Li Idlibê bi sedan zarok neçarî karên giran dimînin

Ji ber şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn bênavber didomin gelek zarok ji mafên xwe yên bingehîn, xwendin û lîstokan bêpar dimînin. Yek ji wan bajaran Idlib e û hejmarek zêde zarokên ji Sûriyeyê neçarî xebatê ne.

SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib-Dîmenên zarokan ên li cihê kursiyên dibistanê, neçarî xebatê dimînin gelekî zêde ne. Ev rewş her xwe dubare dike, li Idlibê lewre zarok neçar in bi karên cur be cur debara jiyana xwe û malbata xwe bikin. Ev zarokên ku hemû qurbaniyên şer in, ji xwendin û pêşerojê bêpar in.
Zarokê bi navê Îhab EL-Selûm ê neh salî, ji saetên sibehê heya êvarê derdikeve kolanên bajarê EL-Dane da ku kekan bifroşe û malbata xwe xwedî bike
Rewşa li kampan gelek kambax e 
Îhab EL-Selûm ku westanbûn di çav û rûyê wî de xuya dike dibêje ku ew neçar e kar bike da ku herî kêm nan û derman ji bavê xwe yê ku di encama êrîşa balafira şer a li bajarê wan Meiret Nûman di dawiya 2018’an de birîndar bibû peyda bike. 
Îhab diyar dike ku piştî ji bajarê xwe koçber bûne di konekî kevin de li kampên Atma dijîn û wiha axaftna xwe domand; “Rewşa me di kampan de gelek kambax û zor e.” 
Gelek sedem hene ku malbat neçar dimînin zarokên xwe bixebitînin da ku karibin debara jiyana xwe bikin, rewşa aborî di van şert û mercan de gelekî zehmet bûye. 
Li aliyê din zarokê bi navê Xalid EL-Siwêd yê 11 salî, di kargeheke tamîrkirina seyareyûn de dixebite, kincên wî hemî qirêj bûne û rûyê wî reş bûye, ji me re dibêj; “Ez li vir ji bo ku fêrî pîşe bibim dixebitim, ez bi hewceyî kar im da ku malbata xwe xwedî bikim piştî ku bavê min wefat kir. Ger ku ez ne xwedan pîşeyekê bim wê demê nikarim tu karî bikim.”
Neçar in zarokên xwe bidin xebitandin
Dayika Xakid EL-Siwêd, Sûheyla EL-Siwêd a 40 salî dibêje; “Ez neçar mam piştî wefata hevserê xwe bar bidim ser kurê xwe." Malbat ji hejariyê gelekî êşê dikşîne, tevî mûçeya ku Xalid bi dest dixe jî dîsa em dikarin pê debara xwe bikin. A girîng jî ew e ku kurê min fêrî hin pîşeyan bibe da ku di pêşerojê de itîmadê bide ser xwe.” 
Zarokên ku berê xwe didin karan ji hêla xwediyên kar ve neheqî li wan tê kirin, tevî saetên kar ên zêde mûçeyên kêm distînin.
Kar û xebata ku zarok li Idlibê pê radibin piraniya wan dijwar in û ne li gorî bedena wan a biçûk e. Ji wan mekanîzmaya maşîneyê, hesinkarî, karê avakirinê û firotina li ser firoşgehan.
Perwerdekar Alaa EL-Rehmûn a 38 salî, ji rewşa ku zarok tê de ne bi taybetî qutbûna zarokan ji dibistanan gelekî tengzar e. Ew ne zarokan ne jî malbatê sûcdar dike, berovajî wê ew rayedarên herêmî ku hewl nadin vê diyardeyê kêm bikin sûcdar dike..
Zarok di dema xebatê de rastî şîdetê tên
Alaa EL-Rehmûn hişyarî dide ku bandorên neyînî li ser karkirina zarokan wekî nexweşiyên psîkolojîk di encama tundûtûjiya ku zarok di dema xebatê de ji aliyê xwediyên kar ve rûbirû dimînin, her wiha tenêbûn û cixarekêşan û gelek adetên nebaş. Bandora herî mezin û girîng jî belavbûna nezaniyê û zêdebûna nifşên ku nikarin bixwînin an binivîsin. 
Mihemed Helac ku rêveberê Tîma Hevrêzên Bersivdana Sûriyeyê ye jî li ser mijarê got; “Diyardeya karkirina zarokan piştî şer gelekî zêde bûye û mûçeya ku zarok di dawiya mehê de digrin nagihêje 10 dolarên Emerîkayê.”
Li gorî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî yên Zarokan UNICEF’ê, 6,1 milyon zarok hewceyê alîkariyê ne û rêjeya vê ji % 90 ê zarokên Sûriyeyê ne. Rewşa gelekan belangaz   e, ev yek jî dihêle ku zarok ji bo jiyanê biryarên hişk bigrin.