar tên dîtin û bang li wan dike ku hemû tedbîrên pêwîst bigrin da ku buhayê derman kontrol bikin û mîqdarên têrker peyda bikin. 
Di heman demê de jina bi navê Sarah Al-Tanarî ya 33 salî ku li kampa Rehma ya nêzîkî bajarê Salqînê yê li rojavayê Idlibê dijî diyar dike ku ji ber bihayê dermanan nikaribû derman ji keça xwe re peyda bikira û dibêje ku keça wê ya 3 salî ya bi navê Meryem nexweş e. Ji ber xizaniya zêde û tunebûna xurekên sereke, ji ber kêmxwariniyê, ji iltihaba rovî êşê dikşîne. 
Sarah Al-Tanarî keça xwe nîşanî bijîşkê ku li bajarê Salqînê xizmeta bijîjkî belaş ji gel re dike da lê nikaribû derman ji keça xwe re peyda bikira. Piştî ku dermanfiroş 60 lîreyên tirk jê xwest nikaribû bigirta loma jî keça wê bê dermankirin dimîne û li benda çarenûsa di navbera mirin û jiyanê de sekiniye.
Ne avahiya tendirustiyê ne jî bijîşk hene
Avahiya tendirustiyê ya li Idlibê di salên şer de ji wêrankirin û bombebaranê zirarek mezin dît. Piştî ku rewş heya radeyekê baş bû, ew careke din ji nû ve hat sazkirin lê ev avahî bi giştî hîn jî nehatiye sazkirin û hewceyê pisporan e lewre piraniya wan di destpêka şer de welat terikandine.
Hemşîreya 30 salî, Ola Al-Eyoub, li tu nexweşxaneyên ku li Idlibê û gundewarên wê hene derfeta kar nedît. Ne ji ber ku bawernameyên wê tunebûn, ji ber ku piştgirî û pêşniyarên ji bo wê ji aliyê rêveber an berpirsyarên rêxistinên bijîjkî ve kêm bû. Ew dibêje: "Piştî ku ez ji enstîtuya hemşîretiyê li zanîngeha Idlibê bi ser ketim, min ji bo kar gelek serlêdan kir lê  dîsa jî tu derfet bi dest min neket."
Ji ber xeletiyek bijîşkî zarokê 4 salî jiyana xwe ji dest da
Ola Al-Eyoub anî ziman ku bêhêvîbûna xebatkarên tendirustiyê di hundurê nexweşxaneyên Idlibê de jiyana gelek kesan xistiye xeterê û bûye sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Di 29'ê Gulana 2021'ê de, zarokê 4 salî Ahmed Mehmûd El-Elî ku ji bajarê Seraqib koçber bû, di encama xeletiyek bijîjkî de li nexweşxaneya El-Eis a bajarê Dana yê li bakurê Idlibê, jiyana xwe ji dest da. 
Bavê zarokê ku jiyana xwe ji dest daye Ahmed ê 35 salî diyar kir ku wî kurê xwe ji bo emeliyatek hêsan rakiriye nexweşxaneyê lê xeletiyek bijîjkî bûye sedem ku kurê wî jiyana xwe ji dest bide. 
Ji ber tunebûna şîr zarok bi vê nexweşiyê dikevin
Rêveberiya kampên gundewarê bakur û rojavayê Idlibê di 17'ê Çileya 2019'an de, hejmara bûyerên nexwariniyê ragihand û hat zanîn ku ji sedî 90 zarok in û sedema sereke ya pêketina vê nexweşiyê ya van zarokan ji ber tunebûna şîr e.
Li aliyê din, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku 2.13 milyon mirov hewcedarên alîkariya tenduristiyê ne, ji ber ku rêjeya avahiyên tenduristiyê yên giştî li Sûriyeyê pir kêm in loma jî mirov ji vê pêdiviya sereke bêpar in.