Li Idlibê pêleke nû ya koronayê heye lê tedbîrên pêşîlêgirtinê tune ne

Li herêmên Idlibê pêleke nû ya vîrusa koronayê belav bûye lê belê ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşiyê tu tedbîr nayê girtin. Mirovên li wan deran ji ber karên xwe mecbûr in herin cihên qerebalix, ev yek jî wisa dike ku rêjeya pêketiyên vîrusa koronayê zêde bibe.

SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li Herêmên Idlibê pêleke nû ya vîrusa koronayê rabûye lê ji ber ku tedbîrên pêşîlêgirtinê tune ne, tê texmînkirin ku hejmara kesên bi vê pêla dawî ya vîrusa koronayê ketine bi sedan e. Rêxistinên mirovî ji ber nebûna amûrên hişyarî û pêşîlêgirtinê hişyariyên lezgîn didin û diyar dikin ku divê gel xwe ji karesatek nû dûr bixe.  
Tora ‘Hişyariya Zû’ di roja 3’yê Îlonê de eşkere kir ku di nava rojekê de zêdeyî 1500 kes bi pêla nû ya vîrusa koronayê ketine û diyar kir ku hejmara pêketiyan li Idlibê gihîştiye 965’an, bi giştî hejmara pêketiyên ku hatine tomarkirin gihîştiye 43,219’an.
“Zêdeytirî 20 rojan e ev nexweşî didome”
Roa El-Helûm a çil salî ji bajarokê Danayê ye, li bakurê Idlibê dijî û bi vîrusa koronayê ketibû diyar kir ku wê texmîn nedikir nîşaneyên wê êşê dikşîne û da zanîn ku zêdebûna germahiya bedenê, serêş û kuxika zuha nîşaneyên koronayê ne û wiha domand: “Dema ku ez li nexweşxaneyê li benda dora xwe bûm ji bo derbasî gel bijîjk bibim, jineke penaber li kêleka min rûnişt. Nasînek di navbera me de çêbû û wê dest bi çîroka xwe ya hejarî, penaberî û nexweşiyê kir. Min nîşaneyên sermayê û kuxikê li ser wê ferq kirin lê min girîngî nedayê heya ku nîşaneyên nexweşiyê piştî pênc rojan bi min re çêbûn.” 
Dema ku Roa El-Helûm bi tiştên xerîb ên ku berê nedîtibû hîs kir, di cih de berê xwe da nexweşxaneya navendî ya Idlibê da ku rewşa xwe bizane ka çil hatiye, encam piştî sê rojan xuya bû ku ew bi vîrusa koronayê ketiye. Piştî wê neçû nexweşxaneyê û ne jî çû gel endamên malbata xwe, wê xwe di mala xwe de xist karantînayê. Li ser wê pêvajoyê wiha got: “Ez ji bêhna teng û êşên ku kişandin pir xirab bûm, zêdetirî 20 rojan ev nexweşî domiya, heta ku rewşa min ber bi başbûnê ve çû.” 
Hanan Odeha 27 salî, çalakvana rêxistina Sima di qada tendirustiyê de dixebite dibêje: “Tevî belavbûna berbiçav a vîrusê, vê yekê nehişt mirov derzî bigrin ku di du koman de digihîşt herêmê û xebata li ser wê hîn jî berdewam dike. Tirsa wan ji nîşaneyên nexweşiyê hişt ku gelek kes ji wergertina derziya koronayê dûr bikevin tevî belavbûna wê jî  xeterek mezin çêdibe.” 
“Tu çare ji bo me tune ye”
Ramiya El-Hesûna 35 salî ya ji bajarê Seraqib koçber bûye û niştecihê Idlibê ye, naxwaze kurê xwe yê ku di cihê firotina cilan de, wê cihê qerebalix de dixebite ji kar dûr bixe, tevî ku dayika wê beriya mehekê ji ber vîrusê jiyane xwe ji dest da û dibêje: “Ger em xwe têxin hundirê malê û tedbîrên derneketina ji malê bigrin, em ê çawa bikarin zarokên xwe yên birçî yên li benda xwarinê ne têr bikin. Em tu kesê ku bi me re bibe alîkar nabînin ji bo pêwîstiyên xwe yên bingehîn ji wan re bibêjin. Ji ber vê yekê tu çareya me tune ye em mecbûr in.” 
Rêveberê tenduristiyê yê Idlibê bijîjk Salem Abdan gel ji belavbûna bi lez ya vîrusê hişyar kir û got ku di wê tirsê de ne ku herêm veguhere cihek ku ev nexweşî lê belav dibe, nemaze bi dîtina gelek bûyerên veguheztina delta, bang kir ku xwe gel xwe ji cihên qelebalix dûr bixe, rêzê li dûrbûna civakî bigrin û maske bi kar bînin. Her wiha banga bilezkirina wergirtina derziya vîrusa koronayê kir da ku belavbûna vîrusê mezintir nebe.
Tîma Koordînatorên Bersiva Sûriyeyê, rêjeyên pêketiyên vîrusa koronayê li Bakurê Sûriyeyê di navbera 1 û 15’ê Tebaxa 2021’ê de belav kir. Li gorî vê bi giştî hejmara  pêketiyên koronayê gihîştiye hezar û 369’an. Hejmara bûyerên di nav kampan de 136, hejmara pêketiyan di nava personelên bijîşkî de bûye 39.
Der barê deverên ku rêjeyek zêde yên bi vîrusa koronayê ketine, herêma Harem 492 kes, Idlib 222, Irîha 89 kes in. Tîmê teqez kir ku pêwîst e mirov pêgir be bi tedbîrên pêşîlêgirtinê xwe bi parêzin, an na wê ev hejmar gelek zêde bibe.